Kevirşîn
Kevirşîn (bi tirkî: Göktaş) gundekî girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê ye. Li Kevirşînê wekî cihekî dîrokî Qesra Hecî Bozo heye. Hecî Bozo axê gund bû. Mar digirt û piştî ku diranê wan radikir bera bîrekê dida. Ew bîr di zindana Qesrê de bû. Dema ku gundiyek an jî kesekî xerîb nebaşî bikira ceza dikir û bera nav bîra maran dida. Bi vî rengî ew ditirsandin û dikir ku tobe bikin. Hecî Bozo 140 salan li cîhanê maye. Û berî ku bimire, wî hin ji kelûpelên xwe li gundiyên xwe belav kir. Hecî Bozo Axa kesayetiya herî girîng a gund e. Tê gotin ku Ataturk hatiye pêşwazîya wî. Gund xwedî dîrokeke kûr e. Mozaîkên dîrokî li gund hatine dîtin. Hecî Bozo Axa, ku di şerê serhildana Îbrahîm Paşa yê Kavalalî de amade bû, bi giranî birîndar bû, hate dermankirin û bû axayê gund. Ew kesayetiya herî girîng a gund e. Ev hemû rewşa gund di demên berê de nîşan didin.
| Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |