Hevsengiya navekî
Hevsengiya navekî (bi latînî: homeostasis) li dij guherînên hawirdorê, çalakiyên xane û şaneyan ji bo dabînkirina rewşa asayî ya zîndewerê.
Ji bo berdewamiya jiyanê divê zîndewer pêkhateya şileya derdora xaneyên xwe rêk bixe. Divê astek asayî ya sabît ji bo pH û germahiya laşê xwe dabîn bike û nehêle guherînên zêde çêbibe. Herwisa divê di laşê zîndewerê de xestiya xurek, oksîcen û gazên din her tim bi têra xwe be.[1]
Di nav laş de çalakiyên bo dabînkirina hawirdorek ne guherbar, wekî hevsengiya navekî tê navkirin. Hevsengiya navekî yek ji taybetmendiyên bingehîn ên zîndeweran e.[2] Xane, şane, endam û koendamên zîndeweran, li dij guherînên navî û derveyî, bi çalakiyên xwe rê li ber guherinan digirin, rewşa xwe li dij guherînan sabît dihêlin.[3]
Xane û şaneyên zîndeweran di bin şert û mercen hawirdorek sabit (neguherbar) de çalakiyên xwe hê baştir pêk tînin. Lê hawirdora zîndeweran guherbar e[4]. Wekî mînak; di laşê mirovek tendurist de germahiya laş bi qasî 37 pile santîgrat e, pH a xwînê 7.4 e, rêjeya asayî ya glukoza xwînê 90 mg/100ml ye û hvd.[5] Dibe ko ji ber cor û rêjeya xurekan, ji ber zîndeçalakiyên xaneyan an jî jî ber germahî û sermahiya hawirdorê hin guherîn di laşê mirov de rû bidin. Heke guherînên hawirdorê di navberek teng de bimîne, guherîn biçûk be, zîndewer dikare li ber xwe bide. Lê heke guherînên hawirdorê zêde bin, dibe ko ev guherîn bibe sedema sistbûn an jî têkçûna xane, şane û endamên zîndewerê. Loma divê zîndewer di hawirdorek guherbar de, bi çalakiyên xane û şaneyên xwe, hawirdora xwe rêk bixe bo asta asayî. Asta asayî ya hawirdorê ji bo hemû zîndeweran ne heman e. Wekî mînak; hemû zîndeçalakiyên xane û şaneyan di germahiyek taybet dê rû didin, ev germahî ji bo laşê mirov 37 pile santîgrat e. Ango ji bo germahiya laşê mirov xala asayî (bi înglîzî: set point) 37 pile santîgrat e. Dibe ko germahiya hawirdorê zêde bibe an jî kêm bibe, ango germahiya laş ji xala asayî dûr bikeve, lê laşê mirov dîsa jî hewl dide ko asta germahiya laşê xwe ber bi xala asayî bizivirîne. Bi vê awayê di germahiya havînê de û di sermahiya zivastanê de germahiya asayî ya laşê mirov li der dora 37 pile santîgratê de dimîne. Hewldana rêkxistina pileya germahiya laş, mînake ji bo hevsengiya navekî.
Hemû zîndewer bi rêkxistina hevsengiya navekî, ji bona xwe hawirdorek guncav ava dikin. Xane, şane an jî endamên mirov li dij guherînên hawirdorê, bertek nîşan didin, bi vî awayê di laşê mirov de hewlên bo asayîkrina rewşa nû dest pê dike. Ji bo berdewamiya hevsengiya navekî, divê rêje û mêjera madeyên nav laş, çalakiya endam û koendamên laş, hertim ji aliyê laş ve werin rêkxistin..
