Sûra Amedê

(Ji Kela Hundirîn hat beralîkirin)
Map
Sûra Amedê
Sûra Amedê (ji birca Bizinê de).
Birca Evlî Beden.

Sûra Amedê yan jî Keleha Amedê, keleheke dîrokî ye ku di sala 297an a p.z. de li navçeya Sûr a Amedê ya îro ji aliyê romayiyan ve avabûna kelehê hatiye destpêkirin. Sûra Amedê bi dirêjahiya 5,5 kîlomêtreyê yek ji dîwarên herî kevnê cîhanê ya xweparastinê ye. Dîwarê Sûra Amedê bi bilindahiya 10–12 mêtre bilind e û sturiya dîwarê jî 3–5 mêtre stûr e.[1] Sûra Amedê di roja îro de ji bo dîtinê li Amedê yek ji cihên herî sereke ye. Bi awayê avakirin û zexmiya xwe, bi nivîsên xwe, bi motîv û awayên ku li rûyê keviran hatin e niqartin re niha nivîsarên 12 şaristaniyan têne xwendin.

Dîroka avakirin despêkê ya kelheyê nayê zanîn. Tê pêşbînîkirin ku di sala 349ê p.z. de dîwarên sûrê ji aliyê împeratorê romayî Konstantînê I ve yekem car hatiyê berfirehkirin û hinek beşên dîwaran hatine restorekirin. Çar deriyên sereke yên kelehê hene û her deriyek bi hêleke bingehîn ve vedibe. Paşê, bi mezinbûna bajêr re di bedenê de hin deriyên din jî hatine vekirin. Beden, ji 5 km yan dirêjtir e û bi awayê masîmertalek de dor li bajarê kevin dipêçe. Bilindiya dîwarên kelehê 12e mêtre ye. Dîwarên Sûra Amedê ji 3 mêtreya heta 5 mêtre yê fireh dibe û 82 birc li Sûrê hatine avakirin.

Ji ber Erdheja Gurgum û Dîlokê ya sala 2023an ku heman erdhej li Amedê jî pêk hatîye bircên Sûra Amedê û hinek beşên dîwarên Sûra Amedê hilweşiyan. Hatiye ragihandin ev beşên ku hatine hilweşandin di asta restorekirinê de bûn û di rojê pêşerojê de dihatin restorekirin.[2] UNESCOyê di derbarê hilweşandina avaniyên dîrokî ku di zirarê dîtine daye zanîn ku sazî envantera cihên dîrokî û çandî derxin û ji bo restorasyonên cihên dîrokî di demeke kurt de dest bi xebatan bikin.[3]

Avahîsazî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dirêjahiya sûrên bajarê kevin 5,8 kîlomêtre ye.[4] Dîwar li dora bajarê kevn ku dora bajêr dorpêç dike xelekek ava dikin. Bilindahiya dîwarên sûrê di navbera 10 û 12 mêtran de ye û stûrahiya dîwarên sûrê jî di navbera 3 û 5 mêtreyan de ye.[5] Diwarên Sûra Amedê dîwarên parastinê ya herî fireh û dirêj e ku li cîhanê piştî Dîwarê Mezin ê Çînê dîwarê herî dirêj a parastinê ye. Li kelehê çar deriyên sereke û 82 birc hene.[6] Li ser dîwaran nêzîkî 63 nivîsên li ser dîwaran ji demên cuda yên dîrokî hene.[4]

Li bakûrê rojhilata Sûra Amedê keleha yekem ku rûniştgeha nav bajarê kevn e dirêjiya dîwarên kelehê digihîje 598 mêtreyê.[7] Sûrên bajêr dîwarên bajarê dîrokî ye ku bajarê kevn a dîrokî dorpêç dikin. Piraniya dîwarên sûrê bi şêwazên û avahîsaziya kevneşopî hatine çêkirin. Bircên sûrê ji 2 û 4 qatan pêk tên ku li qatê binî 4,4 metre qalind in û li qatên jor jî zirav dibin.[7]

