Gola Nemrûdê
Gola Nemrûdê Gola krater a Nemrûdê | |
---|---|
Herêm | Bakurê Kurdistanê |
Bilindî | 2 247 m |
Rûber | 12.36 km2 |
Dirêjî | 4.9 km |
Firehî | 2.1 km |
Kûrahî | 176 m |
Koordînat | 38°37′10″Bk 42°13′20″Rh / 38.6194°Bk 42.2222°Rh |
Cure | Krater |
Gola Nemrûdê yan jî Gola krater a Nemrûdê, duyem gola krater a herî mezinê li Cîhanê ye û gola krater a herî mezinê li Kurdistanê ye. Gola krater a Nemrûdê navê xwe ji çiyayê volkanîk a Nemrûdê wergirtiye ku yek ji stratovolkanên Bakurê Kurdistanê ye. Gol di encama teqîneke volkanîk de li ser heman çiyayê çêbûye. Gola Nemrûdê li rojavayê Gola Wanê di navbera navçeyên bi ser parêzgeha Bidlîsê, navçeyên Tetwan, Xelat û Norşîn de ye.[1] Kratera ku di encama teqînên volkanîk a li nemrûdê pêk hatiye, firehiya jorîn a kraterê 48 km² ye û rûbarê kraterê jî 36 km² ye. Kratera Nemrûdê jiber xwezaya xwe ya taybet her sal di mehên havînê de dibe cihê rawestgeheke geştyarî.
Rûava golê 12.36 km² ye û bilindahiya golê ya ji asta deryayê 2247 mêtre ye. Kûrahiya golê bi navînî bi qasî 100 mêtre ye û xala golê ya herî kûr 176 mêtre ye. Germav û kaniyên germ ên li dora golê nîşaneyên herî dawî yên çalakiyên volkanîk in. Gola Nemrûdê bi ava berfê û bi ava barîna baranê hatiye xwedîkirin û ava wî ji ava sar û şîrîn pêk tê. Di analîzên mînakên avê de hat diyarkirin ku av zelal e, bê reng e, bê bîhn e û tema avê jî wekî ava vexwarinê normal e. Ava gola Nemrûdê ji aliyê radyoaktîvîteyê ve di nava sînorên asayî de ye. Nirxandina asîdeyê pH 7.4 e û av hinek bi alkalîn e. Ji ber ku Gola Nemrudê ji aliyê nîtoplanktonê ve gelekî dewlemend e, di sala 1986an de hejmareke Masî berdane golê û gol di demekî kurt de gihêşte asta gola masîgiriyê. Ji ber ku nebatên ji herêmên cuda jiyana xwe bi hev re didomînin, asta golê hema hema hertim dimîne û hevsengiya baran û avhewayê hatiye tespîtkirin, nîşan dide ku ev der xwedî mîkroklîma ye.
Çêbûna golê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tê texmînkirin ku çêbûna kratera Nemrûdê bi şikestineke berbelavbûnê ya ku ji ber tansiyona tektonîkî ya li Kurdistanê di serdema jeolojîk a Pliyosenê de derketiye dest pê kiriye. Dema ku dîroka erdnasî ya Bakurê Kurdistanê tê lêkolînkirin tê pêşbînîkirin ku korta Gola Wanê û korta Deşta Mûşê di serdemên berê di beriya teqîna Çîyayê Nemrûdê ya destpêkê de wekî perçeyekî erdnîgarî bûne. Veqetandina van her du kortan bi herikîna volkan ên Çiyayê Nemrûdê Bidlîsê pêk hatiye û jiber herikîna volkanê di navbera her du kortan deşta bilind a Deşta Rewanê çêdibe. Deşta Rewanê di heman demê dibe sedema afirandina Gola Wanê ya îro.
Tê hesabkirin ku Çiyayê Nemrûd a Bidlîsê di pêvajoya çalakiya xwe de bi giştî 210 km³ madeya volkanîk pekandiye. Tevahiya maddeyên ku ji volkana Nemrûdê ku di teqîna destpêkê de derketiye, bi qasî 110 km³ ye. Rêjeya lava ku herikiye bi qasî 30 km³ ye. Bi demê re, lavên li qiraxa çimanê kom dibin, bilindahiya kona çiyayê digehije 4000 mêtre yê. Piştî bê çalakiyê bi qelisbûn û hilweşandina beşa jorîn korta gola îro çêdibe.[2]
Korta Gola Nemrûdê xwedî qadeke bi qasî 40 km² ye. Di warê çalakiya volkanîk ên Kurdistanê de yek ji teşeyên herî taybet û orjînal ên erdê ye. Di lûtkeyê de pênc gol hene, du ji wan mayînde ne û sê ji golan jî demsalî ne. Di nav golên de ya herî mezin Gola Nemrûdê ye ku bi awayê nîvheyvê ye û ji aliyê derve ve derketina ava golê tine ye.[2]
Kaldera
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kaldera li rojavayê Gola Wanê li navçeyên Tatwan, Xelat û Norşîn a Bitlîsê ye. Navê golê ji kesayeta mîtolojîk ku qiralekî sumerî ye ji navê Nemrûd hatiye wergirtin. Kaldera 13 km ji navçeya Tatwanê û 25 km ji navçeya Xelatê dûr e. Volkana Nemrûdê yek ji mezintirîn kalderayên cîhanê ye. Nîvê rojavayê kraterê ji aliyê golê ve hatiye vegirtin. Di lûtkeyê de pênc gol hene ku du ji wan golên berdewamî ne û sê golên din jî golên demsalî ne. Di nav golan de gola herî mezin Gola Nemrûdê ye ku awayê heyvê girtiye. Ava gola mezin ava şirîn a bê reng, bê bêhn e ku di qalîteya ava vexwarinê de ye.
