Here naverokê

Hesena, Silopî

Hesena
Kösreli
Hesena li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Hesena
Hesena
Koordînat: 37°20′31″Bk 42°25′29″Rh / 37.34194°Bk 42.42472°Rh / 37.34194; 42.42472
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehŞirnex
NavçeSilopî
Bilindahî
860 m (2820 ft)
Nifûs
 (2020)
48
Koda postayê
73400
Koda telefonê(+90) 486
Map
biguhêreBelge

Hesana (bi suryanî : Hassana, bi tirkî: Kösreli), gundekî asûrî bû ku li navçeya Silopiya û di qontara çiyayê Cûdî de dijiyan. Ev miletê asûrî û kurdên misilman di ser hevdu de diçûn û dihatin û ne li dijî hevdu bûn, wekî gelek caran ev tête gotin.

Dibêjin ev gundekî gelek xweş bû; dehil, rez, av, kanî, erd, milk û pezên wan hebûn. Herweha di gundên asûriyan tinê de ev şal û şapigên cilên kurdî dihatin çêkirin. Divê bête zanîn ku asûriyan gelek arîkariya miletê kurd û tarîx û kultura kurdan kirine û herweha miletê Axa Mezopotamyayê ne. Kilîseyek û xwendegeha gundê Hesana jî hebû û ji berê û pêde xwenda bûn. Ew gundê asûrî piraniya wan li Stenbol û Ewropayê jî jiyana xwe berdewam dikirin. Bes wekî gelek gundên navçeya Silopiya ev gund jî bi destê rejîma tirk hat di salên 1995an de xirakirin û hat valekirin. Hemî reviyan û weke gelek Kurdan li cîhanê belav bûn. Gelek ji asûriyan çûn bajarên wekî Stenbolê û bes behra bêhtir çûne Ewropa û Elmanyayê. Gelek ji van miletê Axa Mezopotamyayê li paytextê Elmanya Berlîn û gelek bajarên din yên Elmanyayê dimînin.

Îro hiskê asûrî, ermenî anjî kurdên êzidî û û misilman jî bin, hemî jî bûne koçberên sedsalî. Weke tête zanîn heta niha 4.000 gundên kurd, asûrî û ermeniyan di Axa Mezopotamyayê de ji aliyê dewleta tirkî ve hatine xirakirin û wêrankirin.

Gerîlayê GHB Mihayel Cudi ji vî gundî bû.

Nifûs li gorî salan
SalNifûs±%
201526—    
201620−23,1%
201719−5,0%
201837+94,7%
201943+16,2%
202048+11,6%
202149+2,1%
202246−6,1%
202343−6,5%
202451+18,6%
Çavkanî: 2015,[1] 2016,[1] 2017,[1] 2018,[1] 2019,[1] 2020,[1] 2021,[1] 2022,[1] 2023,[1] 2024[1] Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]



  1. ^ a b c d e f g h i j "Adrese Dayalı Nüfus Kayıt Sistemi" (bi tirkî). Roja gihiştinê 15 gulan 2025.