Gotûbêja bikarhêner:MikaelF/Archive 14

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gotara kozmolojî[çavkaniyê biguhêre]

Silav@MikaelF: Tu çawa nî ? Ez dixwazim gotara kozmolojî ji bo jêbirinê pêşkeş bikim . Ji ber ku gotara vê pirtir rindtir bi sernavê gerdûnnasî he ye . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 17:04, 8 adar 2022 (UTC)[bersiv bide]

Tennessee an jî Tênesî ?[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF: ! Tu çawani ? başî heval ? Pirsek min he . Guhertina min çima hate şunde kirin ? Ne tenê Kurdistanmedia, Dengê Amerîka jî Tennessee wek Tênêsî dinivîse. Silav û Rêz https://www.dengeamerika.com/a/dr-kirmanc-gundi-heta-baweriya-bi-iraqe-nahete-kirin-111971389/1115017.html Avestaboy (gotûbêj) 15:10, 27 adar 2022 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Penaber49: @Gomada: Silav hevalno! Napoli bi kurdî wek Napolî tê nivîsandin. Min dixwast sernavê gotar sererast bikim. Lê mixabin na be . Ji ber ku peyva Napolî bi gotara zimanê napolî hatiye beralîkirin . Gelo hûn dikarin alîkariya min bikin? Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 23:22, 30 adar 2022 (UTC)[bersiv bide]

Wêneyê Çopî Fetah[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Bikarhêner: @Gomada: Min wêne bar kir û paşê dixwast li ser Wîkîpediya Commons zêde agahî binivîsim . Lê mixabin min çewî kir. Gelo hûn guhertina min betal bikin ?

https://commons.m.wikimedia.org/wiki/File:Chopy.jpg Avestaboy (gotûbêj) 07:48, 4 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

1977-1978, 1983-1984, 1988[çavkaniyê biguhêre]

Http://diq.wiktionary.org dest pêkerd o. Xorasan (gotûbêj) 15:43, 13 kanûna paşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]

@Xorasan: rindo, heq to ra razî bo! --MikaelF (gotûbêj) 18:22, 13 kanûna paşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]

Serkirdeyên jin ên kurd[çavkaniyê biguhêre]

Kolan (kuçe), cade, rêk, piyade[çavkaniyê biguhêre]

Li gorî tabloyên pênasa rêkan li Dihokê:

  • Kolan (kuçe), street
  • Cade, road
  • Rê (rêk), way
  • Piyade, walk way

Mosul War Cemetery[çavkaniyê biguhêre]

https://www.cwgc.org/visit-us/find-cemeteries-memorials/cemetery-details/69702/MOSUL%20WAR%20CEMETERY/ https://www.cwgc.org/our-work/news/un-helps-clear-mosul-war-cemetery/ https://news.sky.com/story/gentle-steps-forward-in-restoring-mosuls-commonwealth-war-cemetery-12272076 GPinkerton (gotûbêj) 21:35, 26 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]

en:MacRobert baronets (Sir Roderic Alan MacRobert) GPinkerton (gotûbêj) 21:39, 26 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]

Zimanê esperanto[çavkaniyê biguhêre]

Malmezinên ewropî[çavkaniyê biguhêre]

Li ser Enver Ceylan[çavkaniyê biguhêre]

Silav Enver Ceylan Min dît ku te kontrol kir, tu dikarî gotarê ji namzediya jêbirinê derxînî? 78.162.42.106 11:02, 27 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

Selamun eleykum[çavkaniyê biguhêre]

Selamun eleykum,

Vakfe (şirket) Spas ji bo tevkariya we ya gotarê.

Remezanê pîroz be. --JellyBooN (gotûbêj) 21:24, 30 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav JellyBooN, spas, eyda te jî pîroz be. --MikaelF (gotûbêj) 08:19, 1 gulan 2022 (UTC)[bersiv bide]

Jêbirina gotara kemajenê piçûk ( ji kerema xwe bixwînin )[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Mehk63: @Gomada: , @Penaber49: @Guherto: @Bikarhêner: Îro min li lîsteya gotarên xwe yên gotarên xwe nihêrt û tenê îro dît ku yek ji gotarên min bi tenê bêyî agahdarkirinê hate jêbirin. Hin gotarên min ên berê ne baş bûn, lê ev gotar bi çavkanî bû. Lê tişta ku niha di Wîkîpediya Kurdî de tê kirin, bêşermî ye. Ev 4 sal in min zêdetirî 500 gotaran ji bo Wîkîpediya Kurdî nivîsandine, lê ger wiha berdewam bike ez ê bi tevahî rawestim. Ev dema min a serbest ye ku ez feda dikim.

