Guhaztina karbona dîoksîdê di nav xwînê de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di nav xwînê de guhaztina karbona dîoksîdê bi sê rêbazê cuda pêk tê.

Xurekên wekî glukoz, asîdên amînî û çewrî di nav xaneyên de tên hilweşandin ji boy bi destxistina gerda ATP yê. Ev karê xaneyê wekî henasedana xaneyî tê bi navkirin. Bi henasedana xaneyî li gel ATPyê hin madeyên din ên wekî av, karbona dîoksîd û amonyak jî peyda dibin. Karbona dîoksîd û ji boy xaneyê madeyek ziyanbexş e, divê ji xaneyê bê dûrxistin. Xane ji pişik û sikildanokên hewayê dûr in, loma divê CO2a xaneyê bi navbeynkariya xwînê ber bi pişikan ve bê guhaztin.

Aresteya guhaztina CO2ê, ji xaneyên şaneyan, ber bi pişikan ve ye. Xestiya CO2a xaneyan, ango pestoya qismî CO2a xaneyan ji ya nav xwînê bilintir e, loma CO2 bi hêsanî ji parzûna xaneyê belavbûniya nav xwînê dibe[1].

Guhaztina di nav plazmaya xwînê de bi şêweyî gaza CO2[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

CO2 li gor Oksîjenê, hê pirtir tiwaweyê li nav xwînê de. Bi qasî % 7ê CO2ê di nav plazmaya xwînê de dihele(ditiwawe)[1]. Karbona dîoksîd bi şeweyî tiwawe ber bi pişikan ve tê guhaztin. Di mûlûleyên xwînê yên li derdora sikildanokên hewayê de ji plazmaya xwînê derbasî nav sikildanokên hewayê dibe, bi henasedayinê ji laş tê dûrxistin.

Guhaztina li gel hemoglobînê bi şeweyî karbamînohemoglobîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hinek ji CO2 bi hemoglobînê an jî bi proteînên plazmayê ve girêdan çêdikin bi van proteînan ve tên guhaztin[2]. % 23ê gaza CO2ê bi navbeynkariya xirokên sor, li ser hemoglobînê tê guhaztin[3]. Bi hev re girêdana CO2û hemoglobînê wekî karbamînohemoglobîn tê bi navkirin[4]. Di xirokên sor de, CO2 ne li komeleya hemê lê bi asîdên amînî yên proteînên hemoglobînê ve tê girêdan. Girêdana CO2ê ya bi hemoglobînê reaksiyonek pêçewane ye. Ango aresteya reaksiyonê dualî ye. Gava CO2a bi hemoglobînê ve girêdayî digihîje pişikan, CO2 ji hemoglobînê vediqete.

Guhaztina di nav plazmaya xwînê de bi şeweyî îyonên bîkarbonatê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirraniya CO2 jî bi şêweyî (HCO3-) di nav plazmaya xwînê de û wekî (H+) bi hemoglobînê ve gîrêdayî tê gugaztin. Bi qasî  % 70yê karbona dîoksîdê bi şêweyî îyonên bîkarbonat di nav plazmaya xwînê de tê guhaztin[5] . Pêşî, CO2 dikeve nav xirokên sor, di nav xirokên sor de bi navê anhîdraza karbonî( bi îngilizî: carbonic anhydrase) enzîmek heye[2]. Enzîma anhîdraza karbonî, CO2ê bi avê ve girê dide û asîda karbonî peyda dibe[4]. Ji ber ko CO2 bi zûkahî diguhere boy asîda karbonî, di nav xwînê de xestiya CO2ê zêde nabe, loma ji xaneyan, ber bi xwînê, belevbûniya CO2 nasekine. Asîda karbonî asîdek lawaz e. Ji ber wê yekê, bi hêsanî hildiweşe boy îyonên bîkarbonat(HCO3-) û hîdrojenê(H+)[3]. Piraniya îyonên hîdrojenê bi hemoglobînê ve tên girêdan û ligel xirokên sor, di nav xwînê de ber bi pişikan ve tên guhaztin. Heke rêjeya îyonên hîdrojenê di nav xwînê de zêde bibe, wê gavê asîdîbûna xwînê zêde dibe, ango pHa xwînê kêm dibe[6]. Girêdana hîdrojenê ya bi hemoglobînê, derfet e ji boy rêkxistina pH xwînê[7]. Hinek ji îyonên hîdrojenê jî bi proteînên plazmaya xwînê ve girêdan çêdikin û di nav plazmayê de tên guhaztin. Her ko hilweşîna asîda karbonî didome, xestiya îyonên bîkarbonatên di nav xirokên sor de zêde dibe. Ji boy hevsengkirina xestiya bîkarbonata plazmayê û ya xirokên sor, îyonên bîkarbonat ji xirokên sor derbasî nav plazmaya xwînê dibin[7]. Di heman demê de ji plazmayê jî îyonên klorînê (Cl ) derbasî nav xirokên sor dibin[5]. Alûgorkirina îyonên bîkarbonat û klorînê bêxerckirina enerjiya ATP rû dide[3]. Ji ber ko her du îyon jî bi barê nerênî(negatîf) barkirî ne, alûgorkirina bîkarbonatê bi klorînê ve, tu bandor li ser guharina barên elektrîkê ya hawîrdorê nake[1]. Hemû bîkarbonat di nav plazmayê de tê guhaztin ji boy pişikan. Gava xwîn digihîje sikildanokên hewayê, di nav xwîna mûlûleyên pişikan de, îyonên bîkarbonatê bi îyonên hîdrojenê ve yek dibin û carek din asîda karbonî peyda dibe. Bi alîkariya anhîdraza karbonî, asîda karbonî tê hilweşandin ji boy av û karbona dîoksîdê[1]. Di heman demê de Karbona dîoksîda bi hemoglobînê ve girêdayî jî serbest dimîne. Di xwînê de pestoya qismî ya CO2ê ji ya hewayê nav sikildanokan bilintir e, loma CO2 ji xwînê belavbûniya nav sikildanokên hewayê dibe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  2. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  3. ^ a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. ^ a b Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  5. ^ a b Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  6. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  7. ^ a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.