Grînlenda
| Kalaallit Nunaat |
||||||
|---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
| Sirûd: Nunarput utoqqarsuanngoravit, Nuna asiilasooq |
||||||
Grînlenda li ser nexşeyê![]() | ||||||
| Paytext | 72°Bk, 40°Ra | |||||
| Zimanên fermî | ||||||
| Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
| Rêveberî | monarşiya parlamenter |
|||||
| • | Serokdewlet | Frederik X of Denmark (2024–) |
||||
| • | Serokwezîr | Jens-Frederik Nielsen (Democrats, 2025–) |
||||
| • | Rûerd | 2.166.086 kîlometre çargoşe |
||||
| Gelhe | ||||||
| • | Giştî | 56.609 (2023) |
||||
| Demjimêr | ||||||
| Hatûçûna ajotinê | ||||||
| Koda telefonê | +299 | |||||
| Malper https://naalakkersuisut.gl |
||||||
Grînlenda an jî Gronlenda (bi zimanê grînlendî Kalaallit Nunaat, ango "Welatê Grînlandiyan", zimanî danî jî Grønland, ango "Welatê Kesk") herêmeke xweser ê bi ser Keyaniya Danîmarkayê ve ye ku ji aliyê rûbera erdê ve ji sê perçeyên bejahî ya keyaniyê, perçeya herî mezin e.[1][2] Perçeyên mezin ên din ê bejahiyê ya Danîmarkayê giravên Faroe ne. Girav sinorê xwe yê kurt ku bi qasî 1,2 km dirêj e bi girava Hans a Kanadayê re parve dike. Welatiyên Grînlendê welatiyên tam ên Danîmarka û Yekîtiya Ewropayê ne. Grînlenda yek ji welat û herêmên derveyî deryayê ya Yekîtiya Ewropayê ye û beşek ji Konseya Ewropayê ye.[3] Grînlenda girava herî mezin a cîhanê ye ku di navbera okyanûsên Arktîk û Atlantîk de, li rojhilatê Arşîpela Arktîk a Kanadayî ye. Girava Kaffeklubben a Grînlendayê, li peravê bakur, li xala bejahî ya herî bakur a cîhanê ye ku nayê nîqaşkirin lê li gel vê yekê heta salên 1960an dihat fikirîn ku Cape Morris Jesup li ser parzemînê xala bejahiya herî bakur ê Cihanê ye. Paytext û bajarê herî mezin ê Grînlendayê bajarê Nuuk e.[3] Ji aliyê aborî ve, Grînlenda bi giranî bi alîkariya Danîmarkayê ve girêdayî ye ku nêzîkî nîvê dahata giştî ya giravê pêk tîne.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Grînlenda mezintirîn girava neparzemînî ya cîhanê ye ku piştê Kanadayê û Dewletên Yekbûyî sêyem bejahiya herî mezin ê Amerîkaya Bakur e.[4] Girav di navbera hêlîpan 59° û 83°N û hêlîlar a 11° û 74°W de ye. Zêdetirî ji %80 ji Grînlendayê li bakurê çembera Arktîkê ye. Grînlenda li bakur bi Okyanûsa Arktîk, li rojhilat bi Deryaya Grînlendayê li başûrê rojhilat bi Okyanûsa Atlantîk a Bakur, li başûrê rojava bi Tengava Davis, li rojava bi Kendava Baffinê, li bakurê rojava bi Tengava Nares û Deryaya Lincolnê ve hatiye dorpêçkirin.
Welatên herî nêzîkî Grînlendayê Kanada ye ku bi giravê re sinoreke deryayî li seranserê Tengava Nares û Kendava Baffinê li rojava û başûrê rojavayê giravê parve dike û sînorek bejahî ya hevpar li Girava Hansê û Îslendayê ku li başûrê rojhilatê Grînlendê ku li Okyanûsa Atlantîkê ye parvedike.[5] Her wiha Grînlenda mezintirîn parka neteweyî ya cîhanê dihewîne. Girav ji aliyê rûberê ve mezintirîn welatê pêkhatî yê cîhanê ye û çarem parçeya welat a herî mezin a cîhanê ye ku piştî Komara Sakha li Rûsyayê, eyaleta Avusturalya Rojava ya Avusturalyayê, û Herêma Krasnoyarsk a Rûsyayê tê û welatê herî mezin ê li Amerîkaya Bakur e.