https://ku.wikipedia.org/wiki/Kemanjen%C3%AA_pi%C3%A7%C3%BBk_%28_pirt%C3%BBk%29 Avestaboy (gotûbêj) 09:22, 8 gulan 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy ez baş tênagihem, gotara ku tu dibêjî hatiye reşkirin li vir e: https://ku.wikipedia.org/wiki/Kemanjenê_piçûk_(pirtûk). Sernav hatiye sererastkirin, ( pirtûk) bû (pirtûk). Qewet be. --MikaelF (gotûbêj) 09:35, 8 gulan 2022 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF: Ger wisa be, ez dixwazim ji her kesî lêborînê bixwazim. Gotar di lîsteya gotarên jêbirin de bû. Ji ber vê yekê min fikir kir ku ew gotar hat jêbirin. Ma hûn dizanin ez çawa gotarên jêbirin ji qutiya xwe derdixim? https://xtools.wmflabs.org/pages/ku.wikipedia.org/Avestaboy/0//deleted Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 09:45, 8 gulan 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy: Erê, wisa ye. Divê tu ji @Ghybu: pirs bikî, lê ez bawer dikim ku di projeya Wîkîpediyê de hertişt ji bo hemîşe tê tomarkirin... :) --MikaelF (gotûbêj) 09:56, 8 gulan 2022 (UTC)[bersiv bide]

Abd-al-Baqi Nahavandi[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Mehk63: @Gomada:@Penaber49: Ez dixwazim gotarek li ser dîroknasê kurd Abd-al-Baqi Nahavandi binivîsim . Lê mixabin ez nizanim ku navê wê çawa bi kurdî tê nivîsandin. Abd-al mirov dikare wek Evdal binivîse. Lê Baqi Nahavandi çawa tê nivîsandin? Nahavand parêzgerek îranî ye . Ez texmîn dikim ku ew bi Kurdî wek Nehawend tê nivîsandin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 07:49, 28 gulan 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Avestaboy: Ebdulbaqî Nehawendî yan Ebdulbaqî Nihawendî binivîse :) qewet be --MikaelF (gotûbêj) 08:51, 28 gulan 2022 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF: Ez ne zimannasim . Ema gelo Evdilbaqî Nihawendî çêtir nîne ? Ji ber ku ew bi eslê Kurd bû . Mesela em Abdurrahman Aktepe jî wek Evdirehmanê Axtepî dinivîsin ( ango tîpa b dibe v ) . Gelo tu çawa difikirî ?

Avestaboy (gotûbêj) 11:22, 28 gulan 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy Ebdulbaqî, Ebdilbaqî, Evdilbaqî..., hemû dirust in. Berê min Evdilbaqî, Evdilla, Evdirehman dinivîsand lê niha çend sal e ez navên dîrokî wek Ebdu- dinivîsim. Di warê Evdirehmanê Axtepî de çavkaniyên bawerpêkirî hene yên ku nav bi vî rengî dinivîsin. Helbestvanê kurd Ebdulla Peşêw jî berê wek Evdila Peşêw navdar bû lê niha çend sal e ew bi xwe navê xwe wek Ebdulla îmze dike. Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 09:57, 28 gulan 2022 (UTC)[bersiv bide]

Akram Hidou bi Kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalê @MikaelF: Tu çawanî ? Başî ? Pirsek min he. Navê derhênerê kurd Akram Hidou bi Kurdî çawa tê nivîsandin? Ez difikirim ku Ekrem Hidû rast e . Helwesta te çawa ye ? Avestaboy (gotûbêj) 10:48, 29 gulan 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy, dembaş! Ez baş im, gelek spas, ez hêvîdar im ku tu jî baş bî. Min navê wî bi tenê mîna Akram Hidou dîtiye, kurd-alman e, bi ya min, bila navê wî wisa bimîne, Akram Hidou. Akram Hidou ji me baştir dizane :) --MikaelF (gotûbêj) 07:15, 30 gulan 2022 (UTC)[bersiv bide]

Durûtiya hevalê Bikarhêner[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalê @MikaelF:. Tu çawanî başî ? Ew hevalê @Bikarhêner: mirovekî bê şerde ye . De ji kerema xwe re bixwînine ew ji min çi nivîsand :

Avestaboy tu hê jî dewam dikî guherandina peyvên li ser Wîkîpediya kurdî. Ev der ne çiftliga bavê te ye. Ez dibêjim tu însanekî bêfam î jixwe. Ev bû 10 carê ku tekrar dikim, lê mecbûr im ku carekî din bibêjim.Tu însanekî pir cahil î. Fam nakî, nizanim bi yekî bi qasî te cahil re çawa bidim famkirin, lê divê dîsa îzah bikim. Xêra xwe Wîkîpediya kurdî xira neke û dev ji vir berde. Xebatên te tenê zerarê dide Wîkîpediya kurdî. Xebatnexeş ji te re. 

Ango hevalê Bikarhêner guhertina peyvan şermezar dike . Lê aniha min dît ku @Bikarhêner: dîsa sernavê pirtûk wek kitêb guherand. Ew ne tenê ew guhertin bû .Ew xwe guhertinên te betal kiriye ema guhertinên me ne dipejirîne. Ew bi helwest û dîtina min durûtiya pir mezin e . Avestaboy (gotûbêj) 09:12, 3 tîrmeh 2022 (UTC)[bersiv bide]

Rastnivîsandin Artemis[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF: ? Tu çawanî ? Başî ? Aniha min Sokrates wek Sokratês û Arîstoteles wek Arîstotelês guherand? Gelo Artemis çawa tê nivîsandin? Artemis, Artemîs an jî Artemês ? Her wiha gotara Iqlîdes he ye . Ez texmîn dikim ku Iqlîdês an jî Ewklîdês rast e . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 07:43, 4 tîrmeh 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy, gelek spas ez baş im, tu çawan î? Artemîs Ἄρτεμις e, ne wisa? --MikaelF (gotûbêj) 06:59, 6 tîrmeh 2022 (UTC)[bersiv bide]

Rêz û rêzikên edebê li Wîkîpediyê / Etîkêt[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalê @MikaelF: Tu çawanî ? Aniha gotara Xwedawend di bin godess ( tanriça , Göttin , déesse ) de hatiye tomarkir kirin . Lê ew çewt e . Godess , tanriça , Göttin , déesse xwedawendeke mê / jinane ango xwedabanû ye . Xwedawend bi îngilîzî deity , bi almanî Gottheit û bi fransî divinité ye . Mesela Poseidon, Hêra, Dêmêtêr, Hadês an jî Zeus hemû Xwedawend ên mîtolojiya yewnannî ne . https://m.wikidata.org/wiki/Q178885

Avestaboy (gotûbêj) 06:26, 9 tîrmeh 2022 (UTC)[bersiv bide]

Brezîl di qutiya welatan de[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalê @MikaelF: ! Tu çawanî ? Başî ? Aniha ez dixwazim di hin qutiyên çend gotaran de Brazîl wek Brezîl biguherînim . Lê mixabin nivîs lê paşê sor dibe . Gelo tu dikarî ji min re alîkar bibî ? Silav û rêz https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Sevilla_FC Avestaboy (gotûbêj) 10:06, 15 tîrmeh 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav birêz MikaelF, tu cawa yî? Pirsek min li te heye: ez cawa karim Infobox ek bo gotara Tesla cêbikim? Spas bo bersiva te! Ferrus

Silav ji te re jî hevalê hêja @Ferrus: sax be, ez baş im, tu çawan î? Te ev şablon dîtiye?

{{Agahîdank Şîrket | nav = | logo = | logo mezinayî = | binlogo = | wêne = | wêne mezinayî = | binwêne = | wêne sernûçe = | navê berê = | navê rastî = | navê rastî ziman = | navê romanîkirin = | navê kevn = | şikl = | bazirganîkirin = | ISIN = | pîşesazî = | cure = | qeder = | pêşvehat = | paşvehat = | avakirin = <!-- {{destpêka dem û temen|sal|meh|roj}} li [[bajar]], [[parêzgeh]], [[welat]] --> | avaker = | têkçûn = <!-- {{dawiya dem|sal|meh|roj}} --> | cihê sergeh = | bajarê sergeh = | welatê sergeh = | koordînat = | hejmara cih = | hejmara cih sal = | herêma xizmetê = | kesên sereke = | berhem = | marka = | xizmet = | dahatin = | dahatin sal = | xebitandina dahatinê = | xebitandina dahatinê sal = | dahatina net = | dahatina net sal = | hebûnên rêveberiyê = | hebûn = | hebûn sal = | sermiyan = | sermiyan sal = | xwedî = | endam = | endam sal = | hejmara karkeran = | hejmara karkeran sal = | bingeha şîrketê = | dabeşkirin = | şîrketên hevpar = | dirûşm = | modul = | rêjeya sermaye = | nirxandin = | jêrenot = | intl = | malper = <!-- {{URL|mînak.com}} --> }}