Gola Nemrûdê li bilindahiya 2.247 mêtre ji asta deryayê bilind e. Rûbera golê 12,36 km² ye û kûrahiya golê ya navîn ya 100 mêtre ye xala herî kûr a golê 176 mêtre ye.[3]
Kalderaya Nemrûdê li Bakurê Kurdistanê li ser konê herî ciwan ê volkanê ye ku di rewşeke ne-hilweşandî de ye. Ev jeomorfolojiya binyadî ya bêhempa kalderayê dike mijarek lêkolîna zanistî.
Jeolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Beşa navîn a kratera Çiyayê Nemrûdê bi lav û tufên obsîdyenê hatiye girtin. Piroklastîkên volkana Nemrûdê ku di dema çêbûna kortê de çêbûne qadên pir mezin vedigirin. Lavên volkanê ji herikên paşverû û îgnîmbrîtê pêk hatine û rûberek bi qasî 4.189 km² vegirtin e. Madeyên volkanîk li aliyên bakur û başûr belav dibin. Wekî Kevirê Xelatê ku tê zanîn ji îngîmbrîtan, bi rengê ji qehweyî tarî bigire heta reş ku ji pêkhateya trakîtîk e, li aliyê başûr heta nava Geliyê Bidlîsê di ser bazaltan re herikiye. Teqînên ku bi çêbûna korta golê re têkildar in dibe ku di navbera 90 hezar û 30 hezar sal berê de çêbûne. Çalakiya piştî çêbûna kortê li kortê û li herêma şikestinê ya li bakur tên dîtin tê pêşbînîkirin ku di sê qonaxan de pêk hatine. Di navbera 30-12 hezar salan de lavên camedîtîk diherikin û tepe ya kortê pêk tînin. Li kortê 10 kortên biçûk ên volkanîkî hene.
Xweza
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Flora
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nêzî 450 cureyên nebatan li gola Nemrûdê û derdora wî hatin tomarkirin. Ji wan derdora 200 (ji sedî 44) ji cûreyên nebat ên herêmê ne. Cihêrengiya florayê guherbariya şert û mercên avhewayê yên berê destnîşan dike. Nêzîkî 38 (8.4%) ji cureyên riwekên heyî endemîk in. Kulîlka guldexwîn ku li vir şîn dibe, yek ji kulîlkek navdar ên cîhanê ye. Nebata klîmîkê ya gola Nemrudê, bizûka por (Betula) û hêşînahiyê lerzok (Populus tremula) pêk tîne.[2]
Fauna
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Qada ku bûye xwedî parastina taybet jibo teyrên wekê Werdekên kovî, Teyrên grîfon û Teyrêbaz a zêrîn re bûye qada hêlînê. Gola Nemrûdê cihê rawestgeha Teyrên koçer e, ji ber nêçîra bêdestûr û bê kontrol hejmara cureyên çûkan li golê kêm bûye. Ajalên ku niha li herêmê tên dîtin ev in: cureyên Çivîkan, Kew Werdekên kovî, Mêşhingiv û Peleçemk, Xezal û Hirç e. Jiber nêçîrê bê kontrol Pezkovî li herêmê nemane.[2]
Abîdeya xwezayî û Ramsar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gola krater a Nemrûdê di sala 2003an de wekî abîdeyek xwezayî hatiye diyarkirin.[4] Qada gola niha parastî ye û qada parastî ya li dora gola kraterê bi qasî 4.8 km² ye.
Gol di statûya seyrangeheke geştyarî, herêmeke parastî ya pileya yekem û avî de tê parastin. Di sala 2007an de li quntara başûr a golê navendek werzîşên zivistanê û skiyê hate damezrandin. Di warê ekolojiyê de metirsiya sereke çêrandina zêde yê keriyê şivanan e.[2][4]
Wêne
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Binêre
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "TRB2 BÖLGESİ MEVCUT DURUM ANALİZİ DOĞAL KAYNAKLAR - PDF Ücretsiz indirin". docplayer.biz.tr. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2022.
- ^ a b c d e "Nemrut Krater Gölü – BİTLİS". www.turkiyesulakalanlari.com (bi tirkî). Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2022.
- ^ Kurttaş, Türker; Tezcan, Levent (15 tebax 2018). "Nemrut Kaldera Göllerinin Su Kaynakları Potansiyeli". Süleyman Demirel Üniversitesi Fen Bilimleri Enstitüsü Dergisi. 22 (2): 823–831. doi:10.19113/sdufbed.93985. ISSN 1308-6529.
- ^ a b "Ramsar Convention - The Ramsar List". web.archive.org. 2 sibat 2017. Ji orîjînalê di 2 sibat 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2022.