Keleh bi kevirên bazaltê reş û axê hatine çêkirin û bi caran hatine restorekirin. Kelehên bazalt gelek saxlem in: ev jî yek ji wan sedeman e ku ev avahî nêzîkî 2000 salan li piyan dimînin. Keleha Amedê di nav baştirîn mînakên mayînde yên kelehan de ye ku bi taybetmendiyek xwezayî ya mîna li deverek newal yan jî avê li aliyekî wekî sinor hatiye çêkirin. Di sûran de fonksiyoneke sembolîk û her weha armancek parastinê heye ku bi nivîsên li ser sûrên hindurê bajêr (kele) ku şahidiya dîroka bajarê Amedê dike.[7]

Planên kelehê serdestiya du formên avahîsaziyên cihêreng dike ku bi avakirina dor û çargoşeyî hatiye avakirin. Sûra Amedê di nav pênc koman de hatiye dabeşkirin: çar ji wan bircên li dora çar deriyên sereke ne û koma pêncem jî bircên kelehê ne. Hate dîtin ku ji 82 bircên eslî 65 hê jî li derveyê sûrên bajêr mane û 18 bircên kelehê jî heta roja îro hatine. Ji ber cudahiyên çandî keleh rastî hinek guhertinan hatiye. Keleh bi demê re ji nû ve hatiye çêkirin, restorekirin yan jî hatiye bilindkirin. Lêbelê tîpolojiya giştî ya kelehê di hemî nûvekirinên kelehê de wekî xwe maye.[7]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sûr yan jî Kelhe ya Amedê di serdema Romayiyan de hatiye avakirin. Bikaranîn û ji nû ve avakirin, di nav wan de sûrên bajarê Amedê hene ku dirêjiya wan digihêje 53 mêtreyan.[8] Di dîwaran de bi qasî 63 nivîsên ji serdemên dîrokî yên cuda hene ku bermahiyên Hûrî, Med, Rûm, Sasanî, Bîzans, Merwanî û Eyûbî hene. Di 4ê tîrmeha sala 2015an de UNESCOyê keleh û Baxçeyê Çandî ya Hevselê beşdarî Lîsteya Kelepûra Cîhanê kir.[9]

Dîwar di serdema Bîzansê de, nemaze di serdema Justinian I (di sedsala 6an de) de hatine berfireh kirin û nûve kirin.[10] Pişî ku dînê îslamê berbelav dibe û ber bi Kurdistanê ve berfireh dibe, Amed navendiya xwe yê herêmî diparêze û di sedsala 7an de, diwarên Sûra Amedê ji aliyê xanedan ên cuda ve rastê restorasyon û nûavakirinê hatiye.[10] Piraniya dîwaran bi awayê xwe yê îro di serdema navîn de hatine avakirin.[11]

Di sala 899an de, piştî serhildana waliyê bajêr, xelîfeyê ebasî el-Mu'tedîd ferman dide ku hinek beşên sûran ku di nav wan de deriyên Xarpêt û Mêrdînê (deriyên bakur û başûr) hatiye hilweşandin û tê pêşbînîkirin deriyên sereke yên rojhilat û rojavaya di wî demê de (di dema êrîşên ebasiyan de) hatine hilweşandin.[11] Di vê heyamê de dest pê dike ku hosteyan ji xeynî nivîsên erebî li ser beşên nû yên dîwaran dest bi çêkirina wêneyên heywanan kirine.[11]

Di serdema merwaniyan de bi taybetî ji bo bihêzkirina dîwarên beşa başûrêrojhilatê sûran xebat hatine meşandin.[11] Di sala 1088an di rêzê de keleh pêşî dikevê destê selçûqiyan û piştre jî dikeve destê înaliyan û restorekirina diwaran di van deman de jî bênavber berdewam kiriye.[11] Heya vê serdemê, nûvekirin bi gelemperî li gorî sêwiranên romayiyan berdewam kiriye ku blokên mezin di rêzê de bi awayek birêkûpêk hatine danîn.[11]

Înalî di dawiya sedsala 12an de ji aliyê serdarê eyûbiyan Selahedînê Eyûbî ve hatiye derxistin û li şûna wan ertûqiyan bicih dike ku ertuqî heya sedsala 15an li bajêr serwerî dikin.[11] Xebatên nûavakarina dîwarên sûrê di dema ertûqiyan (1206-1207) de carek din dîsa tê despêkirin ku di vê demê de dîwar û nexşên li ser dîwaran tê guhertin berevajiyê sêwiranên romayiyan nû avakirin bi kevirên birî yên biçûktir têne avakirin.[11] Di salên 1208-1209an de jî li ser dîwarê başûr du bircên navdar ên ku bi navê Birca Heft Birayan û Birca Bedena Mezin têne zanîn hatine ava kirin.[11] Ev birc bi xemilandina kevirên xwe yên xêzkirî yên nivîsarên kaligrafîk û wêneyên fîgurî yên ajalan û mexlûqên mîtolojîk têne cuda kirin.[12]

