Kilora şilavkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kilora şilavkî

Kilora şilavkî, kilora şîravkî navê kiloreke gelên îranî ye ku kurd, faris, romî (tirk), ermenî, asûrî tevahiya gelên herêmê dizanin û dixwin. Bêhtir li Mêrdîn û Behdînanê tê xwarin.

Xaşandina pelhevîrkê (şikeva) û cureyên xwarinên wiha di nava gelên îranî (faris, kurd, belûcî, gilakî ûêd) de bipêşketiye. Tirkan navê Su böreği lê kirine, ev ji wergera şilavkî ye. Bi bandora asîmîlasyonê lu bakurê Kurdistanê carcaran kurd navên xwarinan bi tirkî bilêvdikin.

Berkeliya şilavkiya Botanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hevîrtirş berdin nava şîr, xwê pê werbikin, biçelpînin, hinekê avê lê zêde bikin û di nava wê de hevîr bistrên. Hevîrê xwe bi qasî 40-50 deqeyan bidin sekinandin.

Quşxaneyê bînin, rûn bikinê. Goştê kişandî, bexdenûsa hûrkirî berdin navê û biqijilînin. Ji hevîrê pelhevîrkên (şikeva) gelek tenik vebikin, li sêniyekê yan tiyanê rabixin. Pelhevîrkên xwe bi kêrê bikin 4 parçe, di nava ava dikele de bixaşînin.

Ji parçeyên pelhevîrkê wekî heftbirrî yan kilorên din, li ser sêniyê kilorê rabixin, qatên wê ji têkela goştê kişandî û bexdenûsê dabigirin.

Hêkê li rûyê qata ser bidin, bavêjin argûnê (firne, firûn).