Ewropa
| Herêm | 10.180.000 km2 (3.930.000 sq mi)[n] (6em) |
|---|---|
| Gelhe | 742.452.000[n] (2013; 3em) |
| Tîrbun | 72,9/km2 (2em) |
| Demonîm | Ewropayî |
| Welat | ~50 welat (û ~5 bi naskirina bi sînor) |
| Girêdanên wî | 4 girêdayî |
| Ziman | ~225 ziman[1] |
| Saet | UTC−1 heta UTC+5 |
| Înternet TLD | .eu |
| Bajarên mezin | |
Ewropa (bi yewnaniya kevn: Εὐρώπη, lat. Eurṓpē, bi latînî: Europa), parzemînek e ku ji nîvgiravên herî rojavayî yên ewrasyayê pêk tê ku bi tevahî li nîvkada bakur e.[4][5] Afro-Ewrasya erdê bejahî hem bi Asyayê re parvedike û hem bi Afrîkayê re parvedike. Parzemîna Ewropayê li aliyê bakur bi Okyanûsa Arktîkê re, li aliyê rojava bi Okyanûsa Atlantîkê, li aliyê başûr bi Deryaya Navîn re û li aliyê rojhilat jî bi Asyayê sinorê parzemînî parvedike. Sinorê parzemîna Ewropayê veqetandina ji parzemîna Asyayê bi ava Çiyayên Ûralê, Çemê Ûralê, Deryaya Qezwînê, Qefkasyaya Mezin, Deryaya Reş û rêyên avê yên Tengava Stembolê tê qebûl kirin.[6]
Ewropa li dor 10 û 18 milyon km² (3.93 milyon sq mi), yan %2 ji rûberê cîhanê (%6.8% ji rûyê bejahiyê) vedigire ku ev yek Ewropayê wekê parzemîna herî biçûkê cihanê destnîşan dike. Di warê siyasî de Ewropa li dora pêncî dewletên serwer hatiye dabeş kirin ku Rûsya welatê mezintirîn û nifûsa herî mezin e Ewropayê ye ku ji %39 ji erdê Ewropayê vedigire û %15 ji nifûsa Ewropayê pêk tîne. Li gorî daneyên sala 2021an de bi tevahî nifûsa Ewropayê 745 milyon e (nêzîkî 10% ji nifûsa cîhanê) ku piştî Asya û Afrîkayê sêyem parzemîna herî mezin e.[7] Avhewaya Ewropayê bi giranî ji aliyê germên Atlantîkê ve tê bandor kirin ku hewaya parzemînê bi zivistan û bi havînan jî nerm e. Ji deryayê wêdetir, cûdahiyên demsalî li nêzê peravê zêdetir diyar in.
Çanda Ewropî koka şaristaniya rojavayî ye ku çandeke dîrokî ye ku ji çanda Yewnanistana Kevnare û Romaya Kevnare vedigere.[8][9] Hilweşîna Împeratoriya Romayê ya Rojava di sala 476ê p.z. de û Serdema Koçberiyê ya ji ber hilweşîna împeratoriyê dawiya dîroka kevnar a Ewropayê û destpêka Serdema Navîn a Ewropayê dide destpêkirin. Ronesans li Firansayê dest pê dike û li parzemîna mayî belav dibe ku eleqeyek nû bi humanîzm, keşfkirin, huner û zanistê bi xwe re tîne ku beşdarî destpêka serdema nûjen dibe. Ji Serdema Keşfê ku bi pêşengiya Spanya û Portugalê pêk tê, Ewropa di pêwendiyên gerdûnî de bi gelek keşf û fethên li çaraliyê cîhanê de rolek serdest lîstîye. Di navbera sedsalên 16an û 20an de, hêzên ewropî di demên cûda de Amerîka, nêzîkî temamiya Afrîka, Okyanûsya û nêzîkî piraniya Asyayê kolonî kirin.
