Ewîna, Stewr
Ewîna Sürgücü | |
Dîmenek ji Ewîna
| |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn |
Navçe | Stewr |
Nahiye | Ewîna |
Binebeş | |
Şaredar | Fikrî Ökmen (DTP) |
Demografî | |
Gelhe (2009) | 3.527[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 37°34′53″Bk 40°44′9″Rh / 37.58139°Bk 40.73583°Rh |
Bilindayî | 820 m |
Koda postayê | 47860 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
Ewîna (wekî Êwêna û Avîna jî dinivîsin; 1928: عوينه / 'Ewîne ; 1946: Avine; bi tirkî: Sürgücü), bajarokekî ser navçeya Stewra Mêrdînê ye. Du beş li ser qelaçan beşek jî li bestê hatiye avakirin. Li derûdora wê Dengiza, Kunufur, Cilîn, Cirzê û Baqustan he ye. Rêyên wê hem ji aliyê Bismilê, hem ji aliyê Stewrê û hem jî ji aliyê Mêrdînê ve asfalt e.
Gundên Ehmed Axa[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ewîna gundê Ehmed Axa ye, yê ku xwediyê 33 gundan bû û ji aliyê xulamê xwe Reşo Kurî ve hatiye kuştin. Avahiyên dîrokî yên Ewîna giş bi navê Ehmed Axa hatine binavkirin, weke Qesra Ehmed Axa, Havîngeha Ehmed Axa...
Herêmên Ewîna[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ziyareta Pîr Îsa, Kaniya Feqîran, Kaniya Muqta, Kaniya Azîm, Kaniya Jinan, Kaniya Mêran, Kaniya Xelê, Giyarê Kevirê, Dergûşa Qîza Qerê, Şikefta Xeratan, Guhera Birê Xanê, Guhera Ebêz, Guhera navberê Dêrmehûyê, Guhera Wesê Elî, Guhera Şikeftê, Bîra Mîra, Neqeba Mistê Emo, Repinê Emê Zînê û Bêndera Silêman Axa.
Gelhe[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Sal | Gelhe[2] |
---|---|
2008 | 3.732[3] |
2004 | 4.139 |
1990 | 3.660 |
Çend wêneyên ji Ewîna[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Binêrin[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ tuik, 2009[Girêdan daimî miriye]
- ↑ Yerelnet, Sürgücü, ji orîjînalê di 2008-09-27 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2010-09-11
- ↑ tuik, 2008[Girêdan daimî miriye]