Zimanê esperanto

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Alaya Esperanto

Esperanto (bi navê wê ya orîjînal Lingvo Internacia), zimanekî çêkirî ye. Ji aliyê doktorê çavan ê polonyayî Ludwik Łejzer Zamenhof ve, di 1887an de hatiye çêkirin. Di pirtûka wî ya bi navê Fundamento de Esperanto (Bingehên Esperanto) de ya ku di 1905an de weşandiye, bingeh û rêzikên wê vegotiye.[1]

Zamenhofê ku xwe bi navê Dr. Esperanto daye nasîn, fikiriye ku zehmetiyên ragihandinê yên di navbera kesên ziman-cuda de bi saya zimaneke hevpar ê ku fêrbûna wê hêsan be, dê ji holê rabin û bi vê mebestê esperanto çêkiriye. Îro herçiqas zimanê çêkirî yê herî navdar û axiverên wê herî pir ew be jî negihaştiye asta “zimanê navnetewî”. [2]

Peyvnasî[biguherîne]

Jêderka peyva esperanto dispêre peyva "espérer" a fransî ya ku tê wateya “hêvîkirin”. Ev peyv wekî esperi ketiye esperanto. Reh û paşgirên vê peyvê wekî esper¹-ant²-o³ ye:

  • ¹ Ji lêkera esperi tê ya bi wateya “hêvîkirin” e.
  • ² Paşgira partîsîpê ye.
  • ³ -o’ya ku peywira navdêrî dide bêjeyan.

Navê orîjînal a esperantoyê lingvo internacia ye; lê belê L. L. Zamenhof di Unua Libro ya xwe ya 1887 tarîxî de ya ku tê de esperantoyê dida naskirin, ji xwe wekî Doktoro Esperanto (Dr. Hêvîdar) behs kiriye û piştî wê jî ziman gelek caran bi vê navê hatiye qalkirin.

Dîroka Geşedanê[biguherîne]

L.L. Zamenhof, damezrênerê esperanto

Pêvajoya Afirandinê[biguherîne]

Zimanê esperanto, ji aliyê Ludwik Łejzer Zamenhof ê polonî yî doktorê çavan hatiye çêkirin û di 1887an de weşandiye.

Mirovên wê herêmê ya ku Dr. Zamenhof tê de bû, bi polonî, rûsî, yîdîş û hwd. dipeyiviyan. Ji bo ku ew gelên ji hev cuda, bi hevre bi hêsanî têkiliyê dînin, zimaneke bi 16 rêzikê bingehîn îcad kiriye ku tu carî naguherin û îstîsnayên wan tune ne. Jêderkên peyvan ji wan ziman û bi gelemperî jî ji zimanên Ewropayê girtiye.

Zamenhof, ji zarokatiya xwe ve xeyal kiriye ku zimaneke çêbike û mirovên ji neteweyên cuda bi hêsanî werin ba hev du. Di demên pêşî de fikiriye ku zimanên latînî û yewnanî basît bike lê belê piştî destpêka fêrbûna latînî fêm kiriye ku bingehên wê tevlihev e û biryar daye ku zimaneke ji serî afirandin jê çêtir e. Ji emrên xwe yên dehî ve xebitiye ku zimaneke wiha çêbike.

Dema fêrbûna xwe ya îngilîzî de Zamenhof hiziriye ku cur bi cur bûna kişandina lêkeran bo kesan ne hewciye û divê basîttir bibe lê belê hîn jî gelek zehmetiyan dikişand ku bêjeyan ji ber bike. Lê dema fêrbûna xwe ya rûsî de tê derxistiye ku bi bikaranîna paşgiran ev pirsgirêk dê siviktir bibe û bi vê riyê de dest bi geşedana zimên kiriye. Bêjeyên vê zimanî ji zimanên Zimanên romanî û zimanên germanî wergirt ku sebaba wê jî di tevahiya dinyê de van zimanan dihat fêrkirin.

Zamenhof di 17ê Berfanbara 1878ê de bi çend hevalên xwe re him rojbûna xwe ya 19. û him jî jidayîkbûna Lingwe Uniwersala (Zimanê Dinyê) pîroz kiriye. Agahiyeke berfireh a vê asta zimên tune ye, tenê çarîneyeke jê maye.

Unua libro (Pirtûka Yekem) bi berga rûsî.

Di 1881ê de çend guhertinên girîng hat peyitandin wekî navê ziman bû Lingvo Universala; ji cihê herfa w, v hat bicihkirin; paşgira pirhejmarî, -es hat rakirin û -oj hat hilbijartin; paşgira diyarker -l hat lêzêdekirin. Di vê astê de herfên ku îro tune ne mîna á, ć, é, ħ, -ó, ś, ź hîn hene jê pêve paşgira dema niha/fireh -é; paşgira dema borî -u; paşgira dema bê -uj; paşgira raweya hekanî -á; paşgira fermanî -ó; paşgira rader -e yan jî -i ne û cînavên kesîn ji yên îroyîn cuda ne.

Di salên din de Zamenhof bi wergerîna pexşan û helbestên zimanên biyanî bo esperanto, raman û biryarên xwe yên qala zimên aniye asta dawî. Kirpa lêkeran a li kîteyên dawî rakiriye û li ser kîteya berî kîteya dawî biryar daye. Herfên ć, ħ, ś, ź hatiye rakirin û cihên wan bi rêzî ĉ, ĥ, ŝ, ĵ aniye û ji bo dź jî herfa ĝ qebilandiye.

Di sala 1887ê de Zamenhof pirtûka xwe ya bi navê Unua Libro (Pirtûka Yekem) xelas kir û weşand û bi wê, asta ewil a esperanto a ku tê de wê wekî lingvo internacia bi nav kiriye, temam kir. 1887 ji aliyê herkesî ve wekî derketina holê ya esperanto tê qebilandin.

Piştî Biryardariya Zimên[biguherîne]

Esperanto di salên ewil de berê li Rûsyaya Çarî hat naskirin; lê di dawiyê de gihaşt heta Ewropaya Rojavayê û di 1889a de Arjantînê, di 1901ê de Kanadayê, di 1903a de Cezayîrê, Şîleyê, Japonyayê, Meksîkayê û Perûyê, di 1904a de Tûnisê, di 1905a de DYAyê, Gîneyê, Hindûçînê, Nû Zelandayê, Viyetnamê û Uruguayê.

Ji xeynî salên Şerên I’emîn û II’emîn a Cîhanê, ji 1905a vir ve her sal kongreyên bi temaya Esperanto tê lidarxistin û ev kongre gelek bandor li pêvajoya prestîj û nasandina zimên kirine.

Ji bo biryardariya zimên û baweriya lê tê kirin xurt bibe, di Deklerasyona Bolonyayê de ya di 1905a de hat îmzekirin, bi rêjeya mezin guhertinên li ser esperantoyê hat sînordarkirin û hat ragihandin ku rêzikên li Fundamento de Esperanto dê heta hetayê ji aliyê kesekî ve neyê guhertin.