Serdema Ronahiyê Şoreşa Fransayê û Şerên Napolyon ji dawiya sedsala 17an heya nîvê yekem a sedsala 19an de Ewropayê ji aliyê çandî, siyasî û aborî ve diguherîne. Şoreşa Pîşesaziyê ku di dawiya sedsala 18an de li Brîtanyaya Mezin dest pê dike ku li Ewropaya Rojava û di dawiyê de li cîhana berfireh di warê aborî, çandî û civakî guhertinên girîng dide destpêkirin. Herdu şerên cîhanê (şerê cîhanî yekem û duyem) li Ewropayê despêdike ku di nîvê sedsala 20an de ji ber ku Yekîtiya Sovyetê û Dewletên Yekbûyî derdikevin pêş, serdestiya Ewropaya Rojava di warê çareserkirnên li cîhanê de kêm dibe. Heya Şoreşên sala 1989an ku dibe sedema hilweşîna Dîwarê Berlînê û hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, di dema Şerê Sar de Ewropa li ser xeta hesinî ya di navbera NATOyê li Rojava û Pakta Warşovayê de li rojhilat hatiye dabeş kirin.
Yekîtiya Ewropayê (YE) û Konseya Ewropayê du rêxistinên navneteweyî yên girîng in ku armanca rêxistinan di asta siyasî de temsîlkirina parzemîna Ewropayê ye. Konseya Ewropayê di sala 1948an de bi fikra yekkirina Ewropayê ji bo bidestxistina armancên hevpar û pêşîlêgirtina şerên pêşerojê hatiye damezrandin.[10] Entegrasyona Ewropî ya ji aliyê hinek dewletan ve bûye sedema damezrandina Yekîtiya Ewropayê ku saziyek siyasî ya serneteweyî ye ku li ser bingeha pergala hiqûqa ewropî ye û di navbera konfederasyon û federasyonê de ye.[11] Yekîtiya Ewropayê li Ewropaya Rojava despêkiriye û piştre jî bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ku di 1991an de pêk hatiye ber bi rojhilat ve berfireh bûye. Piraniya endamên yekîtiyê diravek hevbeş, ewroyê qebûl kirine û beşdarî bazara yekgirtî ya ewropî û yekîtiya gumrikê bûne. Herêma Şengenê ku blokek mezinê welatan e kontrola sinorên navxweyî Ewropayê û koçberiyê betal kiriye. Hilbijartinên gelerî yên asayî her pênc salan carekê di nav Yekîtiya Ewropayê de pêk tên ku piştî hilbijartinên Hindistanê wekê duyem hilbijartinên herî mezin ên demokratîkê li cîhanê tên dîtin.
Bêjenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di mîtolojiya yewnanî ya klasîk de, Europa (yewnaniya kevn: Εὐρώπη, Eurṓpē) prensesa fenîkî bû. Nêrînek din jî ev e ku navê Ewropayê ji hêmanên yewnaniya kevnar εὐρύς (eurús) 'berfireh, fireh' û ὤψ (ōps, gen. ὠπός, ōpós) 'çav, rû, rûy e', ji ber vê yekê Eurṓpē tê wateya 'berfireh' nihêrîna fireh yan 'aliyê fireh'. Broad di dînê Proto-Hind-Ewropî ya ku ji nû ve hatiye avakirin de û helbestên ku jê re hatine terxankirin de bûye rengdêra Cîhanê. Nêrînek alternatîf a Robert Beekes ku ji bo navekî pêş-hindûewropî nîqaş kiriye, rave dike ku veqetandinek ji euros dê toponîmek cûda ji Europa derxe. Beekes li herêma Yewnanistana kevnar toponên bi navê Europayê û li Makedonyaya kevnar jî navên cihên wekî Europosê dîtiye.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Parzemîna Ewropayê ji pêncan yekê beşa rojavayê axa Ewrasyayê vedigire.[12] Li gorî parzemînên din rêjeya peravê zêdetir e.[13] Sinorên Ewropayê ya deryayî li bakur ji Okyanûsa Arktîkê li rojava ji Okyanûsa Atlantîkê û li aliyê başûr jî ji Deryayên Navîn, Deryaya Reş û Deryaya Qezwînê pêk tên.[14] Erdnîgariya Ewropayê di nav deverên biçûk de guherînên mezin nîşan didin. Herêmên başûr çiyayî ne û dema ku ber bi bakur ve diçe, erd ji Alpên bilind, Pîrenê û Karpatan ku di nav bilindahiyên gir re dadikeve di nav bilindahiyên gir û ber bi deştên bakur ên fireh û nizm ve diçe ku li rojhilat pir fireh in. Ev deşta berfireh wekê Deşta mezin a Ewropayê tê zanîn û li navenda deşt, deşta bakurê Almanyayê ye. Li perava bakurê rojava kevanekê ji bilindahiyan heye ku li beşên rojavayê giravên Brîtanya û Îrlandayê dest pê dike û piştre re li ser stûna çiyayî ya Norwêcê ya ku bi fiyortên hatine qutkirin berdewam dike.
