Here naverokê

Hunerkom

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hunerkom

Hunerkom saziya hunermendên kurd li Ewropayê bû. Hunerkom wekî "Yekitiya Hunermendên Welatparêzên Kurdistan"di sala 1983'an de li bajarê Kölnê hat damezrandin.[1]

Çend ji damezrîneran ev in: Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan, Zinar, Amele, Seyîdxan, Xemgîn Bîrhat, Hozan Zozan, Hozan Serdar.

Firaz Baran di 4ê îlonê 2020ê de di rojnameya Özgür Politika de gotarek belav kiriye û gotiye:

Hunerkom (1983-1994), Akademiya Çand û Hunera Kurdî (1994-2001) û Mîr Muzîk (2001) li Almanyayê hatin damezrandin. Her sê sazî bo muzîka kurdî û dîlanên gelêrî xebatên girîng derxistin.

Van sê saziyan ji bo 100 hunermendên kurd kaset û CD derxistin. Hin ji van hunermend û koman ev in: Koma Berxwedan, Kamkaran, Aramê Dîkran, Beser Şahîn, Ednan Kerîm, Cemal Tîrêj, Ciwan Haco, Aslîka Qadir, Çopî, Diyar, Mahmut Baran, Zozan, Mikaîl Aslan, Natalya, Necmedîn Xolamî, Seîd Yûsiv, Koma Şîrvan, Dilşad Seîd, Dilovan, Sena, Seyîdxan, Hozan Şemdîn, Şehîd Sefkan, Şehîd Mizgîn, Şehîd Çiya, Hozan Serhad, Xelîl Xemgîn, Kawa, Sosin, Xêro Abbas, Qadir Dîlan...

Hunerkomê li bajarên ku kurd lê dijîn komên govendê jî ava kirin da ku dîlanên kurdî bi pêş bixin. Di salên 1990î de 200 komên govendê yên folklorî hebûn. Van koman dîlanên gelêrî pêşkeş kirin, çîrokên dîlanan nivîsandin û cil û bergên ji herêmên cuda yên Kurdistanê berhev kirin. Her wiha Hunerkomê di sala 1987an de bi keda Mamoste Amele dest bi Mîhrîcana Govendên Kurdistanê jî kiriye. Ev mîhrîcan îro jî berdewam dike."[2]

  1. ^ Baran, Firaz (2007). Hunerkom Akademî Mîr 1978-2006. Neuss: Weşanên Mezopotamya.
  2. ^ "HUNERKOM, AKADEMİ VE MÎR". YeniOzgurPolitika.com (bi tirkî). 4 îlon 2020. Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2024.