Di dema têkçûna safewiyan û dagirkirina osmaniyan a Amedê di sala 1515an de, osmaniyan bi bikaranîna topbarankirinê dîwarên sûrê hilweşandin û ji ber vê yekê neçar mane ku sûrê ji nûve ava bikin. Di destpêka serdema osmaniyan a bajêr de, keleha bi veguheztina dîwarê ku dîwarê ji bajêr hate veqetandin dîwar zêdetir ber bi derve ve hatine berfireh kirin.[11] Restorekirina osmanî yên li ser dîwaran ji karên serdemên berê kêmtir xemilandî ne.[11]

Li rojavayê Deriyê Xarpêtê û li rojhilatê Deriyê Mêrdînê ji bo hêsan kirina herikîna trafîkê du derî di dîwaran de hatine vekirin. Ji xeynî van vekirina van deriyan îro dîwarên bajêr bi piranî li ser piyan in.[11]

Pêvçûnên sala 2015an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2015an şerê di navbera şervanên YPSê artêşa tirk li navçeyê Sûr a Amedê jî qewimî. Di dema şer de avahiyên dîrokî yên ku di Lîsteyê Kelepora UNESCOyê ya Cîhanê de cih digirin, zirar dibînin û gelek avahiyên dîrokî ji aliyê artêşa tirk ve têne bombekirin.[13] Li ser Birca Bizinan ji aliyê leşkerên tirk ve ji bo stûna alê bêton hatiye rijandin û liser bircê avdestxaneyek protatîf hatiye çêkirin ku ava qirêj bi diwarên sûrê ve hatiye xwarê.[14] Qadên ku sûrên bajêr û deriyên dîrokî lê bûn wek xalên ewlehiyê hatine bikaranîn.[14] Blokên betonî bêyî erêkirina Lijneya Zanistî di nav valahiya di navbera bircan de hatine danîn ku yekitiya dîwarên dîrokî hatiye xirakirin.[14]

Keleha hundirîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka Keleha Hundirîn a ku li aliyê bakurê rojhilan ê sûrên Amedê hatiye bicihkirin bi îhtimaleke mezin digihêje dema gelê Hûrî-Mîtanî (B.Z. 4-3 hezar) ku gelê pêşîn e ku li vê herêmê bi cih û war bûye. Keleha Hundirîn piştî ku sûrên bajêr ji hêla Romayiyan ve hatin çêkirin, bû xwediyê cihekî taybet û her tim wekî navenda rêveberiyê hate bikaranîn. Sûrên pêşîn ên ku Keleha Hundirîn dorpêç dikirin û di Kembera Ertûqiyan a niha re derbas dibûn, paşê xera bûne.

Siltan Silêmanê Qanûnî 16 birc û du avahî lê zêde kirine û Ava Hamravat jî aniyê wir. Çar deriyên Keleha Hundirîn ên bi navê Deriyê Serayê, Deriyê Kupelî, Deriyê Fetîh û Deriyê Orgûn hene. Di nav Keleha Hundirîn de avahiyên giranbuha hene. Mizgefta Kelayê (Mizgefta Hz. Silêman, Mizgefta Nasiriye), Kaniya Bişêr, Kembera Artûqiyan, Girê Wêran, Seraya Artûqiyan û Dêra Saint George çend heb van cihan in.

Bircên kelehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîgura li Birca Zewicî ku li başûrê rojavayê bajarê Amedê ye.

Li ser sûran çargoşeyî, pirgoşeyî û bi şeklê gilover bi giştî 82 birc hene. Li aliyê ku li Geliyê Dîcleyê û Ben û Senê dinêre, ji ber ku parastina wê hêsantir e, birc kêm in û çargoşeyî ne. Li eniya Deriyê Çiyê û Deriyê Rihayê, ji ber ku ji êrîşên neyaran re vekirî ye, hejmara bircan zêdetir e û şeklê bircên li vê derê jî gilover e.