Rûbera giştî ya Grînlendayê 2.166.086 km² ye (tevî giravên din ên piçûk ên deryayî) ku ji vê rûberê qeşaya Grînlendê 1.755.637 km² (%81) vedihewîne û qebareya qeşayê bi qasî 2.850.000 km³ ye.[6] Xala herî bilind a Grînlendayê Gunnbjørn Fjeld e ku bi bilindahiya 3.700 m ji rêzeçiyayên Watkinsê (rêzeçiyayên Rojhilatê Grînlendê) bilind e. Lêbelê piraniya Grînlendê ji aliyê bilindahiyê ve 1.500 mêtreyê kêmtir e.
Germahiya herî nizm a ku heta niha li Nîvkada Bakur hatiye tomarkirin li Grînlendê, li nêzîkî lûtkeya topografîk a Qata Cemedê ya Grînlendê, di 22ê kanûna 1991ê de hatiye tomarkirin ku daketina germahiyê heya -69.6 °C ê daketiye.[7] Li bajarê Nuukê germahiya rojane ya navînî li gorî demsalan ji -5.1 heta 9.9 °C ê diguhere.[8]
Li binê qeşayê rêze kanyon hene ku kanyona herî mezin jê re Kanyona Mezin a Grînlendayê tê gotin ku ji ber herikîna çemên avê yên ji çerxa dubarekirî ya helandina qeşayê û çêbûna qeşaya nû pêk hatiye.[9] Nêzîkî peravê bilindahî bejahiyê ji nişka ve û bi awayekî asê bilind dibin.
Qeşa bi gelemperî ji navenda giravê ber bi peravê ve diherikin. Lêkolînek ku di sala 1951ê de ji aliyê zanyarê fransî Paul-Emile Victor ve hat birêvebirin gihîşt wê encamê ku di bin qata qeşayê de, Grînlenda ji sê giravên mezin pêk tên.[10] Ev yek bi nakokî ye lê eger wisa be, ew ê bi tengavên teng ji hev veqetin ku li foryoda cemedên ya Ilulissatê li Kanyona mezin a Grînlendayê û li başûrê Nordostrundingen digihîjin deryayê.
Hemî bajar û niştecihên Grînlendê li perava bêqeşayî ye û nifûsa welat li perava rojava kom bûye. Beşa bakurê rojhilatê Grînlendê ne beşek ji ti şaredariyê ye lê ew cihê parka neteweyî ya herî mezin a cîhanê ye ku parka neteweyî ya bakurê rojhilatê Grînlendayê ye.[11]
Gel
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî daneyên sala 2021ê, nifûsa Grînlendê 56,421 bû ku 18.800 kes li paytext Nuukê dijiyan.[12] Hema hema hem grînlendî li kêleka fyordên li başûrê rojavayê girava sereke dijîn ku xwedan keşûhewayek hinek nerm e.[13] Her çiqas piraniya nifûsê li bakurê 64°B di keşûhewayên peravê yên sartir de bijîn jî, keşûhewayên herî germ ên Grînlendê ku wekî deverên nebatî yên li dora Narsarsuaq tê zanîn kêm nifûs in.
Piraniya nifûsê luterî ne. Birayên moravî yên (Herrnhuters) ku ji aliyê dîrokî ve girîng in ku di çarçoveyek danîmarkî de li Christiansfeld, li Jutlanda Başûr ku komeke baweriyê bûn û bi qismî ji eslê xwe alman bûn lê ji ber navê wan nayê wê wateyê ku ew moravî (Çek) yên etnîkî bin.
Ji aliyê etnîsîteyê ve tê texmînkirin ku nifûs ji %89.5 grînlendî, %7.5 danîmarkî, %1.1 nordîkiyên din û %1.9 jî ji eslên din pêk tê.[14] Nifûsa piretnîkî ya înuîtên ewropî ji xelkên ku bi eslê xwe danîmarkî, norwêcî û di rêjeyek kêmtir de ji faroyî, îslendî, holendî (nêçîrvanên balînayan), alman û ji amerîkiyan pêk tên.