Di salên 1920an de pêşniyazeke ji Komeleya Neteweyan re hat kirin bo zimanê xebatê ya vê komeleyê bibe esperanto. Di dengdayînê de nûnerên 10 welatan vê pêşniyazê qebûl kir lê ji xêndî nûnera Fransayê, Gabriel Hanotaux. Li gorî wî heke ev pêşniyaz bê pejirandin dê zimanê fransî statuya xwe ya zimanê dinyayê winda bike û madê xwe yên vetoyê ji bo dijberiya vê pêşniyazê bi kar anî. Lê belê piştî du salan Komeleya Neteweyan pêşniyaz kir ku hemû dewletan di mifredatên xwe yên perwerdeyê de cih bidin esperantoyê jî. Di van salan de anarşîzm wekî tevgereke polîtîk gelek piştgirî da esperantoyê. Ji ber van sedeman ji aliyê gelek kesan ve van salan ji bo esperantoyê salên serkeftinê bûn. [3]

Piştî salên 1930an Adolf Hitler gelek axiverên esperantoyê bi seba ew dijberên neteweperstiyê ne, da kuştin. Hitler ji ber ku Zamenhof cihû bû, esperantoyê bi riya qanûnê di 1935a de qedexe kiribû û di pirtûka xwe ya bi navê Mein Kampfê de gotiye ku esperanto ji bo lihevkomkirina cihuyên li ser çar aliyên dinyê hatiye berhemandin. [4] Berevajiya Hitlerê, di van salan de di Îtalyaya Faşîst de li hemberî esperantoyê mudaxileyeke girîng nehatiye kirin, bi ser de di hin broşurên danasîna neteweyê carinan zimanê esperantoyê jî hatiye bikaranîn.

Piştî Şerê Cîhanî yê Duyem, di salên Şerê Sar de her du alî jî fikare dikir ku dê esperanto ji aliyê din ve ji bo zimanê propagandayê bê bikaranîn. Di împeratoriya Japon de tevgera esperantîstên çepgir hat qedexekirin. [5]

Berga rojnameyekî esperanto (1923)

Piştî Şoreşa Kewçêrê ya 1917 esperanto li Sovyetê gelek popûler bû, bi ser de Yekîtiya Esparantoyê ya Sovyetê ji aliyê hikûmetê ve vekirî an jî veşartî piştgirî histendiye.[6] Lev Trotskî di bîranînên xwe de qal dike ku Stalin bi xwe jî esperanto fêr bûye.[7] Lê belê piştî 1937ê polîtîkaya Sovyetê ya esperantoyê berevajî bûye û gelek esperantîst avêtine hepsê, şandine kampa Gulagê ya xebatê û sirgûn kirine yan jî daleqandine. Wekî sebeb jî “sîxûri di komeleyê de tê kirin” hatiye rê dan. Herçiqas di dema Stalin de esperanto nehatibe qedexekirin jî axiverbûna wê gelek bi talûke bûye. [8]

Di Şerê Spanyayê ya Navxweyî de Spanyaya Francoist anarşîst û sosyalîzm û neteweperestên katalanî qedexe kiribû û di vê eniyê de bikaranîna esperantoyê gelek fireh bû. [9]

Di salê 1954ê de UNESCO, bi Universala Esperanto-Asocio (Yekîtiya Esperantoyê ya Cîhanê) re têkiliya şêwirmendiyê ava kir. Esperanto di salên 1970an de li herêmên din yên cîhanê belav bûye.

Damezrînerê Komara Kurdistanê, Qazî Mihemed dizanîbûye.[10] Di sala 1975ê de li Îranê tevgera esperantoyê gihaşt astekî pir bilind û li Tehranê komekî 3000 kesî dest bi fêrbûna esperantoyê kir. Ayetula Xumênî gazî misilmanan kir û xwest ku esperanto fêr bibin û pesnê esperantoyê da ku mirovên dînên wan ji hev cuda dikare bîne li ba hev du. Di semînerên xwe yên Qumê de esperanto bi kar anî. Bi destê dewlet Quran hat wergerandin bo esperanto.

Di salê 1985ê de UNESCO ji welatên NYê xwest ku esperanto li tevlî mifredatên xwe bikin. Esperantîstên li Afrîkayê, di 1991ê de karine ku Kongreya Panafrîka li dar bixe.

Taybetmendiyên Rêzimanî[biguherîne]

Senifandin[biguherîne]

Wekî zimanekî çêkirî Esperanto, bi rasterast ne nêzîkî zimaneke zindî ye. Lê ji ber ferhengsaziyê nêzîkî zimanên romanî ye û ji aliyê dengsazî ve nêzîkî zimanên slavî ye. Ji aliyê watesazî ve nêzîkî malbata zimanên hind û ewropayê. Ji ber ispata navneteweyîbûna esperantoyê di demên dawî de ji aliyê peyvsazî ve nêzikbûna wê û zimanên tirkî û japonî tê qalkirin.

Nivîs[biguherîne]

Esperanto, bi alfabeyeke latînî tê nivîsandin û di vê alfabeyê de gelek herf ji bo esperantoyê hatiye çêkirin. Her herf di heman demê de tenê sembola dengekî ye û çawa tê nivîsandin wiha jî tê xwendin mîna kurdî.

Herf Navê wê IPA Dengê Kurdî
A a a /a/ a
B b bo /b/ b
C c co /t͡s/ ts
Ĉ ĉ ĉo /tʃ/ ç
D d do /d/ d
E e e /e/ e
F f fo /f/ f
G g go /g/ g
Ĝ ĝ ĝo /dʒ/ c
H h ho /h/ h
Ĥ ĥ ĥo /x/ x
I i i /i/ î
J j jo /j/ y
Ĵ ĵ ĵo /ʒ/ j
Herf Navê wê IPA Dengê Kurdî
K k ko /k/ k
L l lo /l/ l
M m mo /m/ m
N n no /n/ n
O o o /o/ an jî /ɔ/ o
P p po /p/ p
R r ro /r/ an jî /ɾ/ r
S s so /s/ s
Ŝ ŝ ŝo /ʃ/ ş
T t to /t/ t
U u u /u/ u
Ŭ ŭ ŭo /u̯/ ~w
V v vo /v/ an jî /ʋ/ v
Z z zo /z/ z


Herfa ĥ (x-ya kurdî) di esperantoya nûjen de di kêm bêjeyan de heye. Ji ber sedema bilêvkirina wê zor e, îro gelek caran herfên ĉ, h û k li cihê wê tê bikarannîn. Herfa ŭ, tenê piştî dengdaran tê û dîftong ava dike, ji ber wê jî qet di pêşiya bêjeyan de nayê bikaranîn, du îstisnaya wê hene: navê vê dengê, ŭo û hodengên mîna ŭa!

Di alfabeya esperantoyê de herfên Q, X, W û Y tune ne.

Nivîsandina herfên ĉ, ĝ, ĥ, ĵ, ŝ û ŭ carinan di amûrên elektronîk de mimkin nabe. Ji ber wê jî L. L. Zamenhof pêşniyaz kiriye ku ji bo di van rewşan de bira pergala-h’yê bê bikaranîn: ch, gh, hh, jh, sh û tenê u. Lê ji ber ku jixwe di alfabeyê de herfa h heye, pergala-x’ê tê bikaranîn: cx, gx, hx, jx, sx û ux. Li gorî îstatîstîkên Googleê ya 2007ê di dorhêla înternetê de rêjeya bikaranîna herfên Unicode a alfabeya orjînal ji %77, rêjeya bikaranîna pergala-x’ê ji %14 û rêjeya bikaranina pergala-h’yê dora ji %9 e. Hin bername hene ku herfa ku di pergala-x’ê de hatiye nivîsandin diwergirîne herfa Unicodeê, wekî mînak ji bo Microsoft Windows[11] û Mac OS X[12] û Linuxê[13] bernameyên Tajpi û Amiketo.

Herfên ĉ, ĝ, ĥ, ĵ, ŝ xweserî esperanto ye, herfa ŭ tenê ji bo transliterasyona zimanê belarûsî tê bikaranîn ku di normalê de ev ziman bi alfabeya kîrîl tê nivîsîn.