Qewet be, silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 10:52, 16 tebax 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav. Taybet:diff/1096230: bê îmze, şablona {{ragihandin}} neşuxile Bişirîn Ghybu (gotûbêj) 11:00, 26 tebax 2022 (UTC)[bersiv bide]

Teter , Teterî û Teteristan[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno @MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Mehk63: @Gomada: @Penaber49: @Bablekan:. Hûn cawanin? Başin? Bi dîtina min çêtir e heke em gotarên Tatar , Tatarî û Tataristan wek Teter , Teterî û Teteristan binivîsin. Ferhenga dîjîtal a O - Ferheng û Wîkîferheng jî wê rastnivîsê tercîh û hevyaz dike .

https://ku.m.wiktionary.org/wiki/teter%C3%AE

Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 15:18, 17 îlon 2022 (UTC)[bersiv bide]

Zimanên Laponî /Sámî[çavkaniyê biguhêre]

Êvar baş hevalê @MikaelF: Min aniha ji bo yekkirina gotaran agahîdankê ji gotara Zimanê sámî di gotara Zimanên laponî tomar kir .Naha divê em biryar bidin ka kîjan sernavê gotarê bikar bînin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 17:56, 19 îlon 2022 (UTC)[bersiv bide]

Êvara te jî xweş be, birêz @Avestaboy:, tu çawan î, baş î? Bi rastî, roja îro tikes nabêje "laponî", divê "sámî" be :) tu her hebî --MikaelF (gotûbêj) 18:37, 19 îlon 2022 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF: Lê mixabin ber gotara Zimanê sámî gotarên Zimanên samî / Zimanên semîtîk he ne . Ez ditirsim ku ev tişt bi hev re tevlihev bibin. Wîkîpediya Tirkî Laponca wekî sernav bikar tîne. Tu çawa difikirî? Avestaboy (gotûbêj) 20:58, 19 îlon 2022 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF: Zews keseke aşopî û mîtolojîk e . Bi zimanê ew almanî mesela wek Zeus tê nivîsandin ema wek Soys tê bilêvkirin. Bi azerî ew wek Zevs û bi zimanê îrlendî ew wek Séas tê nivîsandin. Lewma problem ku em navê wî wek Zews binivîsin. Jixwe çavkanî jî he ye . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 21:26, 25 îlon 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav hevalno @MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Mehk63: @Gomada: @Penaber49: @Bablekan: Hûn çawanin? Bi dîtina min çêtir e ku em gotara Çek (gel) wek Çekyayî biguherînin. Ji ber ku bi zimanê Kurdî Çek (amûr) bi wateya sîleh jî ye . Her wiha em dikarin herdu gotar hêsantir cûda bikin û ne neçar e kategoriyan wek Kategorî:Modelên çek (gel) binivîsin Kategorî:Modelên çekyayî jî dibe. Mesela gotara Fransayî jî he ye . Min li ser Googleê ji bo Çekyayî çend encam dît. Gelo hûn çawa difikirin  ?

https://xwebun1.org/kurden-cihana-derin-hatti-hititi-2/ https://m.nerinaazad1.com/kr/news/kurdistan/bashur/cekya-bi-qas-500-hezar-dolaran-alkariy-dide-penabern-li-duhok

Avestaboy (gotûbêj) 09:31, 30 îlon 2022 (UTC)[bersiv bide]
Dembaş @Avestaboy: spas ez baş im, tu çawan î? Bi dîtina min, dibe ku ez şaş bim, "gelê çek, mirovekî çek, jineke çek, zimanê çekî, bajarên Çekyayê..." dirust e. Çekyayî mîna "kurdistanî" ye, gelo tu kurdistanî yî yan kurd? :) Qewet be, tu her hebî. --MikaelF (gotûbêj) 18:48, 30 îlon 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav hevalê @MikaelF: ez jî başim gelek spas. Kurdistan wek Çekya ne welatekî serbixwe ye .Lewma jî rewşa Çekiyan bi hev re nayê berawirdkirin. Her wiha nêrîna mirovan jî hatiye guhertin. Mînak Almanek îro dikare endamê gelê Alman be . Lê li gor makezagonê her kesê ku hemwelatiya Almanyayê hebe alman e. Heman tişt ji bo dewletên din jî derbas dibe. Wek mînak Uğur Şahin her çiqas bi eslê xwe tirk be jî ji ber vê yekê alman e. Ji ber ku hemwelatiya wî ya Almanyayê heye. Her wiha peyvên Fransayî an jî peyva Awistiryayî jî he ne . Peyva Çek bandoreke zimanê Tirkî ye . Silav û rêz