Herêmên jêrîn ên wekê Nîvgirava Îberî û Nîvgirava Îtalyayê taybetmendiyên xwe yên tevlihev vedihewînin. Di heman demê de parzemîna Ewropaya Navendî bi xwe jî ku li wir relyef gelek plato, geliyên çeman û hewz vedihewîne, meyla giştî tevlihev dike. Herêmên binherêmî yên wekî Îzlanda, Brîtanya û Îrlenda rewşên taybet in. Di nav van de ya berê axek bi serê xwe ye li okyanûsa bakur e ku wekê beşek ji Ewropayê tê hesibandin, lê ya paşîn deverên çiyayî ne heta ku asta deryayê ya bilindbûna wan ji hev qut kiriye, bi parzemînê ve hevgirtî bûn.
Gola herî mezin ê Ewropayê li bakurê parzemînê ye. Volga û Duna du çemên herî dirêj ên Ewropayê ne. Avşira Renê ku li ser çemê Ren ye, ji aliyê rêjeya herikînê ve avşira herî mezin ê Ewropayê ye.
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Tundra Tundraya alpîn Taîga Daristanên çiyayî
Daristana pelfireh a avhewaya nerm Daristanên Deryaya Navîn Stepên hênik Stepên zuha
Parzemîna Ewropayê bi giranî li herêma avhewayê ya nerm a li nîvkada bakur e ku li ser rêça bayê rojava ye. Ji ber bandora herikîna kendavê ku herikeke okyanûsê ye ku ava germ ji kendava Meksîkê bi ser Okyanûsa Atlantîk re ber bi Ewropayê ve dibe, avhewa li gorî deverên din ên heman hêlîpan a cîhanê nermtir e. Ji ber ku herikîna ava kendavê keşûhewaya Ewropayê ji avhewaya heyî germtir û şiltir dike, bi navê "herikîna kendavê" bi navê "germkirina navendî ya Ewropayê" hatiye binavkirin. Herikîna kendavê ne tenê ava germ dibe peravên Ewropayê, di heman demê de bayên rojavayî yên ku bayê Okyanûsa Atlantîkê ye li seranserê parzemînê bela dike û bi vê awayê parzemînê germ dike.
Ji ber vê yekê, germahiya navînî ya salê li Aveiro 16 °C e lê bajarê New Yorkê ku hema hema li heman hêlipan û li heman perava okyanûsê ye, germa navînî ya bajarê tenê 13 °C e. Berlîn, Almanya; Calgary, Kanada; û Irkutsk ku li başûrê rojhilatê Rûsyayê ye, hemî li heman hêlîpanê ne; germahiya meha çileyê li Berlînê bi navînî 8 °C ji germahiya Calgariyê û bi qasî 22 °C ji germahiya Irkutskê bilindtir e.[15]
Girseya avê Deryaya Navîn ku germahiyên li ser navînîya salane û rojane wekhev dikin, xwedî girîngiyeke taybetî ne. Ava Deryaya Navîn ji çola Sahrayê heta kevana Alpê li beşa herî bakur a Deryaya Adriyatîkê ya nêzîkî Trieste dirêj dibe. Bi gelemperî Ewropa ne tenê ber bi bakur ve li gorî başûr sartir e lê di heman demê de ji rojava ber bi rojhilat ve jî sartir e. Li rojavayê Ewropayê avhewaya okyanûsî serdest e û li rojhilat jî bandora avhewaya okyanûsî kêm e.
Dabeşkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Ewropaya Navendî
Gotara bingehîn: Ewropaya Rojava
Gotara bingehîn: Ewropaya Rojhilat
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Ewropî
Ziman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Siyaset
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Yekîtiya Ewropayê
Dewletên Ewropayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Ewropa ev dewlet hene:
Almanya
Albanya
Andorra
Belçîka
Bosniya û Herzegovîna
Keyaniya Yekbûyî
Bulgaristan
Çekya
Danîmarka
Estonya
Fînlenda
Fransa
Îrlenda
Îslenda
Îtalya
Kosovo
Kroatya
Makedonya
Letonya
Liechtenstein
Lîtvanya
Lûksembûrg
Mecaristan
Malta
Moldova
Monako
Montenegro
Holenda
Norwêc
Awistriya
Polonya
Portûgal
Romanya
Belarûs
San Marîno
Swêd
Swîsre
Serbistan
Slovakya
Slovenya
Spanya
Ûkrayna
Vatîkan
Yewnanistan
Welatên din
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Welatin hene nîvî an jê ribek di Ewropa de ye ew evin.
Dirav (pere)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ewro navê diravê fermî yê van welatên Ewropayê ye (2011):
Almanya
Awistriya
Belçîka
Estonya
Fînlenda
Fransa
Holenda
Îrlenda
Îtalya
Kîpros
Lûksembûrg
Malta
Portûgal
Slovakya
Slovenya
Spanya
Wekî din Euro li paş dolarên DYA duyem diravê ku herî zêde li cihanê danûstendin pê tê kirin.
Binêre
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Language facts – European day of languages Girêdana arşîvê 2015-10-02 li ser Wayback Machine, Council of Europe. Retrieved 30 Tîrmeh 2015.
- ^ Stenbolê bajarê parzemînê li gedên e, bi navenda bazirganî û wê ya dîrokî û li ser du ji sê a nifûsa derewan li aliyê Ewropayê, û li ser yek ji sisyan ji nifûsa xwe ya li ser aliyê Asyayê ji gedên.
- ^ Annual Population of Urban Agglomerations with 300,000 Inhabitants or More in 2014, by Country, 1950-2030 (thousands), World Urbanization Prospects, the 2014 revision, Population Division of the United Nations Department of Economic and Social Affairs. Standin 21 Tîrmeh 2015. Note: List based on estimates for 2015, from 2014.
- ^ "Europe | History, Countries, Map, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 7 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
- ^ "Europe: Human Geography". education.nationalgeographic.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
- ^ National Geographic Society, edîtor (1999). National Geographic atlas of the world (Çapa 7). Washington, DC: National Geographic Society. ISBN 978-0-7922-7528-2.
- ^ "World Population Prospects - Population Division - United Nations". population.un.org. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
- ^ Lewis, Martin W.; Wigen, Kären (2019). "The Myth of Continents". doi:10.1525/9780520918597.
{{cite journal}}: Ji bo journal parametreya|journal=hewce ye (alîkarî) - ^ Covert, Kim (2011). Ancient Greece: Birthplace of Democracy (bi îngilîzî). Capstone. ISBN 978-1-4296-6831-6.
- ^ "History of the European Union – 1945-59 | European Union". european-union.europa.eu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 adar 2022. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Europe - MSN Encarta". encarta.msn.com. Ji orîjînalê di 28 çiriya pêşîn 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2025.
- ^ "Why Europe works - FT.com". Financial Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 îlon 2025.
- ^ "Europe | continent". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 îlon 2025.
- ^ "European Climate | Picture of Europe Climate Map | World Book Encyclopedia". www.worldbook.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 9 çiriya paşîn 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 îlon 2025.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wikimedia-Atlas: Ewropa – Nexşên kevin û cografîk