Bêîstîsna kirpa bêjeyan li ser kîteya berî kîteya dawî ne. Tenê, bi taybetî di helbest û stranan de, -o’ya dawî ya peywira navdêrî dide, dibe bê rakirin. Lê di vê rewşê de cihê wê -o’yê nîşaneya ‘ tê bikaranîn û kirpa bêjeyê jî li ser kîteya dawî dibe.

Rêziman[biguherîne]

Ji xeynî çend îstîsnayên jimartî, komên bêjeyan ên esperanto ji herfa dawî tê fêmkirin.

Herfa Dawî Cureya Bêjeyê Mînak Kurdî
-o navdêr rapido lez
-a rengdêr rapida lezgîn
-e hoker rapide bi lezgînî
-i lêker rapidi lezîn

Li vê mînakê “rapid” reha bêje ye û ji aliyê rêzimanî ve bêwate ye. Reh ji aliyê paşgirên -a, -e, -i, -o ve navdêr, rengdêr, hoker û lêker dibe.

Çend îstîsnayên van rêzikan hene: nun (aniha) an jî preskaŭ (hema hema, kêmzêde) hoker in û bi -e xilas nabin, gelek hokerên bi -aŭ xilas dibin hene. Her wiha cînavên mi (ez/min), vi (tu) hwd bi -i xilas dibin lê ne lêker in. Lê car din jî ev rêzik bi rêjeyeke gelek mezin li ferhengê hatiye peyitandin.

Li hemberî zimanên xwezayî, di esperanto de pir hindik bêjeyên reh hene û qasî 400-500 heb in. Bi pêşgir û paşgir an jî bi riya hevedudanî ji van reh-bêjeyan gelek peyv tê berhemandin û bi wan re kêmzêde li ser hemû mijarên rojane tê axaftin. Lê belê, hejmara reh-bêjeyan bi tevahiya têgînên zanyarî, pîşeyî û hwd digihije dora 15.000an.

Taybetmendiyên sereke yên esperanto ev in: herçiqas mîna kurdî zayendên bêjeyan tune be jî esperanto zayendê ji hev cuda dike; îstîsnayên lêkeran tune ne û bi bi paşgirên 6 raweyan tên kişandin û kişandina lêkeran ji kesan û hejmara kesan bandordar nabe; rewşa diyarker a navdêr heye; rengdêr, hejmar û rewşa navdêran hildigre; hêmanên hevokê dikarin cihên xwe biguherînin lê peywira xwe winda nakin.

Artîkel[biguherîne]

Di esperanto de ji bo artîkela diyarker la tê bikaranîn. Peywira wê mina the’ya îngilîzî ye. Him ji bo bêjeyên yekjimar û him jî ji bo pirjimar tê bikaranîn.

  • Infano kuras en ĝardeno. (Zarokekî li bexçeyekî dibeze) – Kîjan zarok û kîjan bexçe ne diyar e.
  • La infano kuras en ĝardeno. (Zarok li bexçeyekî dibeze) – Zarok diyar e lê bexçe ne diyar e.
  • La infano kuras en la ĝardeno. (Zarok di bexçê de dibeze) – Him zarok him jî bexçe diyar e.
  • Infanoj kuras en la ĝardeno. (Zarokan di bexçê de dibezin) – Zarokan ne diyar e lê bexçe diyar e.
  • La infanoj kuras en la ĝardeno. (Zarokan di bexçê de dibezin) – Him zarokan him jî bexçe diyar e.

L. L. Zamenhof di pirtûka xwe ya Fundamento de Esperanto de gotiye ku heke bikaranîna wê bi zehmet be, li gorî tercihê qismî an jî bi temamî dikare bê terikandin/neyê bikaranîn.

Hêmanên Hevokê[biguherîne]

Herçiqas hevoksaziya esperanto wekî kirde-lêker-bireser be jî wate ne girêdayî vê rêzkirinê ye û pir caran tê guherandin. Di esperanto de bêjeyan bi alîkariya paşgira -j-yê ( y tê xwendin) tê pirhejmar kirin. Rengdêra ku navdêr diwesfîne, mîna navdêr paşgira pirhejmarî hildigire wekî erebî û spanyolî. Rengdêr dikare berî navdêr an jî piştî wê were: alta viro ~ viro alta (zilamê dirêj), altaj viroj ~ viroj altaj (zilamên dirêj)

Di esperanto de paşgira diyarker (akuzatîf) (-n) heye ku serbestiya wateya hevokî bi saya wê tê kirin. Paşgira -n tê paş bireserê ya ku di bin bandora lêkerê ye. Heke ev bireser qedîneka rengdêrîn be, her du bêje jî paşgira -n’yê digirin. Heke bireser pirhejmar be, -n, piştî -j’yê tê.

  • Mi farbis la ruĝan pordon. (Min deriyê sor boyax kir.)
  • Mi farbis la ruĝajn pordojn. (Min deriyên sor boyax kirin.)
  • Min farbis la ruĝa pordo. (Deriyê sor ez boyax kirim.)
  • La ruĝan pordon farbis mi. (Min deriyê sor boyax kir.)
  • Mi farbis la pordon ruĝan. (Min deriyê sor boyax kir.)
  • Mi farbis la pordon ruĝa. (Min derî boyaxî sor kir.)

Cînav[biguherîne]

Di esperanto de 9 cînavên bingehîn hene. Cînava 3’yêmîn a yekhejmar zayendan ji hev cuda dike û cînava 2’yemîn ên yekhejmar û pirhejmar yek in.

yekhejmar pirhejmar
kesê yekemîn mi
ez, min
ni
em, me
kesên duyemîn vi
tu
kesên
sêyemîn
nêr li
ew, wî
ili
ew, wan
ŝi
ew, wê
bêzayend ĝi
ew
nediyar oni
yek
vegerok si
xwe

Ĝi, ji bo kirdeyên bêzayend an jî zayendên wan nayê zanîn tê bikaranîn û heke bê xwestin ji bo heywanan re jî tê bikaranîn ên ku zayendên wan tê zanîn. Dema ku zayend ne girîng bin, cînava oni tê bikaranîn. Si tê wateya “xwe”, tu carî nabe perçekî kirdeyê lê ji bo kirdeyê tê bikaranîn a ku bandora lêker li ser î/wê ye. Cînavên ku li bandora lêker in, paşgira -n’yê digirin.

Cînavên bingehîn dema paşgira -a’yê digirin, dibin cînavên xwedîtiyê: Mia a/ê min, via a/ê te,; lia a/ê wî, ŝia a/ê wê, ĝia a/ê wê/wî ilia a/ê wan, onia a/ê yekî/yeke ve sia a/ê xwe.

Mînak:

  • Li lavas sin. (Ew xwe dişo.)
  • Li lavas lin. (Ew wî dişo.)
  • Ili manĝis siajn pomojn. (Sêvên xwe xwarin.)
  • Ili manĝis iliajn pomojn. (Sêvên wan xwarin.)

Daçek[biguherîne]

Di esperanto de daçekên ku cih nîşan didin, berî bêjeyan tê bikaranîn. Li cihê hin daçekan heke tevlîhevî dernekeve dibe ku paşgira -n’yê bê bikaranîn.