Avestaboy (gotûbêj) 16:32, 1 çiriya pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Nivîsara Tor[çavkaniyê biguhêre]

Merheba, ma te çima Tor xiste Tor (herêm)? Li ber mi ew gotara dî ne wiqasî muhîm e, ma ne çêtir e gotara herêmê vegerê navê "Tor" û cudakirin herê "Tor (cudakirin)"? Guherto (gotûbêj) 13:01, 2 çiriya pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Xanedan û Xanedanî[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalê @MikaelF:. Te di gotûbêja Xanedana Pehlewiyan de li ser rastnivîs a Xanedana/ Xanedanî pirs kir. Min li vir bersîv da te . Avestaboy (gotûbêj) 20:48, 18 çiriya pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Gotara Çanda Kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalê @MikaelF: gotara Çanda Kurdî bi zimanên din jî he ye . Gelo tu dikarî gotarê bi gotarên din li ser Wîkîdaneyê ( Wikidata) tomar bikî ? https://m.wikidata.org/wiki/Q5282291 Avestaboy (gotûbêj) 16:06, 26 çiriya pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Agahîdankên Wîkîdaneyê[çavkaniyê biguhêre]

Ev şablon hemû agahiyan ji Wîkîdaneyê werdigirin:

Jkx li gorî mijarên rast bi kar bîne. Heke li ser mijareke agahîdankeke wîkîdaneyê tinebe, li gotûbêja min binivîse û ez ê wexteke baştir da çêkim. Balyozxane (gotûbêj) 18:41, 17 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Dembaş birêz @Balyozxane: destxweş bî.. Daxwaza min ew e, ku em Agahîdankeke jenerîk çêkin, yeka ku hemû parametreyên Wîkîdane tê de hebin. Ez mirovekî gelek tembel im û ez dixwazim "Agahîdank wîkîdane" binivîsim û bes. Ji ewqas mijarên cuda (geh welat, geh welat1, geh welat2...) serê min gêj dibe. Gelo mimkin e yan na? Hertim serkeftî bî, silav. --MikaelF (gotûbêj) 13:23, 18 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav, Formata agahîdankan ji hev gelek cuda ne, ew ne mimkûn e mixabin. Lê heke dixwazi kodek biçûk heye tu dikarî bi kar bînî. Ew kod lêzêdekirina şablonan hêsantir dike. Koda li jêr tevlî vê rûpelê bike:
Dîmenê ekranê ji bo TemplateScriptê
// [[Bikarhêner:Balyozxane/templateScript-MikaelF.js]]
mw.loader.load('//ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Bikarhêner:Balyozxane/templateScript-MikaelF.js&action=raw&ctype=text/javascript');
Dûre here rûpeleke ketober û binerê çepê rûpelê, Li bin "Qutiya amûran" TemplateScript dibêje. Li wir çend navên şablonan heye. Dema pê lê wan bikî, ew şablon dê were li rûpelê zêdekirin. --Balyozxane (gotûbêj) 13:47, 18 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Wikidata Infobox[çavkaniyê biguhêre]

Silav {{Wikidata Infobox}} şabloneke wisa heye. Min ji bîr kiribû. Bi min tenê ji bo mijarên ku agahîdankên wan tine ne em bi kar bînin ya herî baş be. --Balyozxane (gotûbêj). 23:45, 23 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav. Di nivîsara "penîr" beşa "etîmolojî" de ti peyveke ji min nîne. Min hemû ji aksozluk.org wergerand. Tenê tîpa "p" hatiye guhertin. Di nivîsarê de hemû çavkaniya qal û behs wekhev e. Hûn hevoka "...di Kurdî de tîpa p xwediyê fonemefekî..." jê biriye , ew jî ne ji min e. Û di hin hevokan de "çavkanî" hatiye îlave kirin , ew ne bê çavkaniye. Hemû qal û behs di aksozluk.org de ji Tirkî hatiye wergerandin. Ku hûn dixwazin dikarin ji siteyê qontrol bikin. Aliargic.tr.krd (gotûbêj) 13:03, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Astengkirina bikarhêner Balyozxane[çavkaniyê biguhêre]

