Dostoyevski

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Fyodor Dostoyevski

Zaroktîya wî di navbera bavekî serxweş û dayikeke nexweş derbasbu. Peyî mirina dayîka wî li Petesburgê ket Dibistana Mohendîsiyîye. Xebera mirina bavê xwe li vir hilda. Peyî dibistana xwe bi serkefti kuta kir, ket li Serkarîya îstihkamê. Salekê peyre ji wir îstifa kir û li wir veqetîya. Pêyî veqetandina ji Artêşe berê xwe da Wêjeyê û pirtûka xwe ya yekemîn Mirovikan, di sala 1846 de da weşandin. Piştî vê berhemê bi pirtûkên xwê ên peyre nivîsandîve serkeftina ku hêvî dikir negîhîştê. Hevîya wî şkest û Dostovyeskî xwe bi Polîtîkayê ve eleqeder kir. Di sala 1849’an de bi îddîaya dekbazeke li hemberî dewletê hat girtin. Dostovyeski deh mehan li girtîgehê de ma. Bi heyşt hevalên xwe ve benda gulebarandınê bûn, nişkêve hatın efûkirin. Cezayê wî guherandin çar sal bêrkisandin û çar sal jî girtina adî. Bona cezayê xwe bikişîne hat li girtigeha Omsk’ê a li Sîbiryayê şandın. Li wir peyî xizmeta wî ye çar salan, bi rutbeya leşker vê dane wezifedarkirin. Heya serbazîyê hilket. Dostoyevskî pênç salan xizmet kir û peyre azad hat berdan û li Petersburgê xwe cîh kir.

Peyî li Petersbûrgê cîh bû, berhemên bi navên Pelçiqandîan(1861), Bîranînên ji Mala Mirîyan (1862) nivîsandın. Bi birayên xwe ve du kovar dan weşandın. Di sala 1862 de gernameya ku hêvî dikir a lı Ewropayê pêk anî. Bi sebebê nobetên sarayê û benekîya xumarê di alîyê goşeya bûjenî de ket nava tengasîyê. Di wê heyamê de berhemên bi navê Notên ji Binê Erdê(1864), Suç û Ceza (1866), Xumarbaz(1866), Budala(1868), Mêre Heya Xweş(1870), Ecinnîyan(1872) nivîsand. Piştî mirina hevjina xwe bi sekretera xwe ve zewicî. Ji nû ve deyndar bû û dîsa serî li xumarxaneyan da. Peyî mirina keçika xwe hejeke mezin derbaskir. Di berhemên xwê en bi navê Xort(1875), Rojnivîska Nivîskarekî(1976) û Birayên Karamazov de, temayên ku di jiyana xwe ya niviskarîyê de kiribû mijar ji nû ve hilda Dostoyevski berhema xwe a Brayên Karamazov di sê salan de xilaskir, peyre bi xwînbûneke cegerê ve ket li nav nivînê û 28ê Rêbendana 1881an de jiyana xwe ji dest da.

Ji bona Dostoyevski di 28ê Rêbendana 1881an de merasîma binerdbûnê hat li dar xistin. Ji bo Dostoyevski si hezar kes li pey cenazeyê wî meşîya. Berhemên Dostoyevskî, ewî kû li nav ên herî zêde wêjeya cîhanê tesîrkirine de hildide, ramanên wî rewşenbîrên sedsala 20’an ji kûr ve tesir kir.