Here naverokê

Hesenê Metê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hesenê Metê
Jidayikbûn1957 (68–69 salî)
EsilKurd
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kariyera nivîskariyê
Zimanê nivîsinêKurdî
Şêweyê wejêyîRoman, çîrok
Berhemên navdar
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hesenê Metê (jdb. 1957, Erxenî, Diyarbekir) nivîskar û romannivîsekî kurd e.[1] Berhemên wî ji kurdî hatine wergerandin ji bo zazakî, tirkî, swêdî û îngilîzî.

Hesenê Metê di sala 1957an de li gundê Teiyê yê Erxeniya Diyarbekirê hatiye dinyayê.[2] Ji ber sedemên malbatî di 11 an 12 saliyê xwe de ji gundê xwe derketiye.[3][4] Çend salan li Nisêbînê û li Diyarbekirê jiyaye. Dibistana navîn û lîse li bajarê MersinêTirkiyeyê xelas kiriye.[3]

Di geremolên salên 70-80an de ji ber sedemên siyasî çend caran hatiye girtin û di girtîgehê de maye.[4] Di dema derbeya sala 1980an de ji welêt derketiye û çûye Îranê. Li wir tevlî pêşmergeya KOMELA Zehmetkêşê Kurdistana Îranê bûye. Piştî wê, çûye başûrê Kurdistanê. Li gelek gund û bajêrên başûrê pêşmergetî kiriye. Di vê demê de bi pêşmergeyên YNKyê re pîyeseke ku nehatiye weşandin nivîsiye û derxistiye sehneyê, ku ji hêla Celal Talebanî û jina wî Hero Xanim ve hatiye temaşekirin. Vê serpêhatiya xwe di hevpeyvînekê de wisa vegotiye:[3]

Wî sê sal pêşmergetî kiriye. Pişt re daketiye Sûriyê û ji wir jî bar kiriye Swêdê.[4]Kengî, di çi salê de? Hesenê Metê hê jî li Swêdê dijî.[5]

Çîrok
  • Smîrnoff, Çîrok, 95 r., Weşanên Welat, Stockholm, 1991. ISBN 91-971254-1-5.
  • Ardû, Çîrokên Gelêrî, 173 r., Weşanên Welat, Stockholm, 1991. ISBN 91-971254-4-X.
  • Epîlog, Çîrok, 141 r., Weşanên Nûdem, Järfälla, Swêd, 1998. ISBN 91-88592-35-9.
  • Tofan, Çîrok, 88 r., Weşanxaneya Apec, Spånga, Swêd, 2000. ISBN 91-89014-76-6.
  • Pêsîrên dayê, Çîrok, 130 r., Weşanxaneya Apec, Spånga, Swêd, 2013. ISBN 978-91-86139-74-2.
  • Îşev û çîroka dawîn, Çîrok, 90 r., Weşanxaneya Peywend, Stembol, Tirkiye, 2014. ISBN 978-60585387-7-1
Roman
Werger
Berhemên din
  1. ^ Karahan, Enwer (22 hezîran 2007). "Hesenê Metê: Ez di dojehê de dijîm". NEFEL. Ji orîjînalê di 21 kanûna paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  2. ^ ABDÜLSEMETOĞLU, HALİL (2019). "Zanîngeha Mardîn Artukluyê". HÊMANÊN MÎTOLOJÎK DI ROMANÊN HESENÊ METÊ DE (PDF). Mêrdîn: Zanîngeha Mardîn Artukluyê. r. 46. Ji orîjînalê (PDF) di 26 adar 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  3. ^ a b c "Hesenê METÊ - YouTube". www.youtube.com. 9 kanûna pêşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 sibat 2021. Roja gihiştinê 16 adar 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ a b c Gelîş, Islam. "Labîrenta Cinan". Nûbihar. 16 (119): 34.
  5. ^ Hesenê Metê: Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e, Hevpeyvîn: 18 Çilê 2019, Kurdistan24

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]