Lezbiyenî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Logoyeke hevratiya du jinê nîşandike.

Lezbiyenî an Mêbazî [çavkanî pêwîst e], ji têkiliyên zayendî û hestî yên di nav jinan de re tê gotin, ango hevzayendîtiya afiretan.

Dîrok[biguherîne]

Metnên herî kevnên ku qala têkiliyên li navbera jinan dikin li serdema Yewnana kevnare hatiye berhemandin. Sappho ku li girava Lesbos jiyaye, di helbestên xwe de bi aşkere qala zayendî û evîndariya ber bi jinan kiriye. Aliyê din hin çavkaniyên kevnare anîne ziman ku Sappho bi mêran re jî ketiye têkiliya evînê. Bi ser de Maximusa Tyreyî îdîa kiriye ku evînên Sapphoyê ya bi keçikên dibîstanê re ava kiriye, li asta platonik mane. Zanyariya modern texmîn dike ku nêzîkahî li navbera hetîwbaziya Yewnana kevnare û têkiliyên Sappho û xwendekarên wê hene û bandora pedagojî li ser van her du têkiliyê hene. [1][2]

Çavkaniyên nivîskî[biguherîne]

Çavkaniyên nivîskî ya qala têkiliyên lezbiyen dikin li Spartaya kevnare hatiye berhemandin. Plutarch ji bo Lacedaemonians vê vegotinê bikaranîye: (…) evîn li nav wan hewqas gramî ye ku keç di heman dême de bûne metayên erotîk a jinên malmezinan. .[3]

Asya[biguherîne]

Di helbestên Çîna kevnare de têkiliyên lezbiyen jî hatiye mijarkirin, lê detayên ku mîna li berhemên wêjeyî ya qala hevzayendîtiya meran dikin, nehatiye nivîsandin. Antropolog Liza Dalby, li vekolîna xwe ya li ser helbestên ku jinan didan hev du, dibêje ku di serdema Heian a Japonyayê de têkiliyên lezbiyen berbelavbûn û ji aliyê civak ve hatibû pejirandin. Hatiye gotin ku Li Erebîstana kevn di nav harem de têkiliyên jinan hatiye jiyîn. Gelemperî van têkiliyan rastî bi tundiyê hatine. Hatiye nivîsandin ku Mûsa pêxember xwestiye stuyên du keçikên bên jêkirin ku li dema têkiliyê hatiye zevkirin. [4]

Ewropa[biguherîne]

Etienne de Fougères di pirtûka xwe de ya bi navê "Livre des manières" (nêzîkî 1170) henekên xwe bi lezbiyenan re kiriye û wan şibhandiye mirîşkên ku xwe wekî dîkan dihesibin. Vê nêrîna nivîskar nêrîna serdema xwe dide der ku wê demê him derdorên laîkan û him jî oldaran bawerî dikirin ku jin heta nebin mêr nikarin zayendiyek baş tecrübe bikin. [5]

Peyvnasî[biguherîne]

Lezbiyen ji salên 1800î û vir ve ji bo nîşanî hevzayendên jin tê bikaranîn. Tê pejirandin ku peyva lezbiyen ji navê girava Lesbosê ku Sappho li wê derê jiyabû, hatiye. [6] Bi hêla zimannasî ve wateya lezbiyen ji Lezbos/Lesbosî ye.[7]

Ferhenga kurdî çi dibêje?[biguherîne]

Di zimanê kurdî de ji bo afiretên lezbiyen peyvek alînegir nîn e û piraniya van peyvan binavkirinên neyînî ne:

"Çîrrxwarin", "banûbanû", "stî û stî", û "şevgeriya keçikan"; li hin deveran jî "kuremêr", "stîhişkê", û "hişkenerm" tên gotin.

Polîtîkayên Giştî[biguherîne]

Li civakên rojavayê qedexeyên bo jinên hevzayend ji li gorî ya mêrên hevzayend qelstir e. Di Keyaniya Yekbûyî de lezbiyeni qet nehatiye qedexekirin ligel ku têkiliyên zayendî ya li navbera mêran heta ku 1967an li Îngilistan û Walesê qedexebû. Her çiqas tê gotin ji ber ku Keybanû Victoria bawerî hebûna têkiliyên lezbiyenan nedikir, di sala 1885an de nexwesitiye lezbiyenî têxin guhertoyên Qanûnên Cezayê ya Îngilîz. Lê dawiyê hatiye gotin ku dibe ku vê serpêhatî derew be. [8] Di sala 1921ê de parlementera Îngilîzê, Frederick Macquisten,ji bo ku lezbîyenî bê qedexekirin, qanûnekî pêşniyazî Kamara Lordan kir, lê hat redkirin. Di kêliya gengeşeyan de bere Lord Birkenhead û dawiyê Serokwezîrê Brîtanyayê ya wê deme parastine ku ji 1000 jinê 999 heb “qala vê(lezbîyenî) gotegotekî bîçûk jî nebîhîstine”. [9] Di sala 1928an de romanekî bi navê The Well of Loneliness, naverokek lezbîyenî dihewand, ji ber ku bala raya giştî kişand, ji ber “mustehcenî” hat qedexekirin. Sedema vekirina dozê ne ji ber naveroka zayendî ya vekirî bû, ji ber ku roman teza “pejiriandin/razîbûn”ê dikir. [10] Dema The well of Loneliness dihat qedexekirin, romanên ku naveroka wan bi temaya lezbîyenî bûn lê fikrên polîtîk nedihewandin, bi serbestî çapkirin û firotinê dewam kirin. [11]

Doktrînên ola Cihûtî her çiqas tevgerên mêrên hevzayend bişermînin jî pir hindik qala tevgerên lezbîyenan dikin. Lê qanûnên dewleta Îsraelê ya modern ku piraniya gelheyên wê laîk in, berpêbûniyeke wek li ser hevzayendan zorkerî nesepandin pêşan dide. Her çiqas li Îsraelê zewaca hevzayendan neyê pejirandin jî zewaca hevzayendan a li welatên din dipejirîne. Aliyê din zarê kesên hevzayend dibe ku ji aliyê partnera wê/wî kesê/î re bê ewladkirin. Li Tel-Avîvê her sal meşa rûmetê tê lidarxistin.

Hevzayendîtî li gorî doktrînên (Quran û hedîsan) hatiye qedexekirin. Li Erebistana Siyûdî û Yemenê hevzayendîtî mijarê sûcê ye û hebs, qirbaç û îdamê tê cezakirin. Li Îranê qanûnê ku tevgerên lezbîyenî qedexe dike, hîn di meriyetê de ye.

Li Tirkiyê qanûnekî qedexeyîya hevzayendîtî û lezbiyenî tune ye. Li gorî Qanûna Welatiyan hevzayendîtî sedema jihevberdanê ye. Romana nîv-belgeyî ya Rüya Eser (Ümit Oğuztan) a bi navê “Lezbiyen” di 1990an de ji ber mustehcenî hatiye topkirin û bi biryara dadgehê hatiye şewitandin. Li Tirkiyê Lambdaistanbul û Kaos Gl ji bo parastin û piştevaniya li nav komên gey, lezbiyen, transseksuel û travestiyan xebatan dimeşînin.

Gredanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  • William Stewart (1995). Cassell's Queer Companion: a dictionary of Lesbian and Gay life and culture. Cassell, London-New York.
  1. http://ccat.sas.upenn.edu/bmcr/1999/1999-05-01.html
  2. Ellen Greene (ed.), Reading Sappho: Contemporary Approaches. Berkeley: University of California Press, 1996. ISBN 0-520-20195-7
  3. "Lycurgus" 18.4
  4. The History of al-Tabari, Vol. XXX, p.72-73, Albany: SUNY Press, Albany 1989).
  5. Carl Lindahl & John MacNamara & John Lindow, Medieval Folklore: A Guide to Myths, Legends, Tales, Beliefs, and Customs, 2000, Oxford University Press, New York,ISBN=0-19-514772-3, sf. 243
  6. Oxford Dictionary of English 2e, Oxford University Press, 2003
  7. Oxford Dictionary of English 2e, Oxford University Press, 2003
  8. Terry Castle, The Apparitional Lesbian: Female Homosexuality and Modern Culture, Columbia University Press, 1993, New York, ISBN 0-231-07652-5, sf. 11 & 66
  9. Laura Doan, Fashioning Sapphism: The Origins of a Modern English Lesbian Culture, Columbia University Press, 2001, New York, ISBN 0-231-11007-3, sf. 56-60
  10. Laura Doan & Jay Prosser, Palatable Poison: Critical Perspectives on The Well of Loneliness, Columbia University Press, 2001, New York, ISBN 0-231-11875-9, sf. 39-49
  11. Jeanette H. Foster, Sex Variant Women in Literature: A Historical and Quantitative Survey, Vantage Press, 1956, New York, sf. 287

Girêdanên derve[biguherîne]