Memikan, Stewr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jin û mêrek ji Memikan
Zarokên memikî û leystik
Memikan

Memikan (wek Memika tê bilêvkirin, bi tirkî: Yaylayanı ) gundekî girêdayî navçeya Stewrê a girêdayî Mêrdînê ye. Di newaleke ku di navbera çiyayan de ye ava bû ye. Rêyên gund ên ku ne asfalt in yek ji Qillitê diçe yek jî ji rêya Dêrsilav û Cewzê vediqete.

Gund ji aliyê hêzên dewletê ve hate valakirin û di sala 2004an de ji niştecihiyên re ji nû ve hate vekirin lê pirraniya gundiyan venegeriyan. Nuha ji 20-25 malan pêk dihê.

Debara gund bi xwedîkirina heywanan û bi rezvaniyê ye. Li çiyayê gund çûkên zengilok, çilferşik, Carduelis cannabina û ji kulîlkan jî gelek pirr pizîlaqa bizinan dihê dîtin.