@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Penaber49: @Gomada: , @Ferrus: , @Biyolojiyabikurdi: @Xwedêda:, @Mehk63: Ev niha 5 sal in ku ez di Wîkîpediya Kurdî de wek nivîskar çalak im. Di vê demê de min zêdetirî 600 gotar nivîsand, çend wêne bar kir û bi hezaran gotar serrast kir. Min hewl da ku bi her kesî re aştiyane bim. Lêbelê van demên dawîn bikarhêner @Balyozxane: motîvasyona min jê biriye. Di gotarekê de û wek sernav û kategorî her peyva kurdî ya xwemalî dê bi peyveke biyanî tê guhertin. Ez her du hemwateyan li kêleka hev binivîsim jî, ew vê yekê qebûl nake. Bi giştî ez ne li dijî hemû peyvên biyanî me. Lê ew bi baweriya xwe ya zêde beyanîkirina zimanê kurdî zêde zêde dike. Dema ku nivîskar , ferhengsazên kurd û kesên din peyvên nû di nav peyvên derbasdar de çêdikin, ew wan wek peyvên fantastîk bi nav dike. Ew peyvên mîna telefon, helîkopter û hwd ji bîr dike. ku ji bo me îro ji nû ve ji hêla mirovan ve di pêşerojê de hatine çêkirin in. Ew li dijî her guhertina zimanî ye. Îro wî sernavên gotarên min guhert û heta çavkaniyên min jî re jêbir. Min her gav karê hêja kiriye, lê ger ew wisa bidome dibe ku ez dev ji nivîsandina gotaran berdim. Ji ber vê yekê ez ji bo Balyozxane hişyariyek an astengek pêşkeş dikim. Avestaboy (gotûbêj) 19:06, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

P.S. Wîkîpediya:Dîwan_(pêşniyaz)#Daxwaza_Astengkirina_Avestaboy-ê --Balyozxane (gotûbêj). 19:22, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Ev kesê ku pêşniyara astengkirina min kir jî durûtî kir. Binêri e ku çend caran di dîroka sernavê gotara Pirtûk ( û gotarên din )(ji aliyê wî ve jî ) de hatiye guhertin. Nizanim hesabên te yên din hene yan na lê ez ji te dirêjtir di Wîkîpediya Kurdî de me. Lê niha tu dikarî bextewar bî ji ber ku tu dixwazî min ji li vir derxî . Serkeftin ! Tu bûyî dîktatorê Wîkîpediyaya Kurdî. Avestaboy (gotûbêj) 20:18, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Rast e, me di gotûbêjeke din de qala zimanê tûj ê heval @Balyozxane kiribû û qasî ku dibînim zimanê wî bi awayeke erêni guheriye. Û belê, çend navên gotaran hatine guhertin jî lê ez viya wek tistek neyînî nabînim. Ez bi xwe kêfxwes dibim gava hevalên din gotarên ku min nivîsiye sererast dikin. Û tistekî din: Em hemî karekî bi dilxwazî dikin li Wîkiya kurdî - kes pere nade ti kesî ji bo ev xebata me ya hêja. Lewra zimanekî dostane û çêker (constructive) gelekî girîng e. Ji kerema xwe em hevûdin êdî zêde neêsînin û karê hev siviktir bikin. Êvarbas ji we re. Ferrus (gotûbêj) 21:43, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF, Ghybu, Guherto, Gomada, û Bikarhêner: @Jiju, Mohajeer, Penaber49, KelêÛxelfetî, Biyolojiyabikurdi, û Ferrus: @GPinkerton, Pispor, Bibliophile, Rewiye tine, û Ahmetbeg:

Xwenîşandereke li dijî sensûrê (zensur, bi almanî ye), li Berlînê (2009).

