Dêrîş, Stewr

Dêrîş
Soylu
Dîmenek ji Dêrîşê
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Stewr
Demografî
Gelhe (2008) 604 kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°38′59″Bk 40°49′03″Rh / 37.64972°Bk 40.81750°Rh / 37.64972; 40.81750
Bilindayî 795 m
Koda postayê 47860
Koda telefonê 0482
Dêrîş li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Dêrîş
Dêrîş
Dêrîş (Tirkiye)
Dêrîş li ser nexşeya Mêrdîn nîşan dide
Dêrîş
Dêrîş
Dêrîş (Mêrdîn)
Map

Dêrîş (1946: Deriş[1]; bi tirkî: Soylu) gundekî ser navçeya Stewrê ye ku bi Mêrdînê ve girêdayî ye.

Lê derdora wê gundê Qunzêrîb, Girikê Izêr, Girikê Fariz, Dêrbend û Ehmedî he ye. Rêya gund ji aliyê Stewrê û Qunzêrîbê ve asfalt, ji aliyê Girikê Fariz ve xam e. Li gund qereqolek jî he ye.

Debara gund bi rezvaniyê (trî, dims, mewîj), xwedîkirina heywanan û çandiniyê ye. Berê firotina çilo jî di debara gund de ciyekî grîng digirt, lê ji ber ku di van salên dawî de birrîna darên çiya hate qedexekirin gundî nema çilo difiroşin.

Weke gundên dora xwe ew jî gundekî kevn û dîrokî ye. Li gund gelek şikeft û zinarên ku ji zemaniyan ve mane he ne. Gelek gund û malbat ji vî gundî zêde bûne.

Weke tirî, dims, bastêq û mewîjên wê toraq û kevirê wê yê dêrîşî (kevzgal) jî li herêmê navdar in.

Malbatên dêrîşî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mala Kulek, Mala Fariz, Mala Emer Axa, Mala Naze , Mala Bekir Axa, Mala Evdile Axa û Mala Mele.

Heremên gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pala Dêrikê û Bîra Herem.

Gelhe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe
2008 604[2]
2000 495[3]
1997 596[3]

Nivîskarekî gundê Dêrîşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wergêr û nivîskarê kurd Ciwanmerd Kulek xelkê Dêrîşê ye. Ew niha (2014) li Stembolê dijî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
  2. ^ tuik[Girêdan daimî miriye]
  3. ^ a b Yerelnet, Soylu[Girêdan daimî miriye]