Komkujiya Zaxoyê 2022
Komkujiya Zaxoyê | |
---|---|
Perex | |
Koordînat | 37°16′40″Bk 42°46′59″Rh / 37.27778°Bk 42.78312°Rh |
Dîrok | 20ê tîrmeha 2022an |
Cureyê êrîşê | Êrîşa bombaranê |
Mirî | 9 kes |
Êrîşkar | Artêşa tirk |
Sedem | Nîjadperestî |
Lêpirsîn | Berdewam e |
Biryara dadgehê | Ne diyar e |
Komkujiya Zaxoyê, komkujiyekî li dijî sivîlan e ku ji aliyê artêşa dewleta tirk ve li gundê Perexa bi ser navçeya Zaxoyê ve pêk hatiye.[1][2] Komkujî bi topbarana artêşa Tirkiyê pêk hatiye[3][4] û di encamê de du ji wan zarok, bi tevahî neh kes hatine kuştin.[5] Hemû qurbanên komkujiyê geştiyarên ereb ên Îraqê bûn.
Wezareta karên derveya Iraqê daxuyaniyek ragihand û di daxuyaniyê de diyar kir ku komkujî ji aliyê artêşa dewleta tirk ve pêk hatiye.[6]
Komkujî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Komkujiya Zaxoyê di 20ê tîrmeha sala 2022an de li gundê Perexa bi ser navçeya Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê li dijî kesên sivîl pêk hatiye.[5] Di êrîşê de 2 jê zarok bi tevahî 9 kes hatine kuştin û 26 kes jî birîndar bûne.[5] Li ser êrîşê Baroya Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de aniye ziman ku Baroya Amedê di der barê tespîtkirin û cezakirina berpirsên van êrîşên ku di encama de kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane, giliyên sûc bike û pêvajoyeke hiqûqî ya bi bandor bişopîne.[7]
Bertekên li dijî komkujiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Partiya Demokratîk a Gelan, (HDP) bertek li dijî erîşê da û daxuyaniya xwe de anî ziman ku Komkujiya Zaxoyê, komkujiya duyemê Komkujiya Qilebanê ye. Di daxuyaniya xwe de bang kir ku parlamena Tirkiyeyê bi civîna awarte bê komkirin.
Kurdistan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe ya derbarê bombebarana li Zaxoyê anî ziman ku di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û tekez kir, ku ti hincetek jibo kuştina sivîlan tineye.
DYA Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price êrîş şermezar kir û ragihand ku "Kuştina sivîlan nayê qebûlkirin û divê hemû dewlet jibo parastina sivîlan, rêzê yasayên navdewletî bigrin."[8]
Iraq Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi armanca giliyê li Neteweyên Yekbûyî û bangkirina Balyozê Tirkiyeyê bi Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê re civîneke awarte li dar xist.[9]
- Baroyên Bakurê Kurdistanê bertek nîşanî êrîşa dewleta tirk a ku li gundê Perexa bi ser navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistanê pêk aniye da. Baroyên Amed, Wan, Batman, Şirnex, Riha û Mêrdînê bi daxuyaniyan êrîşa li dijî sivîlan şermezar kirin.[10]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "Türkiye'nin Zaxo'ya saldırısı dünya basınında". mezopotamyaajansi35.com. Roja wergirtinê: 20 tîrmeh 2022.[Girêdan daimî miriye]
- ↑ "Rudaw". www.rudaw.net. Roja wergirtinê: 20 tîrmeh 2022.
- ↑ "Irak: Zaxo katliamını Türkiye'nin yaptığı tespit edildi". Yeni Yaşam Gazetesi | Yeni Yaşam (bi tirkî). 21 tîrmeh 2022. Ji orîjînalê di 21 tîrmeh 2022 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 21 tîrmeh 2022.
- ↑ "Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye". mezopotamyaajansi35.com. Roja wergirtinê: 21 tîrmeh 2022.[Girêdan daimî miriye]
- ↑ a b c "Türkiye'nin Zaxo'ya saldırısı dünya basınında". mezopotamyaajansi35.com. Roja wergirtinê: 20 tîrmeh 2022.[Girêdan daimî miriye]
- ↑ "Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye". mezopotamyaajansi35.com. Roja wergirtinê: 21 tîrmeh 2022.[Girêdan daimî miriye]
- ↑ "Baroya Amedê, Twîtter". Twitter (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 20 tîrmeh 2022.
- ↑ Darrell. "The United States Condemns Attack in the Dohuk Province of Iraq". United States Department of State (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 21 tîrmeh 2022.
- ↑ "مقتل 8 أشخاص في قصف مدفعي تركي شمال العراق.. والكاظمي: نحتفظ بحق الرد". CNN Arabic (bi erebî). 20 tîrmeh 2022. Roja wergirtinê: 21 tîrmeh 2022.
- ↑ "Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin". mezopotamyaajansi35.com. Roja wergirtinê: 21 tîrmeh 2022.