Meşkîna, Dêrika Çiyayê Mazî

Meşkîna
Bozok
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Dêrika Çiyayê Mazî
Nahiye Dêşî
Demografî
Gelhe (2012) 985[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°17′10″Bk 40°21′41″Rh / 37.28611°Bk 40.36139°Rh / 37.28611; 40.36139
Bilindayî 720 m
Koda postayê 47800
Koda telefonê (+90) 482
Meşkîna li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Meşkîna
Meşkîna
Meşkîna (Tirkiye)
Map

Meşkîna (bi tirkî: Bozok) gundekî girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê ye.

Meşkîna gundekî dîrokî ye. Li rojavaya Meşkîna gundekî biçûk heye: Girik. Girik ku girêdayî Meşkîna ye, cihekî gelekî dîrokî ye. Li rojavaya Meşkîna Çiyayê Pozê Bîra heye, ku bi dehan bîrên avê li ser hene û xuyaye di dîrokê de cihekî şênî ye. Dîwarên xaniyan, benê rezan, mehsereyên tirî û hîn gelek şûn û warê dîrokî li dora Meşkîna û Girik hene. Meşkîna bi dehan caran hatiye valakirin. Ji ber şerê navxweyî, xwînî û dijminatiya gundikî. Lê di sala 1991'ê de jî Meşkînî bûn cerdevan û kesên ku nebûn cerdevan ji gund derxistin. Wê demê Girik jî hate şewitandin. li ser gundê Meşkîna di sala 1978-1979 de civaknas Ahmet Gegez bi teza xwe ya qedandina zaningeha Haceetepe "Avahiya Civakî û Aboriya Gundê Meşkîna" berhemek weşandiye. kesên ku bixwazin di derbarê gundê Meşkîna hîn zêdetirîn agahiyê bidestbixin bila ji kerema xwere li beşa tirkî jî mêze bikin.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe[2]
2012 985
2000 548
1990 743
1985 827

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2012
  2. ^ Yerelent, Bozok, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2014