Beramber Mînak Wate
Al (hokera cih û berekê
ber bi ... ve
Mi iris al la lernejo.
Li kuras al mia domo.
Ez çûm dibistanê.
Ber bi mala min ve dibeze.
Anstataŭ li şûna Li iros anstataŭ mi. Ew ê li şûna min here.
Antaŭ li ber
berê, berî
Ŝi sidas antaŭ sia domo.
Antaŭ li venis ĉi tie, li fartis bone.
Li ber malê rûdine.
Ew berî were vir, baştir bû.
Apud li cem, li nik Ni konstruos domon apud la rivereto. Em ê li cem çemê maleke ava bikin.
Ĉe li (li ser) Li sidas ĉe la komputilo. Li ser kompûterê rûdine.
Ĉirkaŭ li dor Ĉevalo kuras ĉirkaŭ la domo. Hesp li dora malê dibeze.
Da (mîqdar) hin, hinek Ni havis multe da gastoj. Hin mêvanên me hebû.
De (Veqetandek) -ê, -a, -ên
ji
Amed estas la urbo de kurdoj.
Ŝi iros de la urbo.
Amed bajarê kurdan e.
Wê ji bajêr here.
Dum bo, ji bo Ili iris dum ok minutoj. Ji bo heşt deqeyê çûn.
Ekster derve Ŝi iros ekster la urbo. Ew ê here derveyê bajêr.
El ji Ŝi iros el la urbo. Ew ê ji bajêr here.
En di ... de, li Ili estas en la domo. Di malê de ne.
Ĝis heta Mi iros ĝis la domo. Ez ê herim heta malê.
Inter Di navberê de Li sidas inter la infanoj. Di navbera zarokan de rûnişt.
Je (hokera nediyarî) Ni matenmanĝos je la oka.
Mi kredas je Dio.
Donu ĝin je mi.
Em ê di seat heşta de taştê bixwin.
Baweriya min ji Xwedê heye.
Kontraŭ li hemberî Dubo gardas kontraŭ risko. Guman li hemberî rîskê diparêze.
Krom ji xeynî Ĉiuj iris krom vi. Ji xeynî te herkes hatin.
Kun bi, bi .. re Ili iros kun vi. Ew ê bi we re herin.
Laŭ li gorî Ĉiu mezuras aliajn laŭ sia mezurilo. Herkes serkeftiyên xwe li gorî yên din dipîvin.
Malgraŭ ligel, digel, tevî Mi iris malgraŭ la pluvo. Ligel baranê ez meşiyam.
Per bi Ni iros al Amed per trajno. Em ê bi trênê herin Amedê.
Po (ji her yekî re) Po tri Liro por persono. Ji her yekî re sê lîra.
Por bo, ji bo Mi venis ĉi tien por vidi vin. Ez hatim vir ji bo te bibînim.
Post piştî, paş, dawiyê Mi parolos post ŝi. Piştî wê ez ê bipeyivim.
Preter pêş, ber La viro kuras preter hundo. Zilam li ber kuçikekî dibeze.
Pri derheq Mi pensas ke ŝi parolos pri ni. Difikirim ku ew ê derheqê me bipeyive.
Pro ji bo, ji ber ku Pro kio vi venis? Ji ber çi hun hatin?
Sen bêyî Ne iru sen mi. Bêyî min nere.
Sub li bin Bildo estas sub la aŭto. Li bin erebeyê wêneyeke heye.
Super raser Birdoj flugas super la urbo. Çiwîkan li raserî bajêr difirin.
Sur li ser Mi trovis ĝin sur libro. Min ew li ser pirtûkekî dît.
Tra di .. re, tê re, bi riya
di ... de
Ni parolis tra la vojo. Em di rê de peyivîn.
Trans di ser ... re, di ... re Ni saltis trans la muro. Me xxwe di ser dîwêr re avêt.


  • Ni veturos al Usono. = Ni veturos Usonon. (Em ê seyahetê bikin Emerîkayê.)
  • Mi venos en la unua de junio. = Mi venos la unuan de junio. (Ez ê di 1ê hezîranê de werim.)
  • Ni iras en la urbo. (Em di nav bajêr re diherin.)
  • Ni iras en la urbon. (Em diherin nav bajêr.)

Lêker[biguherîne]

Di esperanto de lêker tenê paşgirên demê digirin û li gorî kesan nayê kişandin. [14]

Di esperanto de 6 raweyên demê hene: -i rader; -as dema niha; -is dema borî; -os dema bê; -u raweya fermanî; -us raweya hekanî. Heke raweya fermanî ji xeynî kesa 2’yemîn bê bikaranîn wê çaxê dibe raweya daxwazî. Ji bilî wan 6 partîsîp hene: -anta, -inta, -onta, -ata, -ita, -ota. Heke -a’yên van paşgiran bi -e’yê bê guhertin, wê gavê ev dibin paşgirên lêkerên hokerî.

Wekî mînak iri (çûn):

  • Li iras. (Dihere.) - Li iris. (Çû.) - Li iros. (Dê biçe.)
  • Iru! (Biçe!) - Bonvolu iru. (Ji kerema xwe biçe.) - Li iru. (Bira biçe.) - Ni iru. (Em herin.)
  • Li irus. (Ew ê biçaya) - Li irus se li ne estus malsana. (Ne nexweş baya ew ê biçaya)
  • Iranta (A ku diçe) - Irinta (A ku çûye) - Ironta (A ku dê biçe) hwd.

Lêkerên alîkariyê ev in: povi lêkera karin/kanîn, devi lêkelara divêtin e.

  • Vi povas aliĝi nin. (Tu dikarî tevlî me bibî.)
  • Vi devis vidi tiun. (Tu divê wê bidîtaya.)

Di esperanto de esti (bûn) jî lêkera alîkariyê ye. Bi saya wê hevokên navdêran tê avakirin. Lê îro forma lêkerkirina bêjeyan jî tê tercîhkirin.

  • La ĉielo estis blua. ≈ La ĉielo bluis. (Esman şîn bû.)
  • La viro estas instruisto. ≈ La viro instruistas. (Zilam mamoste ye)
  • Mi volas esti feliĉa. ≈ Mi volas feliĉi. (Ez dixwazim bibim dilşa.)

Neyînî[biguherîne]

Di esperanto de mîna kurdî ji bo neyînîkirina lêkeran “ne” tê bikaranîn. Ne were ber kîjan bêjeyê ew ji aliyê wateyê ve neyînî dibe.

  • Mi skribis ĉi tiun. (Min ev nivîsand.)
  • Mi ne skribis ĉi tiun. (Min ev nenivîsand.)
  • Ne mi skribis ĉi tiun.
  • Mi skribis ne ĉi tiun.

Hin bêjeyên bi ne’yê destpê dikin jî hene. Di heman hevokê de du neyînî nayê bikaranîn.

  • Mi ne faris ion ajn. (Min tiştekî nekir.)
  • Mi faris nenion ajn. (Min tu tişt nekir.)
  • Mi ne faris nenion ajn. - Çewt.

Bêjeyên Pirsê[biguherîne]

Di esperanto de ji bo pirsên erê-na’yê ĉu tê pêşiya hevokê û bi gelmperî bi peyvên “jes(erê)” û “ne(na)” tê bersivdayîn.

  • Vi volas lerni Esperanton. (Tu dixwazî esperanto fêr bibî.)
  • Ĉu vi volas lerni Esperanton. (Tu dixwazî esperanto fêr bibî?)

Di esperanto de bêjeyên pirsê û hin bêjeyên ku hevokên nesereke ava dikin, li gorî tabloyekî sîstematîk tê berhemandin.

