Gite, Silopî

(Ji Gitê hat beralîkirin)
Gite
Çalışkan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex
Navçe Silopi
Nahiye Silopi (navend)
Binebeş
Şaredar İsa Yiğit (AKP)
Demografî
Gelhe (2012) 4.406[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°17′46″Bk 42°38′33″Rh / 37.29611°Bk 42.64250°Rh / 37.29611; 42.64250
Bilindayî 690 m
Koda postayê 73400
Koda telefonê (+90) 486
Gite li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gite
Gite
Gite (Tirkiye)

Gite, Gite Cedîd (1928: غطهء جديد / Guitté djédid; 1946: Gitta; bi tirkî: Çalışkan), gundekî ser Silopiya Şirnexê ye. Gite navê wê yê ku têt zanîn di bîrahiyên kevn de li dev xelkê gundê Gite. Gite dikevit rojhelata qezaya Girgê, Silopiyê.

Gundên hevsinor li gel gundê Gite[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bakurê rojhelat, gundê Slib (Silibê) û Herbol; li bakurê rojava, gundê Dêresor û Dêredevş û Bêspin; li rojava gundê Kunsera û Kûlya; li başur gundê Dehlik û Hewrêz û Kernê û Kîzzav. Ev çend gund dikevine başurê Kurdistanê.

Gite ji konfederasyona gundên Bêrsoveyan e, ango giteyî bêrsoveyî ne û ji eşîreta Hacî Bedirya ne.

Cihên kevnar li gundê Gite[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kaniya Mêra, Kehniya Mêran, ango ev kanî taybet ya zelaman e.
  • Kaniya Jinka, Kehniya Jinikan, ango ev kanî taybet e bo afretan bi tenê.
  • Kaniya Sirkkê, Kehniya Sirkê, ava ya cemidî ye li werzê havînê gundiyan ji bo vexwarina xwe an ji kaniyê diînan.
  • Kaniya Lîçê, Kehniya Lîçê, ev kanî ji behra pitir avreta bi kar diînat.
  • Kaniya Axê, Kehniya Axê, ya ji karkeftî ye.

Ev kanîyên ku me li jor navê wan dest nîşan kirîn hemû kaniyên dîrokî ne û dîroka wan kes nizanit yan ji gundî nizanin ka yên kî serdemîne.

Ziyaretên gundê Gite[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Feqê Kilîs
  • Pêlan
  • Tirbên Mîra
  • Şêx Ehmed
  • Ziyaretê mezin

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]