Di laş de hawirdora navî ji şileya derveyê xaneyê (bi înglîzî: extracellular fluid) pêk tê. Xane di nav vê şileyê de dijîn.[6] Qebareya şileya derveyê ya mirov bi qasî 15 litre ye.[7] Şileya derveyê xaneyê ji plazmaya xwînê û ji şileya navbera xaneyan (bi înglîzî: interstitial fluid) pêk tê. Şileya derveyê xaneyan, xurek, iyon, hormon av û madeyên pêwist ên bo berdewamiya jiyana xaneyan lixwe digire. Şileya nav xaneyê (bi înglîzî: intracellular fluid) piraniya sîtoplazmayê pêk tîne. Ji bo berdewamiya jiyanê, divê di pêkhateya şileya nav xaneyan an jî şilaya navbera xaneyan de guherînên mezin çênebe û hawirdor hema neguherbar bimîne.[8] Hemû guherînên nav xaneyê an jî guherînên hawirdora navî, çalakiyên bo rêkxistina hevsengiya navekî dide destpêkirin.
Kontrola hevsengiya navekî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dema di hawirdora zîndewerek de guherîn çêbibe, divê ev guherîn demildest were sererastkirin û hawirdor vegere rewşa xwe ya asayî. Guherînên di hawirdora navî an jî hawirdora derveyî, wekî kartêkir (bi latînî: stimulus) tên navkirin. Kartêkir ji aliyê wergiran ve tên tespîtkirin. Wekî bersîvek ji bo wergiran, endam û koendamên mirov, guherînan ber bi xala asayî sererast dike.
Ji bo rêkxistina hevsengiya navekî, zîndewer ji her beşên laş ve agahdarî tov dike û diguhezîne. Hevsengiya navekî bi du rêyan tê rêkxistin; bi koendama demarê û bi koendama rijênan.[3]
Di koendama demarê de agahiyên hawirdorê bi şêweyê kartêkirên elektrîkî, bi navbeynkariya demarexaneyan ber bi demarekoendama navendî tê guhêztin. Di koendama rijênan de agahî bi navbeynkariya peyamberên kîmyayî (hormon) yên nav xwînê tê guhêztin.[9]
Bi gelemperî, çalakiya hevsengiya navekî bi kontrolkirina pêkhateya xwînê rû dide, bi vî awayê şileya navbera xaneyan û şaneyan jî tê kontrolkirin.[9]
Heke di laş de asta asayî ya madeyek an jî hawirdorek biguhere, wekî mînak; xala asayî ya pH a xwînê biguhere ev rewş wekî mîna kartêkir bandor li ser laş dike û hîpotalamusê ji rewşa nû agahtdr dike. Hîpotalamus bi ragihandina demarî bandor li ser koendaman dike û pH a xwînê ber bi xala asayî sererast dike. Çalakiyên hevsengiya navekî li ser bingeha paşragihandina neyînî hatine sazkirin. Di laşê zîndeweran de gelemperiya hevsengiya navekî bi rêbaza paşragihandina neyînî rû dide.[1][10] Paşragihandina neyînî kar dike bo kêmkirin an jî ji hole rakirina guherînên ji aliyê wergiran ve hatiyê tespîtkirin.[11] Ango zîndewer bi rêbaza paşragihandina neyînî, guherînan dizivirîne xala asayî.[12]
Mînakên sereke yê hevsengiya navekî di laşê mirov de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Di laş de rêkxistina mêjera av û mîneralan. Ev kar wekî rêkxistina hevsengiya osmozî tê navkirin û bi gelemperî di gurçikan de rû dide.[13]
- Dûrxistina madeyên paşmayî. Ev çalakî wekî deravêtin (bi înglîzî: excretion) tê navkirin. Çerm, pişik û gurçik endamên deravêtinê ne ko hevsengiya navekî rêk dixin.
- Rêkxistina germahiya laş. Piraniya xebat ji aliyê çerm ve tê kirin.
- Rêkxistina asta glukoza xwînê. Kezeb û pankreas ji vê karê berpirsiyar in. Însulîn û glukagon ji aliyê pankreasê ve tê berhemkirin û derdan bo rêkxistana glukoza nav xwînê.
- Rêkxistina pH a xwînê. Pişik bi alûgorkirina oksîcen û karbona dîoksîdê piliya asayî ya pH a laş dabîn dike.
- Rêkxistina asta mîneralên wekî hesin, sodyum, kalsiyum, potasyum û hvd .
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
- ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
- ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
- ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
- ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
- ^ a b Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
- ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
- ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
- ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
- ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.