Ki-
pirs
Neni-
hîçî
i-
yeke
Ĉi-
tevayî
Ti-
nîşan
Ĉi ti- / Ti- ĉi
nîşana nêzîkahî
-o
tişt
Kio
çi
Nenio
ne tu tişt
io
tiştekî
Ĉio
her tişt
Tio
ew tişt
Ĉi tio / Tio ĉi
ev tişt
-u
tişt, kes
Kiu
kî, kîjan
Neniu
kesekî
iu
yekî
Ĉiu
herkes, giş
Tiu
ew
Ĉi tiu / Tiu ĉi
ev
-e
der, cih
Kie
kû derê, li kû
Nenie
li tu der
ie
şi derekî
Ĉie
li her derê
Tie
wê derê
Ĉi tie / Tie ĉi
li vê derê
-am
dem, zeman, wext, çax
Kiam
kengî
Neniam
qet, tu car
iam
di wextekî de
Ĉiam
her dem, her çax
Tiam
wê demê
Ĉi tiam / Tiam ĉi
vê demê
-es
xwedîtî
Kies
a/ê kê
Nenies
ne a/ê kesekî
ies
a/ê yekî
Ĉies
a/ê herkesî
Ties
a/ê wê/wî
Ĉi ties / Ties ĉi
a/ê vê/vî
-el
şekil
Kiel
çawa/çi awayî
Neniel
ne tu awayî
iel
bi awayekî
Ĉiel
bi her awayî
Tiel
bi wê awayî
Ĉi tiel / Tiel ĉi
bi vê awayî
-al
sebeb
Kial
çima
Nenial
ne tu sebebekî
ial
ji ber sebebkî
Ĉial
ji ber her sebebê
Tial
ji ber wê
Ĉi tial / Tial ĉi
ji ber vê
-om
mîqdar
Kiom
çend, çiqas
Neniom
hîç, qet
iom
hinek
Ĉiom
hemû
Tiom
hewqas
Ĉi tiom / Tiom ĉi
hewqas
-a
cure
Kia
bi çi cure
Nenia
ne bi tu cure
ia
cureyekî
Ĉia
her cureyê
Tia
wê cure
Ĉi tia / Tia ĉi
vê cure

Bêjeyên Hevedudanî[biguherîne]

Du riyên berhemandina bêjeyên hevedudanî hene: 1. Du bêjeyên reh tê gihandin. -o hwd.’a bêjeya yekem tê avêtin: Ringo (hingulîsk), fingro (tilî) = ringfingro. 2. Dema gihandina bêjeyan bêjeya yekem -o hwd.’a xwe navêje: ringofingro. Piranî riya ewil tê hilbijartin ji bo berhemandina bêjeyên hevedudanî. [15]

Qertafên Çêker[biguherîne]

Ji bo berhemandina bêjeyên nû him paşgir û him jî pêşgiran tê bikaranîn. Paşgir berî -a, -e, -i, û -o’yê tê şixûlandin.

Peywir Mînak Wate
bo- merivatiya ku bi zewacê tê patro / bopatro
fratino / bofratino
bav / xezûr
xweh / xwehmêr, xwehjin
dis- veqetandin, weşandin, reşandin sendi / dissendi
atomo / disatomi
şandin / reşandin
atom / atomê hûrkirin
ek- destpêkirin ami / ekami
lerni / eklerni
hezkirin / dilgirtin
fêrbûn / dest bi fêrbûnê kirin
eks- kevn, berê edzo / eksedzo mêr / mêrê berê
fi- derî ehlaq homo / fihomo
vorto / fivorto
mirov / mirovê bêehlaq
bêje / çêr~xeber
ge- ji bo pirhejmarkirina zayendên tevlihev patro / gepatroj
sinjoro / gesinjoroj
lernejo / gelernejo
bav / dêûbav
camêr / camêr û xaniman
dibistan / dibistana ku ji aliyê zayendê ve tevlihev
mal- dijraberîkirin granda / malgranda
riĉa / malriĉa
dekstrume / maldekstrume
mezin / biçûk
zengîn / hejar
ber bi hêla saetê ve / berevajiya hêla saetê
mis- çewt, xelet akuzi / misakuzi tawanbarkirin / tawanbarkirina neheqî
pra- berê, pêşî, kevnar avo / praavo
patro / prapatroj
besto / prabesto
kurda / prakurda
bapîr / bavê bapîr
bav / pêşî~ ba û kal
heywan / heywana berî dîrokê
kurdî / kurdiya berê~pêşî
re- tevgerên dubarekirî sendi / resendi
konstrui / rekonstrui
aboni / reaboni
şandin / zivirandin
avakirin / restore kirin
abonebûn / tezekirina abonetiyê
Peywir Mînak Wate
-aĉ. nexweşkirin, xirakirin domo / domaĉo
skribi / skribaĉi
xanî / holik
nivîsîn / nivîsîna xira
-ad. tevgera ku bi çêkirina xwe dewam e kuri / kuradi / kurado
parolo / paroli / paroladi / parolado
bezîn / beza berdewam / bez
peyv / peyivîn / peyivîna berdewam / peyv
-aĵ. şênberkirin, girgînkirin manĝi / manĝaĵo
trinki / trinkaĵo
xwarin (lêker) / xwarin (navdêr)
vexwarin (lêker) / vexwarin(navdêr)
-an. endam, -î Usono / Usonano
ŝipo / ŝipano
DYA / Amerikî (kesê ji gelê DYAyê)
keştî / yek ji ehlê keştiyê
-ar. kom, komek, civat arbo / arbaro
vorto / vortaro
dar / daristan
bêje~peyv / ferheng
-ĉj. ji bo xitaba jidil a mêran;
bêje di nav de tê kurtkirin, -o
patro / paĉjo
amiko / amiĉjo
Mihemed / Miĉjo, Miheĉjo
bav / bavo~baviko
heval / hevalê hêja
Mihemed / Memo
-ebl. ihtimal -karîn/kanîn kredi / kredebla
vidi / videbla
bawerkirin / ya-yê baweriyê
dîtin / ya-yê dîtinê
-ec. -î, -tî amiko / amikeco
bona / boneco
kurdo / Arabeco
heval / hevaltî
baş / başî
kurd / kurdî|kurdewarî
-eg. mezinkirin, zêdekirin, tevlîkirin domo / domego
varma / varmega
bona / bonega
ridi / ridegi
mal / seray
germ / pir germ
baş / bêkêmasî
kenîn / pirqînî jê çûn
-ej. cih, -geh lerni / lernejo
vendi / vendejo
juĝi / juĝejo
kuiri / kuirejo
hundo / hundejo
senakva / senakvejo
fêrbûn/ dibistan
firotin / firoşgeh
darizandin / dadgeh
xwarin çêkirin / pêjgeh
kûçik / koxik
tî / çol
-em. meyldarî, kêf ji (tiştekî) hatin ludo / ludema
paroli / parolema
lîstik / lîstikvan, kesê ku kêfa wê/wî ji lîstikê tê
peyivîn / peyivok
-end. diviyatî, mecbûrî pagi / pagenda
legi / legenda
(heqê tiştekî) dan / a-ê danê
xwendin / a-ê xwendinê
-er. yapı taşı, küçük parça ĉeno / ĉenero
fajro / fajrero
neĝo / neĝero
ligno / lignero
zincîr / helqe
agir / çirûsk
berf / hebên berfê
êzing / qirçik
-estr. rêveber, pêşawa lernejo / lernejestro
urbo / urbestro
cent / centestro
dibistan / rêvebera dibistanê
bajar / seroka şaredariyê
sed / sitvan
-et. kêkirî domo / dometo
libro / libreto
varma / varmeta
ridi / rideti
xanî / xanîk
pirtûk / pirtûkok
germ / şîregerm
kenîn / besimîn
-i. cih û war, -istan Meksiko / Meksikio
kurdo / Kurdio
patro / patrio
Bajarê Mexico City/ Meksîka
kurd / Kurdistan
bav / welatê bav û kal
-id. berhem, çêlik hwd. kato / katido
reĝo / reĝido
Adamo / adamido
pisîk / çêlîka pisîk
şah / prens~pismîr
Adem / benîadem
-ig. lebatî morti / mortigi
pura / purigi
mirin / kuştin
paqij / paqijkirin
-iĝ. tebatî naski / naskiĝi
ruĝo / ruĝiĝi
ano / aniĝi
welidandin / welidîn
sor / sorbûn
endam / endambûn
-il. alav ludi / ludilo
ranĉi / ranĉilo
lîstin / pêlîstok
jêkirin / kêr
-in. paşgira ku bêjeyan
mê dike
bovo / bovino
patro / patrino
ga / manga~çêlek
bav / dayik
-ind. a-ê çêkirinê memori / memorinda
ami / aminda
bibîranîn / a-ê bibêranînê
hezkirin / a-ê hezkirinê
-ing. tiştên mîna qewlik glavo / glavingo
kuglo / kuglingo
şûr / kalan
gule / fîşek
-ism. doktrîn komuna / komunismo
Esperanto / Esperantismo
hevpar / hevparî~komunîzm
esperanto / esperantistî
-ist. kesê ku di pîşeyekê de,
bi peywirê kar dikin
Esperanto / Esperantisto
instrui / instruisto
dento / dentisto
abelo / abelisto
esperanto / esperantîst
fêrkirin / fêrker~mamoste
diran / diransaz
mêş / mêşvan
-njo. ji bo xitaba jidil a jinan;
bêje di nav de tê kurtkirin, -ê
patrino / panjo
Delal / Evin, Evinjo
amikino / aminjo
dayik / daykê
Evîn / Evînê
hevala keçik / hevala hêja
-obl. pirbûn du / duoblo
tri / trioblo
du / dumend, du libî
sê / sê libî
-on. ji hejmaran kesr çêdike tri / triono
cent / centono
du / duono
kvar / kvarono
sê / ji sêyê yek, 1/3
sed /ji sedî yek
iki / yarım
dört / çeyrek
-op. bi tevahî, bi komê du / duope
kiom / kiomope
du / bi cot
çend, çiqas / bi çenda
-uj. tiştên ku riştan dhewîne mono / monujo
abelo / abelujo
pere / cizdan
mêş / kewar
-ul. kes, ferd juna / junulo
proksima / proksimulo
multinfana / multinfanulino
xort / kesê xort
nêzîk / cîran
pir zarokî / jinê pir zarokî
-um. paşgira bêrêzik kolo / kolumo
brako / brakumi
stû / bendik
pî / himêzkirin

Ev qertafên çêker ên fermî ne, lê belê hin bêjeyan ku bi qîmeta qertafên çêker in[6] û di fermîyetê de tune bin jî hin qertafan jî tê şixûlandin. [16]

Statuya Zimên[biguherîne]

Herçiqas Esperanto heta niha wekî zimanekî fermî nehatibe pejirandin jî hin ceribên wê hene.

Esperanto, di Moresnetê pirzimanî de ji aliyê axaftin ve gihiştiye rêjeyeke bilind û di demên dawiya wê de fermîkirina zimên ketibû rojevê, lê piştî Belçîka di salê 1920a de vê herêmê tevlî xwe kir, ev tişt pêk nehat.

Girava Roseê mîkrodewlet ku di salê 1968ê de li Deryaya Adriyatîkê de li ser platformeke biçûk de hatibû damezrandin, Esperanto wekî zimanê fermî pejirandibû lê belê tu dewlet wê bi riya fermî nas nekiriye.

Hikûmeta Çîn ji 2001ê vir ve di china.org.cn.ê de ji bo nûçeyên rojane esperanto jî bi kar tîne. Her wiha di Radyoya Navneteweyî de û kovara înternetê, El Popola Ĉinioyê de jî esperantoyê bi kar tîne. [17]

Wersîyona esperanto ya malpera fermî ya Vatican Radio heye.[18]

Di nav civaka esperanto de hin esperantîst hene ku bi seba bêalîgirbûna esperantoyê dê xira bibe, piştgitî nade fermîkirina esperantoyê.[19]

Perwerdeya Esperantoyê[biguherîne]

Piraniya esperantîstan bi hêzên xwe yên taybet bi riya kirêb, vîdeo hwd. fêrî esperanto bûne. Bi belavbûna înternetê gelek kes bi riya Lernu! û Duolingo fêrî esperanto bûne. Li gorî hejmara 2018a (Sibat) 1 240 000 kes li qûrsa esperantoyê ya Duolingoyê tomarkirî ne. International Academy of Sciences a li San Marino wekî “Zanîngeha Esperanto” tê binavkirin ji ber ku him zimanê perwerdehiyê û him jî rêveberiyê ya fermî bi zimanê esperanto ye.[20][21]

Afîşekî esperanto ji bo Roja Karkeran (Porto Alegre, Brazîl) 2017

Esperanto di mifredata dibistanan de gelek kêm tê bikaranîn, yên hene jî mîna projeya pîlot a Zanîngeha Manchesterê ne û di kêm dibistanan de tê meşandin û armanca wan jî bandora esperantoyê ye.[22] Lê wekî beşa lîsansê û bilindtir, di kêm welatan de perwerdehiya wê tê dayîn, mîna çend zanîngehên dewletê an jî saziyên taybet ên Çîn û Macaristanê. Zanîngeha Eötvös Loránd a Budapeşteyê ji 1966an heta 2004an de ji beşa Interlinguistics û Esperantoyê wekî asta lîsansê perwerdehî dida û piştî ev beş bû lîsansa bilind. [23][24] Herwiha Saziya Perwerdehiyê ya Macarî, ji 1966a vir ve esperanto wekî zimaneke serbixwe û biyanî qebûl dike û li tevahiya welêt ji bo asta yekem, asta navîn û asta bilind azmûnên esperanto lidardixe. [25].

Zanîngeha Adam Mickiewicz a Polonyayê jî di beşa Interlinguistics de dîploma dide.[26]

Senatoya Brazîlê di sala 2009a de, pêşnûmayekî pejirand ku li gorî wê di dibistanên dewletê de heke bê xwestin, dikare perwerdehiya esperantoyê bê dayîn. Ji hêla din ev pêşnûma heta 2015a nehatiye pejirandin.[27][28][29]

The Institute of Cybernetic Pedagogy at Paderborn (Almanya), li ser xwendekarên fransî-axiver xebateke çêkir ku li gorî encamê[30] ji bo fêrbûna çar zimanê divê hewqas mudet divê:

  • 2,000 saet ji bo zimanê almanî
  • 1,500 saet ji bo zimanê îngilîzî
  • 1,000 saet ji bo zimanê îtalî (an jî zimaneke din a romanî)
  • 150 saet ji bo esperanto

Hin xebatên din ên li Zelanda Nû[31], DYA [32][33][34], Almanya[35], Îtalya[36] û Awistralya[37] rê didin ku ji bo fêrbûna zimanên biyanî, esperanto bingeheke hêsankirinê ava dike

Esperanto Wekî Zimanê Zikmakî[biguherîne]

Zimanê zikmakî yên kêmzêde 1000 kesan esperanto ye. Ev kesan bi gelemperî zarokên wan esperantîstan in ku di civînên esperantoyê de li hev hatine û zimanê wan ên hevpar tenê esperanto ye.[38]

Saziyên Esperantoyê[biguherîne]

Gelek rêxistinên cihî û navneteweyî yên esperantoyê hene ku xebatên li ser esperantoyê dimeşînin. Wekî mînak; Universala Esperanto-Asocio (UAE) [Komeleya Cîhanê ya Esperanto], di 95 welatan de xwediyê şaxên cihî ye û têkilaya wê ya fermî bi Neteweyên Yekbûyî û UNESCO re heye, bi UNICEF re jî li ser şêwirmendî di nav ragihandinê ye. UAE bi riya pereyê piştgirî dide Akedemio de Esperantoyê ku ev rêxistin karbidestiya birêkûpêkkirina zimanê esperantoyê hildigre. Wekî mînak TEJO (Tutmonda Esperantista Junulara Organizo – Rêxistina Esperantîstên Ciwan ên Cîhanê) li sîwana UAE ye.