Hîn jî min ji Wîkîpediya derneketiye û ew hîn jî di gotarên ku min nivîsandine de peyvan diguherîne. Bikarhêner @Balyozxane: ti hobiyên te dinê tunin. Ji ber hezkirina ziman û çanda xwe û ji bo ku ez tiştekî bêpere hînî mirovan bikim min di 5 salan de dema xwe ya serbest feda kir. Lê êdî bes e ji vê bêhurmetî , gef û sensûra peyvan re. An ez dikarim wekî her kesî bi serbestî gotaran binivîsim an jî ez serlêdana girtina hesabê xwe yê Wîkîpediyayê dixwazim. Avestaboy (gotûbêj) 23:16, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane û Avestaboy:, silav hevalno, divê em hemî hinek bi bêhn firehî behsa kêmasiyên hev bikin. Hevalê Balyozxane di warê nivîsabarî hevalekî serkevtî ye. Avestaboy jî wek ku aniye ziman demekê dirêj ku li vir kedek girîng dide û ew jî di warê nivîsandina gotaran de hevalekî serkevtiye. Ez hemî kedên hevalan ez li vir girîng dibînim. Divê em hemî alî xwe ji zimanê tund bigirin. Hemî xebat û tevgerên me bi awayên agresîf ne, bi awayekî dostane be. Heval Avestaboy dibe ku tu acis bûyî ji kerema hevalê xwe rexne bike, behsa astengkirinê neke. Balyozxane, bira tu jî hinek ji tevgerên agresîva tund xwe bide dûr. Penaber49 (gotûbêj) 04:34, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav hevalên @Penaber49: , @Ferrus: ! Berê tu pirsgirêka min bi hevalê @Balyozxane: re tunebû. Min heta jî xwest ku wî wekî rêveber pêşniyar bikim. Niha ez dilgeş im ku min ev nekir. Di van demên dawî de ew bi awayekî ezperest tevdigere. Di gotûbêja Telekomunakasyon/Dûreragihan de, tevî ku min bi wî re gotûbêjên kibar û biserûber kir jî, gef li min xwar. Mirov kesek ji bo vandalîzmê hişyar dikar e bike , lê nabe kesek ku tê gef û tehdît kirin ji ber ku ramanek cuda ye. Mixabin Wîkîpediya Kurdî tenê 2 rêvebir û tenê moderatorek heye. Ji ber vê yekê, dîktatoriya hin bikarhêneran gengaz e. Avestaboy (gotûbêj) 10:00, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Hûn bi xêr hatin rûpêla min a gotûbêjê, ser çava ser sera... de rûnin, çay vexwin... em karekî baş dikin, em gef li hev nakin, em karê kesên din bi zimanekî tûj rexne nakin, em mirovên qenc in, em ne hirç in (Cegerxwîn)... --MikaelF (gotûbêj) 19:39, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Şev baş Hevalo!

Min îro li ser bajarê Qeyserîyê gotarek çêkir. Di rûpela heyî ya derbarê Qeyserî de behsa parêzgehê tê kirin. Niha ez ê navê vê gotarê wekî "Qeyserî (parêzgeh)" biguherînim. Lêbelê, we guherandina min betal kir. Çima? Mala tê ava be! KelêÛxelfetî (gotûbêj) 22:43, 22 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav KelêÛxelfetî tu çawan î? Min rûpela Qeyserî wek Qeyserî (parêzgeh) guherand, pirsgirêk tune bû. Şeva te jî bimîne xweş, silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 23:04, 22 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Gelek spas, ez baş im û înşallah tu jî. Ji ber vê yekê her tişt çareser dibe. Qewet be, silav û rêz Hevalo KelêÛxelfetî (gotûbêj) 23:47, 22 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Balyozxaneyo, tu çawan î, baş î? Tu mandî nebî, hevalê hêja :) MikaelF (gotûbêj) 19:17, 28 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Mandî ji kû derket îca :D Cara yekem e dibihîzim. Baş im spas. Tu çawa yî? --Balyozxane (gotûbêj). 19:47, 28 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Dembaş, sax be, ez ne xirab im, spas :) Karê te li ser Agahîdankan bêhempa ye, ez nemaze ji Agahîdanka giştî pirr razî me. Pîroz be, mandî (soranî ye, lê niha di ferhengan de ye...), mandî nebî :) --MikaelF (gotûbêj) 11:38, 29 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Ez ê hîn gelek tiştên xweş çêkim lê divê hûn pêşketinên nû qebûl bikin :) Min ji te re nîşanî kodekê kiribû lê te qet neceriband jî :D Niha mirov dikare gelek sererastkirin bi riya amûran bike. --Balyozxane (gotûbêj). 16:19, 29 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]