Bircên ku di dema Ertûqiyan de hatine çêkirin bi mezinahî û nexşên li serê ji bircên din cudatir in. Birc bi giranî du tebeqeyî, hinek jî sê-çar tebeqeyî ne. Qatên jêrîn wekî depo û embar, tebeqeyên jorîn jî bi armancên leşkerî hatine bikaranîn.

Di nav van 82 bircan de ji ber mezinahî û nexşên xwe, bircên wekî Bedena Mezin (Ben û Sen), Birca Heft Birayan, Birca Bizinan, Nûr, Birca Findiqan, Merwanî, Qîza Qirêl û Dûpişk zêdetir tenê nasîn.

Birca Bedena Mezin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Figûrên li ser Birca Heft Birayan li Sûra Amedê.

Birca Bedena Mezin an jî Birca Ben û Sen (tr.:Ulu Beden an Evli Beden Burcu) li aliyê başûr ên sûran e. Birc di sala 1208'an de li ser navê hikûmdarê Ertûqiyan Melîk Salih ji hêla Îbrahimê Kurê Mîmar Cafer hatiye çêkirin. Bircên Bedena Mezin û Heft Birayan (ku wekî bircekê têne hesibandin) bi avahîsaziya xwe ya sîlindiriîk, bi kitabeya ku wan dorpêç dike, bi nîgarên eyloyê duserî, şêrê bibask gelekî bi heybet, bi plansazî û xemlên xwe gelekî dişibin hev.

Li gorî efsaneyê: Hikûmdarê wê demê pêşbaziyekê li dar dixe. Fermanê dide ku li şûna van her du bircan, du bircên pir bilind û qewîn ên ku plana wan bi destên wî hatiye xêzkirin, bên avakirin. Li bajêr bi tenê du kes dikarin vî karî bikin. Yek ji wan hosta ye, yek jî qelfeyê wî ye. Xewn û daxwaza hosta ev e ku hostatiya xwe careke din nîşan bide, xewn û daxwaza qelfe jî ew e ku di hostatiyê ji hostayê xwe bibore. Hosta Birca Heft Birayan, qelfe jî Birca Bilind lêdike. Di encama kar de hikûmdar birca qelfe hîn zêde diecibîne. Hosta bi vê yekê gelekî bi ber xwe dikeve û ji ser bircê xwe davêje xwarê.

Birca Heft Birayan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birca Heft Birayan.

Li gorî efsaneyekî din: Dijminan bajar dorpêç kiriye, piştî şerê ku bi rojan dewam kiriye, ji bilî birca ku heft birayan parastina wê dikir, bajar ketiye destê neyaran. Keyê neyaran ji bo lihevkirinê, qasidekî dişînin cem heft birayan. Heft bira ji qasid re mercên teslîmbûna xwe dibêjin. Li gorî van mercan di dema teslîmbûnê de dê key û fermandar werin, dema ku ew teslîm bûn dê wan efû bike. Qiran wan mercan dipejirîne û tevî fermandarên xwe diçe nav bircê. Çawa ku key û fermandar dikevin nav bircê, teqînek pêk tê. Ji ber ku heft birayan agir bi depoya barûdê daye, ew teqandiye. Bi teqînê re key, fermandarên wî û heft bira dimirin. Bajar rizgar dibe.

Birca Bizinan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birca Bizinan li rojhilatê Deriyê Mêrdînê, li ser zinarekî tiraştî ye mezin hatiye bicihkirin. Birca herî kevn û herî mezin a li ser sûran e. Dîroka çêkirina wê bi awayekî teqeez nayê zanîn, lê belê li ser wê nivîseke ku dibêje, di sala 1223'yan ji hêla Merwaniyan ve hatiye tamîrkirin heye. Wisa tê bawerkirin ku ev birca 11 kemberî demekê wekî perestgeh jî hatiye bikaranîn.

