Garanîk
Garanîk | |
---|---|
![]() | |
Garanîkekî ji Kurdistanê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Ciconiiformes |
Famîle: | Ardeidae |
Cins: | Bubulcus Bonaparte, 1855 |
Cure: | B. ibis |
Navê zanistî yê latînî | |
Bubulcus ibis (Linnaeus, 1758) | |
Bincureyên garanîkan | |
B. i. ibis (Linnaeus, 1758) | |
![]() | |
Belavbûna garanîkan li cîhanê Cihên ku tê de têjikên xwe tînin derê. Tevahiya salê. Cihên ku tê de garanîk hene lê hêlîn çênakin. | |
Hevwate | |
Ardea ibis Linnaeus, 1758 |
![]() | Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên îngilîzî, rusî û esperantoyî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Garanîk an jî garranîk (bi soranî: Şawerrîxne; bi latînî: Bubulcus ibis) cureyekî famîleya şaqaviyan e.
Şayes[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Garanîk nêzî 50 cm dirêj e. Ji dûr ve spî diyar dike (zivistanan bi xwe spî spî dibe). Pê sor in. Çend perekên bavzer ên dirêj li singê wî ne. Çav zer in bi ser sorî ve. Nikul zer e û pê qehwayiyekî bi ser reşî ve ne.
Reftar û jîngeh[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Hindek caran li ser pişta çêl û gamêşan dadide, wan mêş û mûran dixwe yên taloqî wan dibin. Wekî şaqaviyên din hind naçe di avê de xwarina wî xişoke û beqên biçûk in.
Pirbûn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Komkome di nav qeramî û levenan û darûbarên berlêvên robaran hêlînan çêdikin; 4-5 hêkên rengesmanî dike.
Belavbûn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Li Kurdistanê behra pitir payîzan û biharan dihê dîtin. Li bakurê û nîveka Afrîkayê û li Portûgalê û başûrê Spanyayê û li Sûriyê û başûrê Îraqê û li Erebistanê û devera Deryaya Qezwîn û bakurê Îranê û Deryaya Reş têjikan tîne derê.
Pêşangeh[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
-Îsmaîl Taha Şahîn]] (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
- Zana Farqînî. Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
- H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nın Kuşları (Kuzey Afrika ve Orta doğu dahil). Türkiye Doğal Hayatı Kuruma Derneği, Stenbol. ISBN 975 94098 28
- D. îzolî (2007). Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî. Deng, Amed.
- R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Ageing and sexing (PDF) by Javier Blasco-Zumeta & Gerd-Michael Heinze Girêdana arşîvê 26 kanûna pêşîn 2011 li ser Wayback Machine
- Cattle Egret – [http://sabap2.adu.org.za/docs/sabap1/071.pdf Species text in The Atlas of Southern African Birds