Xirabreşkê

Xirabreşkê
Yeniköy
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex
Navçe Silopî
Demografî
Gelhe ? kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°16′13″Bk 42°25′26″Rh / 37.27028°Bk 42.42389°Rh / 37.27028; 42.42389
Bilindayî ~ 516 m
Koda postayê 73400
Koda telefonê (+90) 486
Xirabreşkê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xirabreşkê
Xirabreşkê
Xirabreşkê (Tirkiye)
Map

Xirabreşkê an jî Xirabreşik (bi tirkî: Yeniköy) li ser navçeya Silopî ya ye û nêzîkî 3 km ji çîyayê Cûdî dûr e. Ava Bazamir di ber Gundê Xirabreşkê re dibûre û hinek havînan jî Ava Bazamir çik dibe û ev Gund dema bê av dima, diçûn ji Germgê, Kortikê û Şererfxana ava xwe bi Keran û bi mekînan tanîn. Ava Bazamir jî ji qûntara çiyayê Cûdî ji Gireçulya diherikî. Di van Gundên dorbarên Xirabreşkê de Kaniyên avê hebûn, bes li Gundê Xirabreşkê tune bû. Bes zivistanan jî ava Bazamir heta 5 m Lehî radibû. Li Xirabreşkê jî halê wan ê Aborî Dexil, Genim, Ceh, Nîsk, Nok, Zebeş û Gindûrên wir jî hebûn. Gundê Xirabreşkê wekî; Hesp, Hêstir,Ker, Çêlek, Mih, Bizin, Eluk û Mirîşkên wan jî hebûn. Gundiyan xwe bi vî awayî îdare dikirin.Ev Gund bes di destên du malan de bûn. Ji vê malê re digotin Mala Ehmedê Melê û Mala Xalidê Reşo. Nîvê Gund ê Mala Ehmedê Melê û birayên wî bûn, çarîkeka Gund jî di destê Mala Xalidê Reşo û çarîka din jî di destê Maleke Silopî de bû, bes ev mal li Gundê Eywanê dima. Mala Ehmedê Mele Ûsiv bi eslê xwe ve Şirnexî û Bilmatî ne, Mala Xalidê Reşo û Mala din jî bi eslê xwe ve Silopî bûn.

Gundiyên din Milkên wan tûne bûn, bes ên Milk heyîn alîkariya yên bêmilk dikirin.

Piştî ku hikmeta Tirk anjî Leşkerên Tirk ev Gund jî wekî gelek Gundên li Kurdistanê di sala 1995 an de valekirin, gelek ji wan koçberî navçeya Silopî bûn û hinek ji wan jî koçberî Otonomiya Kurdistan bûn û niha jî li Qempa Maxmur jîyana xwe berdewam dikin.

Têtê bawerkirin, ku yek malbat ji Gundê Xirabreşkê niha li Qempa Maxmur dijî û ew malbata Seîdê Evdil-Kerîmê Melê ye.

Gundiyên din jî niha jîyana xwe li Silopî ya berdewam dikin.

Gundê Xirabreşkê di dîroka Kurdistan û herêmê de cihê xwe girtîye û Gundekî gelekî kevne.

Tête gotin, ku ve Gund berê gelekî mezin bû, bes ev Gund tête xirakirin û ji nuve tête avakirin.sebeba xirabûne yekemîn ne dîyare.

Li robarê Bazamir ji Gundê Germgê bigre heta Gundê Şerefxana û Kurtkê di Bazamir de gelek Aş, Xanî, Pir û Şkeft hene û weke dîrokî tête ecibandin. Nêzîkî Xirabreşkê Gundê Kevxwêlegê jî hebû di navbeyna Xirabreşkê û Şerefxana de.Heta niha jî mirov sitmên xaniyên Kevxwêlegiyan di şûnwarên wan de dibine.

Li deravê Ava Bazamir li Gundê Xirabreşkê jî Pirek hebû kû di wî wextî de Rêwingiyên di Hasankeyf re derbazdibûn û biçûna Silopî, Zaxo û derên din yên Êraqê jî di vê Pira Xirabreşkê re dibûrîn û derbaz dibûn. Mesele wekî Qaçaxçîyan; ev ji derên gelekî dûr dihatin.

Bes niha mirov tinê kûpê vê Pirê dibîne...û di vê Ava Bazamir de gelek Mixare û Şkeft hene, bes bê xweyî ne û belkî gelek kes û Dîroknas nizanin ev agahiyên Dîrokî li vî Gundê Xirabreşkê hene...

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]