Parastina sûran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di navbeyna salên 2000 û 2007an ji aliyê Şaredariya Amedê ve hinek beşên diwarên sûrê hatine restorekirin. Avahiyên ku rasterast li ser dîwarên sûrê hatibûn çêkirin hatin rakirin, dîwar hatin paqijkirin û li kêleka dîwaran parkek hate çêkirin. Her çiqas sûr û keleh xwe carekî bi Dîwarê Mezin ê Çînê re berhev bike jî dema ku di sala 2015an de şerê di navbera şervanên kurd û leşkeran tirk, ev yek dest bi guhertinê kir; dîwarên kelehê, li gel mizgeftek, du dêr ji aliyê artêşa tirk ve bi qismî yan bi temamî hatin bombekirin, malên gelek sivîlan ji ber êrîşên tankan hilweşiyan û bi despêka şer re hinek kes neçar dimînin ku malên xwe biterikînin.[15]

Di 4ê tîrmeha sala 2015an de UNESCOyê Keleha Amedê (Sûra Amedê) û Baxçeyên Çandî ya Hevselê beşdarî nav Lîsteya Pêmaya Dinyayê ya UNESCOyê kiribû.[16] Piştî hilweşandina beşeke ji taxên Sûrê bi pêşengî û alîkariya UNESCOyê bi mebesta ku di nava du salan de bajêr jinûve bê avakirin û ji avakirina avahiyên dîrokî yên ku hatibûn bombekirin plana jinûve avakirinê hate destpêkirin.[17]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "kulturportali.gov.tr/portal/diyarbakir-surlari".
  2. ^ İHA. "Şiddetli iki deprem 5 bin yıllık Diyarbakır Surları'nı da vurdu". CNN TÜRK (bi tirkî). Roja gihiştinê 10 sibat 2023.
  3. ^ "UNESCO depremde yıkılan tarihi eserler için seferber olacak". euronews (bi tirkî). 7 sibat 2023. Roja gihiştinê 10 sibat 2023.
  4. ^ a b "Diyarbakır Fortress and Hevsel Gardens Cultural Landscape (2015) | EBRULI TOURISM- IZMIR-TURKEY" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 sibat 2024.
  5. ^ "Diyarbakir City Walls". The Kurdish Project (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 sibat 2024.
  6. ^ "Diyarbakır Castle and Fortress". www.ktb.gov.tr. Roja gihiştinê 7 sibat 2024.
  7. ^ a b c d Halifeoglu, Fatma Meral (2013). "Castle architecture in Anatolia: Fortifications of Diyarbakir". Frontiers of Architectural Research. 2 (2): 209–221. doi:10.1016/j.foar.2013.04.003. ISSN 2095-2635.
  8. ^ ebrulitur. "Diyarbakır Fortress and Hevsel Gardens Cultural Landscape (2015) | EBRULI TOURISM- IZMIR-TURKEY" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2022.
  9. ^ Centre, UNESCO World Heritage. "Sites in Denmark, France and Turkey inscribed on UNESCO's World Heritage List". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2022.
  10. ^ a b International dictionary of historic places. 3: Southern Europe. Chicago: Fitzroy Dearborn Publishers. 1995. ISBN 978-1-884964-02-2.
  11. ^ a b c d e f g h i j k l Sinclair, Thomas (1987). Eastern Turkey: an architectural and archaeological survey. London: Pindar press. ISBN 978-0-907132-32-5.
  12. ^ Hattstein, Markus, edîtor (2013). İslam: art and architecture (bi îngilîzî) (Çapa Newed). Koln: Ullmann. ISBN 978-3-8480-0380-8.
  13. ^ "AKPê got 'Ewlekariya Giştî', 80 sivîl qetil kirin; Mizgeft, Cemewî û Dêr şewitandin". TİHV - Türkiye İnsan Hakları Vakfı (bi tirkî). Roja gihiştinê 10 sibat 2024.
  14. ^ a b c "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 çiriya pêşîn 2016. Roja gihiştinê 10 sibat 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  15. ^ Diyarbakir; Turkey; May 23; Kayar (20 çiriya paşîn 2017). "Heartbreak in Turkey's Diyarbakir as development transforms ancient Sur - Al-Monitor: Independent, trusted coverage of the Middle East". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 sibat 2024.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  16. ^ "Historic structures damaged in Diyarbakır". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). 6 çiriya pêşîn 2015. Roja gihiştinê 8 sibat 2024.
  17. ^ Centre, UNESCO World Heritage. "Sites in Denmark, France and Turkey inscribed on UNESCO's World Heritage List". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 sibat 2024.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]