Fatma Savcı
Fatma Savcı, anku Fatma Savcî, helbestvan û nivîskareke kurd e ku di sala 1974an de li gundê Girê Mîran ê Nisêbîn ji dayika xwe bûye.
Zarokatî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bav û kalên wê ji Hêştrekê, gundê Midyadê ne. Li gundê Girê Mîran dibistana bingehîn xwendiye. Tevlî têkoşîna doza azadiya kurdan bûye.
Salên li girtîgehê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1992an de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dûgela Tirk ve hatiye girtin. Cezayê panzdeh salan wergirtiye. Diwanzdeh salan di girtîgehên wekî Colemêrg, Elezîz, Çanakkale, Stembol, Mêrdîn û Mîdyadê de maye. Di zîndanan de dest bi nivîsandina helbestan kiriye.
Helbestên wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Helbestên wê di gelek kovar û malperan de wekî Jiyana Rewşen, Azadiya Welat, Tîroj, Peyv, Kovara W, Hîwa, Mavî ve Kent hatine weşandin.
Niha
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî diwanzdeh salan di sala 2003an de ji girtîgehê hatiye berdan. Niha li Stembolê dijî û nivîsandina xwe ya helbest û pexşanên wêjeyî didomîne.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gulên Qasid -helbest- Weşanên Avesta 2006
- Xewnên Zîvîn - helbest - Weşanên Avesta 2007
- Bîra Birînê - helbest - Weşanên Avesta 2010
- Şewq û Payiz - ceribandin - Weşanên Avesta 2011
- "Ristika Morîkan"- Çîrok- Weşanên Avesta 2012
- "Rojnivîska Rovaja-Ber Binxetê ve" Weşanên Avesta 2012