Xerabreşk, Dêrika Çiyayê Mazî

Ji bo maneyên din li Xerabreşk binêre.
Xerabreşk
Meşeli
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Dêrika Çiyayê Mazî
Nahiye Navend
Demografî
Gelhe (2012) 354[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°29′26″Bk 40°3′40″Rh / 37.49056°Bk 40.06111°Rh / 37.49056; 40.06111
Bilindayî 925 m
Koda postayê 47800
Koda telefonê (+90) 482
Xerabreşk li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xerabreşk
Xerabreşk
Xerabreşk (Tirkiye)
Map

Xerabreşk (bi tirkî: Meşeli) gundekî girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê ye.

Xerabreşkê gundekî êla Metînan e li herêma Qerejdax. Gund bi ser Dêrika Çiyayêê Mazî ve ye. Heta salên 1990'î jî li gund deveyên ku li daristanê diçêriyan dihatin dîtin. Rê, ceryan û telefon nediçû gund. Ji ber ku gundekî çiyayî ye, di gund de çandiniya genim, ceh, nîsk û nokan pir dereng dest pê kir. Heta salên 1990'î jî li gund piştî çinînan pûş, ka, rêsî û hemû hatina erdan bi deve û hêstiran dihate dişandin. Her wisa çûna aşê arvan jî bi deveyan dihate kirin. Piştî salên 2000'an riya gund hatiye çêkirin.

Xerabreşkê gundekî "kufarî" ye. Kunreş, girê gund û goristanên kevin ên ne bi qaideyên îslamî, nîşaneyên kufariya wê ne.

Xerabreşkê di navbera gundên Zemberol, Subetan, Şirîbaba û Bîxurê de ye.

Girêdayî Xerabreşkê sê heb cefirk hene. Cefirka jêrîn, orte û jorîn. Gundî zivistanan di xaniyên gund de, havînan jî di konên reş ên cefirkan de diman.

Xerabreşkê gundekî wisa ye ku li ser axek avî ye. Di şikeftên wê de havînan jî av dizê. Li cefirkên wê kiyan bîra ku 5 metroyan bihata kolan di avê der dibû. Piştî salên 2000'an ku li Kurdistanê av vekişiya, li herêma Qerejdax jî av hinekî daket jêr. Lê Xerabreşkê û bi taybetî cefirkên wê herêma herî bi şens ên Kurdistanê ne. Ji ber ku ava berfa Qerejdax di bin erda wê de digewime.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe[2]
2012 354
2000 246
1990 278
1985 475

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2012
  2. ^ Yerelent, Meşeli, ji orîjînalê di 5 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2014