Here naverokê

Cirzê, Stewr

Cirzê
Taşlık
Cirzê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Cirzê
Cirzê
Koordînat: 37°39′17″Bk 40°45′21″Rh / 37.65472°Bk 40.75583°Rh / 37.65472; 40.75583
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMêrdîn
NavçeStewr
NahiyeEwîna, Stewr
Bilindahî
795 m (2608 ft)
Nifûs
 (2008)
357
Koda postayê
47860
Koda telefonê0482
Map
biguhêreBelge

Cirzê (1946: Cirzi; bi tirkî: Taşlık), gundê Stewrê ya ku navçeya Mêrdînê ye. Berê gundekî Amedê bû. Him li ser waadên Mala Qawakan yê Stewrî û him jî ji ber ku di ji çiya rê Stewrê ji bajarên din nêzîktir bû, gund, weke rêzgundên xwe Dêrîş, Quzêrîb û Çilstûnê di encama plebîsîteke berî niha 50-60 sal xwe bi Stewrê ve girêdaye. Lê tu fêde û kar û bar ji Stewrê nedîtiye; lewra heyta sala 2005an ew jî weke Quzêrîb û Dêrîşê bê av mabû.

Di sînorê navçeya Amedê Bismil û Stewrê de ye. Di sala 1993yan de gund hate valakirin lê di sala 2004an de dîsa ji niştecihêyê rê hate vekirin. Lê piraniya gundiyan venegeriyan.

Gund ji sê malbata ye: Malbata Eyo, Malbata Ehmê û Malbata Azo...

Di dema Osmanîyan de di bin hîmayeya Ehmed Axa yê Ewînî de bû. Lê gundî bi xwe ne jî Eşîreta Sûrguçîiyan in. Malbata Ehmê Necarî ne

Gundekî pir dîrokî ye, her çar aliyê wê xerabeyên avahiyên kevn û şikeft he ne. Şikeftên gund bi giranî îroj wek axur dihên bikaranîn. Weke Rêzgundên xwe başûrê gund Çiyayê Stewrê, bakûrê wê Deşta Bismilê ye. Li derûdora wê gundên Çilstûn, Xindeq, Quzêrîb, Dengiza, Îsepar, Gundikê Pîrê û Ewîna he ne. Çilên wê sar; bi berf û baran; havînên wê germ û ziwa derbas dibin.

Taht Meyrem, Bêndara Elîkê, Tahta Bêşê, Xerap, Xerêp, Warê Bêrimê, Tahta Mêşê, Giyarê Cirda, Darikê Melê.

Debara gund bi çandinî, xwedikirina heywanan (wek , bizin, ker, qantir, hesp, mirîşk, şamîk û hwd), bi etariyê û bi baziganiyê (alvêr) ye.

= Leystokên gund

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

= Bizina Kejo, Çavikê Şirdonekê, holê (golf), xarmenaj, dar û pil, birrê, heftok, pilik, tilîpintkê, çakûç û herî,gok, morik, kab, çavgirtînek, veşartok, kerik, kerikê reş dîwaran, pizpilêr, sing û sêmero.

Sal Gelhe
2008 357[1]
2000 328[2]
1997 -