Civak[biguherîne]

Esperantîstên li ser nexşeya dinyê yên ku xwe li ser Pasporta Servo tomar kiriye.(2015)

Esperanto îro bi piranî ji bo seyahet û ragihandina li ser înternetê tê bikaranîn. Pirtûkoka Pasporta Servo ya ku her sal tê weşandin, navnîşanên esperantîstên serî lê dane, dihewîne. Kes û malbatên ku xwe lê tomar kirine, esperantîstên ku hatiye bajarên wan, derfeta mêvankirinê didin wan û li bergîdana wê ew jî di seyahetên xwe de dibin mêvanên esperantîstên din ên di Pasporta Servo de tomarkirî ne.[39]

Di nav civaka esperantoyê de her sal bi rêk û pêk hin civîn tê lidarxistin. Internacia Junulara Kongreso (Kongreyê Ciwanan a Navneteweyî) kongreyeke salî ya esperantîstên ciwan in ên ku esperanto dizanin. Her sal dora 400 kes beşdarî vê kongreyê dibin. Esperanto@Interreto-seminarioj (semînerên esperanto-li înternetê), Universala Kongreso (Kongreya Gerdûnî) ya her carê dora 1500 beşdarvanên wê dibin û Internacia Seminario (Semînera Navneteweyî) ya şahiya sersalê ya li Almanyayê ye, civînên herî navdar in.

Esperanto li înternetê ji jiyana rojane belavtir e, ji ber ku esperantîst bi gelemperî li herêmên ji hev dûr in, dijîn û rêxistinên ku vê bikaranînê vedikolin hene.[40] Li înternetê komên e-peyaman ên ku ji aliyê esperantîstan ve hatiye avakirin[41], komên nûçeyan, malperên ji bo fêrkirina esperantoyê[42], rûpelên kanala televîzyonê û radyoyên esperanto, gelek bernameyên kompûterê û wergerên esperanto yên malperên pirzimanî û gelek blogên esperanto hene. Di wîkîpediyaya esperanto de di 2018a de qasî 245 248 gotar hene û di mehê de 117 366 car tê tikandin.[43]

Ji wan kesan re yên ku tevlî civata esperantoyê bûne, esperanto bi kar tînin û piştgirî didin tevgera esperantoyê esperantîsto tê gotin

Roja Zamenhof[biguherîne]

Rojbûna Zamenhof, 15ê Berfanbarê, wekî Roja Esperantoyê ya Cîhanê tê pîrozkirin.

Nîşan[biguherîne]

Nîşana esperantoyê ya herî navdar stêrka kesk e. Ev stêrk li ser ala esperantoyê jî heye. Rengê stêrkê hêviyê û pênç goşe jî pênç parzemînê nîşan dide.

Çand[biguherîne]

Raboriya esperantoyê digihije berî esperantoyê. Zamenhof di dema afirandina ziman de gelek wergeran çêkir ji bo rexnekirina bikaranîna hêmanên ku diceribîne. Gelek berhem jî ji aliyê esperantîstan ve hat nivîsandin û wergerandin bo esperanto.

Esperanto: justa komunikado (ragihandina edil)

Nivîskarê herî navdar ê esperanto dinivîsîne, Claude Piron û William Auld ku Auld du sê caran ji bo xelata Nobelê hat pêşniyazkirin. Harold Brown nivîskarê şanonameyê herî navdar e.

Bi gelemperî kovara Monato di nav rojname û kovarên esperanto de, ya herî bi prestîj tê qebûlkirin ku ji 1979ê vir ve li Belçîkayê tê weşandin. Taybetmendiya wê ya din ev e ku nûçeyên ku qala welatekî tê weşandin ji aliyê nivîskarê ji wê derê tê nivîsandin.

Stranbêjên herî navdar ên esperantoyê ev in: Kaj Tiel Plu, Kajto (folk); Dolchamar, Persone, Sonic Youth (rock); La Pafklik, Freundeskreis (rap); Akordo (akapella); Lou Harrison, David Gaines (klasik).

Fîlmên metrajdirêj ên bi esperanto hatine kişandin jî hene.[44]

Rexne[biguherîne]

Rexneyên ku li hemberî esperantoyê tê kirin, li ser navneteweyî-nebûna wê giran dibe. Li gorî nêrîna wan kesan ev e ku bingeha esperanto li ser malbata zimanên hind û ewrûpayê hatiye avakirin û ev jî wê dike zimanekî ewrûpî ne cîhanî. Hin rexne li ser tercîhên deng û herfên wê giran dibe û rexneya herî mezin jî ev e ku esperanto ev 131 sal e heye lê nikariye bibe zimanekî gerdûnî, wê demê ew çawaniya zimaneke gerdûnî nahewîne.

Li ser rêzimanê jî ev rexne tê kirin: ji ber hebûna zayenda peyvan, esperanto wekî zayendperestî tê tawanbarkirin (paşgira -in ji bo diyarkirina mê tê bikaranîn)[45] û bandora rewşa diyarker û pirhejmariya navdêran li ser rengdêran.[46]

Ji xeynî rexneyên devkî ji bo alternatîf bibe gelek zimanên din ên çêkirî jî hatiye çêkirin. Hinek ji wan piştî wekî nûkirina esperanto peyde bûne û hinekî din jî li ser bingeheke azad hatiye avakirin. Bi gelemperî ji wan zimanan re yên ku piştî esperantoyê hatiye çêkirin esperantido tê gotin û hinek ji wan ev in: Lojban, Ido, Toki Pona, Novial, Lingua Franca Nova, Sona, Mirad, Kotava, Interlingua, Noxilo.

Çend gotinên pratîk ên bi esperanto[biguherîne]

