Hirçê Mezin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Heft stêrên geştîrîn ên Termê Merxê
Dîtîna stêra bakur bi hêlkariya Termê Merxê yên wek çoçikê
Heft stêrên Termê Merxê yên şiklekî mîna çoçikê pêk tînin

Termê Merxê an Termê Mexêl (Termê Mexîl, Termê Mixêl)‚ Dobê Ekber, Hirçê Mezin komstêreke li nîvkada bakura ezmên dikeve ye. Ji ber heft stêrên wê yên geş ên bi şiklê xwe, mîna çoçikê wek Heftbira jî tê bi nav kirin. Ew yek ji komstêrên navdartirîn û dîtina wê hêsantirîn e. Ew yek ji 48 komstêrên Batlamyûs ku di pirtûka xwe ya bi navê El Macestî de qala wê hatiye kirin e.

Navê Arktîk a bona herêma li dor cemsera bakur ji peyva yewnaniya ἄρκτος (árktos) tê ku ew ji bona ku li bin Termê Merxê dimîne wiha tê binavkirin.

Stêra Mîzar stêra cêwiya ewilîn e ku bi teleskopê ji hêla Giovanni Riccioli di sala 1650'an de hatiye kifşkirin e. Wêneyê stêra cêwiya ewilîn di sala 1857'an de ji hêla G. P. Bond ve hatiye kişandin.

Dîtina Stêra Bakur[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi hêlkariya stêrên Termê Merxê merîv dikara bihêsanî Stêra Bakur bibîne û bi vê ve qutba ezmên a bakur bibîne. Gava merîv xêza zahîrî ya navbera du stêrên paşinên Termê Merxê yên wek çoçikê, (Meraq (β UMa) û Dob (α UMa)ê pênc caran dirêj bike merîv ê bi stêra bakur gêhije. Stêra bakur, stêra gêşa ewilîna li ser vê xêzê ye.

Stêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heft stêrên Termê Merxê yên bi şiklê xwe mîna çoçikê wiha ne;

  • Elyat, Stêra geştirîna komstêrê ye. Ew 81 salên roniyê dûra dinê ye. Qedra wê ya zahîrî navbera 1,69 û 1,83'ya de guherbar e. Eşkala wê sê caran ya rojê, giraniya wê jî çar caran ya rojê ye.
  • Dob, stêra duyem geştirîna komstêra Termê Merxê ye. Qedra wê ya zahîrî 1,81 e. Ew 124 sala roniyê dûra dinê, ya esasen ji çend stêran pêk tê, ye. Eşkala wê 30 caran ji ya rojê mezintir e. Navê wê ji peyva erebîya bo hirçê ji dûbe tê ye.
  • Qeyde stêreka 101 salên roniyê dûra dinê ye. Qedra wê ya zahîrî 1,86 e.
  • Mîzar û Elkor du stêrên cêwi yên bi çavên rût dîtbar in. Qedra Mîzara zahîrî 2,23 ye. Ew 3 salên roniyê dûra hev in. Lê wek bi teleskobeke biçûk jî dîtbar e, ew herdu stêr, sîstemeka ji gelek stêran pêk tînin.
  • Meraq, ew bi stêra Dob ve li paşiya komstêrê ya mîna çoçikê dimîne. Qedra wê ya zahîrî 2,34 e.
  • Mexrez ( ‏المغرز‎ stêra bi qedra zahîrî ya 3,4 e. Ew 81 salên roniyê dûr e.
  • Fexza stêreka di komstêra Termê Merxê de ye. Ew ji gotina فخذ الدب "fexz ed-dûb" ("paqên hirçê") tê. Qedra wê ya zahîrî 2,41 e.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]