Lêkolîneke genetîkî ya berfireh a sala 2015an a ku derbarê genetîka grînlendiyan de hatiye kirin de, hatiye dîtin ku înuîyên roja îro ya li Grînlandê rasterast neviyên pêşengên înuî yên pêşîn ên çanda Thule ne ku di sedsala 13an de gihîştine wir ku bi qasî %25 tevlîbûna kolonîzatorên ewropî yên ji sedsala 16an pêk tînin. Tevî texmînên berê, ti delîlên pêşiyên niştecihên wîkîngan nehatine dîtin.[15]
|
| ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
| Çavkanî: 2020,[16] | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Hirçên cemserê (seholbendê)
-
Cemser li Grînlendayê ye
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Greenland: The world's largest island". Denmark.dk (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2026.
- ^ Timothy, Dallen J. (6 çiriya paşîn 2020). Tourism in European Microstates and Dependencies: Geoploitics, Scale and Resource Limitations (bi îngilîzî). CABI. ISBN 978-1-78924-310-9.
- ^ a b "Greenland". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 17 kanûna pêşîn 2025.
- ^ "The Island of Greenland - London to Vancouver - Welcome to RGS-IBG, Hidden Journeys". www.hiddenjourneys.co.uk. Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2026.
- ^ Canada, Global Affairs (14 hezîran 2022). "Boundary dispute". www.canada.ca. Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2026.
- ^ "Climate Change 2001: The Scientific Basis". www.grida.no. Ji orîjînalê di 16 kanûna pêşîn 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2026.
- ^ "WMO verifies -69.6 °C Greenland temperature as Northern hemisphere record". World Meteorological Organization (bi îngilîzî). 22 îlon 2020. Ji orîjînalê di 18 kanûna pêşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2026.
- ^ Atlas, Weather. "Yearly & Monthly weather - Nuuk, Greenland". Weather Atlas (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2026.
- ^ Keisling, Benjamin A.; Nielsen, Lisbeth T.; Hvidberg, Christine S.; Nuterman, Roman; DeConto, Robert M. (1 tîrmeh 2020). "Pliocene–Pleistocene megafloods as a mechanism for Greenlandic megacanyon formation". Geology (bi îngilîzî). 48 (7): 737–741. doi:10.1130/G47253.1. ISSN 0091-7613.
- ^ "Ellensburg Daily Record - Google News Archive Search". news.google.com. Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2026.
- ^ "The national park: the world's largest reserve of natural land". www.greenland.com. Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2026.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). stat.gl. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2026.
- ^ "greenland". www.stalvik.com. Ji orîjînalê di 23 îlon 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2026.
- ^ "Greenland". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 5 kanûna paşîn 2026.
- ^ Moltke, Ida; Fumagalli, Matteo; Korneliussen, Thorfinn S.; Crawford, Jacob E.; Bjerregaard, Peter; Jørgensen, Marit E.; Grarup, Niels; Gulløv, Hans Christian; Linneberg, Allan; Pedersen, Oluf; Hansen, Torben; Nielsen, Rasmus; Albrechtsen, Anders (8 kanûna paşîn 2015). "Uncovering the Genetic History of the Present-Day Greenlandic Population". The American Journal of Human Genetics (bi îngilîzî). 96 (1): 54–69. doi:10.1016/j.ajhg.2014.11.012. ISSN 0002-9297. PMC 4289681. PMID 25557782.
- ^ "Population January 1st by time". Roja gihiştinê 13 adar 2020.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Grönland Girêdana arşîvê 2007-02-23 li ser Wayback Machine (bi elmanî, fermî sîte Danîmarka)
- Kargeriya Grînlendayê (inuktitut, danî û îngilîzî)
- Ji bo gerokên Grînlendayê Girêdana arşîvê 2005-10-16 li ser Wayback Machine (îngîlîzî)
- http://www.nordtrek.net/ Wêne

