Gundê Hedîd, Silopî
Gundê Hedîd Ortaköy | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Navçe | Silopî |
Nahiye | ? |
Demografî | |
Gelhe (2010) | 784 kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 37°11′48″Bk 42°26′50″Rh / 37.19667°Bk 42.44722°Rh |
Bilindayî | 425 m |
Koda postayê | 73400 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
Gundê Hedîd (bi tirkî: Ortaköy) gundek ji gundên navçeya Silopiya ye.
Li Gundê Hedîd Silopî û Cizîrî dijiyan û heta 5 km dûrî Silopiyê ye. Di zude tabûra Iskerê Tirkî têde hebû û li Silopiyê qereqûl hebû û heta elektrika vî gundî jî hebû. Li wira jî çandîniya genim hebû. Tête gotin ji berî ku Silopî bibe navçe, dihata behskirin, ku Gundê Gundê Hedîd bibe navçe ji şûna Silopîya. Bes weke tête zanîn, di Silopîya de xelkê Silopî hene, gotinên wan li cem hikmetê mihimtir bûn. Ji ber vê yekê jî rabîn Silopî kirin navçe û Gundê Hedîd hêlan. Gundê Hedîd gundek gelek xweş bû, hişînatiya vî gundî zêde bî û ji Silopiyê xweştir bî. Bes wextê Silopî bî navçe, Gundê Hedîd rengê xwe yê berê winda kir. Di gund de mêrek bi navê Ebdula Efendî hebû, bi xwe dewlet katibî bû û dilekçe ji xelkê re dinivîsî û vêrgî distand. Di wextê wî de gelek Kurdan xwendin û nivîsana wan tune bûn, ji ber vê yekê ji ewî bi dexdîlo ya xwe arîkariya kesê ku nivîsana wî nebû dikir. Ebdula Efendî û xwe eslê wî ji Cizîra Botan bû û dibî mirovê Mala Mîr û Bedirxaniyan.
Ev gund niha jî dimîne, bes berû xirabînê çûye.
Gelhenasî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Sal | Gelhe[1] |
---|---|
2010 | 784 |
2000 | 895 |
1990 | 728 |
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ Yerelnet, Ortaköy, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 15 çiriya pêşîn 2011 Parametreya
|archiveurl=
and|archive-url=
ji yekî zêdetir caran hatiye nivîsin (alîkarî); Parametreya|archivedate=
and|archive-date=
ji yekî zêdetir caran hatiye nivîsin (alîkarî)
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- http://www.silopi.net.tc Girêdana arşîvê 13 gulan 2012 li ser Wayback Machine