Kurdî Esperanto IPA
Rojbaş Derbarê ev deng Saluton [sa.ˈlu.ton]
Erê Derbarê ev deng Jes [ˈjes]
Na Derbarê ev deng Ne [ˈne]
Spêdebaş Derbarê ev deng Bonan matenon [ˈbo.nan ma.ˈte.non]
Êvarbaş Derbarê ev deng Bonan vesperon [ˈbo.nan ves.ˈpe.ron]
Şevxweş Derbarê ev deng Bonan nokton [ˈbo.nan ˈnok.ton]
Bi xatirê te Derbarê ev deng Ĝis (la) revido [ˈdʒis (la) re.ˈvi.do]
Navê te bi xêr? Derbarê ev deng Kio estas via nomo? [ˈki.o ˌes.tas ˌvi.a ˈno.mo]
Navê min Marko ye. Derbarê ev deng Mia nomo estas Marko [ˌmi.a ˈno.mo ˌes.tas ˈmar.ko]
Tu çawan î? Derbarê ev deng Kiel vi fartas? [ˈki.el vi ˈfar.tas]
Ez baş im. Derbarê ev deng Mi fartas bone [mi ˈfar.tas ˈbo.ne]
Gelo tu bi esperanto dizanî? Derbarê ev deng Ĉu vi parolas Esperante? [ˈtʃu vi pa.ˈro.las ˌes.pe.ˈran.te]
Ez te fehm nakim. Derbarê ev deng Mi ne komprenas vin [mi ˌne kom.ˈpre.nas ˌvin]
Baş e Derbarê ev deng Bone [ˈbo.ne]
Temam Derbarê ev deng Bone [ˈbo.ne]
Spas Derbarê ev deng Dankon [ˈdan.kon]
Spasxweş Derbarê ev deng Ne dankinde [ˌne.dan.ˈkin.de]
Ji kerema xwe re Derbarê ev deng Bonvolu [bon.ˈvo.lu]
Li min bibore! Derbarê ev deng Pardonu min [par.ˈdo.nu ˈmin]
Bijî! (dema mirov dipişke) Derbarê ev deng Sanon! [ˈsa.non]
Ser xêrê be Derbarê ev deng Gratulon [ɡra.ˈtu.lon]
Ez ji te hez dikim Derbarê ev deng Mi amas vin [mi ˈa.mas ˌvin]
Zehmet nebe, ka bîreyekê bide min! Derbarê ev deng Unu bieron, mi petas [ˈu.nu bi.ˈe.ron, mi ˈpe.tas]
Avdestxane li kû ye? Derbarê ev deng Kie estas la necesejo? [ˈki.e ˈes.tas ˈla ˌne.tse.ˈse.jo]
Eva ha çi ye? Derbarê ev deng Kio estas tio? [ˈki.o ˌes.tas ˈti.o]
Ewa ha kûçik e Derbarê ev deng Tio estas hundo [ˈti.o ˌes.tas ˈhun.do]
Emê hez bikin! Derbarê ev deng Ni amos! [ni ˈa.mos]
Aştî! Derbarê ev deng Pacon! [ˈpa.tson]
Min dest bi hînbûna esperanto kiriye. Derbarê ev deng Mi estas komencanto de Esperanto [mi ˈes.tas ˌko.men.ˈtsan.to de ˌes.pe.ˈran.to]

Çavkanî[biguherîne]

  1. "Esperanto." Encyclopædia Britannica Ultimate Reference Suite. Chicago: Encyclopædia Britannica, 2012
  2. Byram, Michael (2001). Routledge Encyclopedia of Language Teaching and Learning. Routledge. ss. 464.
  3. http://www.esperanto.ie/en/zaft/zaft_2.html
  4. HyperCard Stack, Michael Urban
  5. Lins, Ulrich (2008). "Esperanto as language and idea in China and Japan". Language Problems and Language Planning. John Benjamins. 32 (1): 47–60.
  6. https://www.marxists.org/archive/trotsky/1940/xx/stalin/ch04.htm
  7. https://www.marxists.org/archive/trotsky/1940/xx/stalin/ch04.htm
  8. Ulrich Lins: Die gefährliche Sprache. Die Verfolgung der Esperantisten unter Hitler und Stalin. Bleicher: Gerlingen, 1988, p. 220 and elsewhere.
  9. [1], nodo50.org, 26.2.2018
  10. http://www.nerinaazad.info/news/life/people/psawa-qaz-muhammedin-oglu-el-qaz-ile-roportaj
  11. http://www012.upp.so-net.ne.jp/klivo/amiketo/
  12. http://www012.upp.so-net.ne.jp/klivo/amiketo/makamiketo.html
  13. http://www012.upp.so-net.ne.jp/klivo/amiketo/linamiketo.html
  14. Demir, Suleyman; Forsman, Lars, "Esperanto estas bona lingvo", Nûdem, No:20, Zivistan 1996, r. 83.
  15. http://bertilow.com/pmeg/vortfarado/principoj/antauelementoj.html
  16. http://bertilow.com/pmeg/vortfarado/afiksoj/afiksecaj_elementoj/index.html
  17. http://esperanto.china.org.cn
  18. http://www.radiovaticana.va
  19. http://esperanto.org/us/USEJ/world/kontraux.html#agree
  20. http://www.liberafolio.org/arkivo/www.liberafolio.org/2011/akademio-internacia-de-la-sciencoj-rande-de-pereo/
  21. Frank, Helmar; Fössmeier, Reinhard (2000). AIS — La Akademio Internacia de la Sciencoj San Marino / Die Internationale Akademie der Wissenschaften San Marino. Institut für Kybernetik. p. 449
  22. https://archive.is/20120529120733/http://uea.org/agadoj/instruado/pirlot.html
  23. https://web.archive.org/web/20091027105835/http://geocities.com/bujdosoivan/tarte.htm
  24. https://www.webcitation.org/5knRfQ9yT?url=http://www.geocities.com/bujdosoivan/okt.htm#3
  25. "Malgranda fina venko" - en Hungario (ekzamenoj 1995 - 2004); – Krome: raporto de D-ro Ludoviko Molnár el marto 2007. Kp. la alineon pri ŝtate rekonitaj ekzamenoj.
  26. https://web.archive.org/web/20120418022807/http://amu.edu.pl/en/home/about-us/education/degree-list/full-degree-students/diploma-in-interlinguistics-esperanto
  27. PLS 27/08 (Senate).
  28. PL-6162/2009 (Chamber of Deputies).
  29. Entidades manifestam apoio à proposta de incluir ensino de Esperanto na grade de disciplinas da rede pública(Portuguese)Agência Senado
  30. Flochon, Bruno, 2000, « L'espéranto », in Gauthier, Guy (ed.) Langues: une guerre à mort, Panoramiques. 4e trim. 48: 89–95. Cited in François Grin, L'enseignement des langues étrangères comme politique publique (French)
  31. Report: Article in Enciklopedio de Esperanto, volume I, p.436, on the pedagogic value of Esperanto.
  32. Report: Christian Rudmick, The Wellesley College Danish-Esperanto experiment.
  33. Report: Edward Thorndike, Language Learning. Bureau of Publications of Teachers College, 1933. Interlingua.org
  34. Helen S. Eaton, "The Educational Value of an Artificial Language." The Modern Language Journal, #12, pp. 87–94 (1927). Blackwellpublishing.com
  35. Protocols of the annual November meetings in Paderborn "Laborkonferencoj: Interlingvistiko en Scienco kaj Klerigo" (Working conference: Interlinguistics in Science and Education), which can be obtained from the Institute of Pedagogic Cybernetics in Paderborn. Also in the works by Frank, Lobin, Geisler, and Meder.
  36. "Study International Language (known as Esperanto) Commission, Interministerial Decree". Internacialingovo.org. 1993. Retrieved 14 January 2015.
  37. Bishop, Alan J. (1997). "Ekparoli Project Report 1994–1997". Clayton, Australia: Monash University. Archived from the original on 2003-12-04.
  38. Jouko Lindstedt (January 2006). Native Esperanto as a Test Case for Natural Language. University of Helsinki - Department of Slavonic and Baltic Languages and Literatures.
  39. https://pasportaservo.org
  40. http://ikso.net/eo/
  41. https://groups.google.com/forum/#!forum/grupoj
  42. https://lernu.net/eo
  43. [2], 25.02.2018
  44. http://www.imdb.com/title/tt0229990/
  45. http://bertilow.com/pmeg/gramatiko/o-vortoj/seksa_signifo.html
  46. http://parracomumangi.altervista.org/Domande.htm

Girêdanên Derve[biguherîne]

  • Malpera Universala Esperanto-Asocio, [[3]]
  • Ferhenga Kurdî-Esperanto/Esperanto-Kurdî, [[4]]