Haîtî
![]() | Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên elmanî, norwecî (nynorsk) û fînî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Haîtî an jî Komara Haîtiyê (bi kreoliya haîtiyî: Repiblik Ayiti, bi fransî: République d'Haïti), welatê herêma Karîbê li rojavayê girava Hispaniola ye. Li rojhilatê wê Komara Domînîkan hevsînor e. Paytexta Haîtiyê Port-au-Prince e.
Navê piştî şoreşa Haîtiyan (1791-1803) ku artêşa Napoléon Bonaparte ji mezar derxist, welatê Haîtî di sala 1804-an de bû yekemîn dewleta serbixwe ya ku tê de zêdeyî 95% ji gel reşik in.
Hijmara rûniştvanên Haîtiyê di sala 2015-an de 10 604 000 kes in. Zimanên fermî yên Haîtiyê zimanê kreoliya haîtiyî û fransî ne.
Di roja 12.01.2010-an de li Haîtiyê li gor pîvana richterê bi hêza 7,0 erdhejek çêbû. Di vê erdhejê de li gor nûçeyên dawî tê gotin ku nêzi 200 hezar kes jiyana xwe ji dest dane. Li gor texmînan dibe ku vê hejmarê dê zêde bibin.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Wikipedia bi zimanê îngilîzî (14.01.2010)
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |