Mihemed Şerîf Paşayê Babanî
Mihemed Şerîf Paşayê Babanî | |
---|---|
Jidayikbûn | 13 kanûna paşîn 1865 |
Mirin | 22 kanûna pêşîn 1951 Katanzaro |
Cihê goristanê | Qahîre |
Hevwelatî | Împeratoriya Osmanî |
Pîşe | |
Meqam | |
Dê û bav | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Mihemed Şerîf Paşayê Babanî, Şerîf Paşa (jdb. 1865, Üsküdar, Stembol; m. 22ê kanûna pêşîn a 1951ê in Catanzaro/Îtalya) siyasetmedar û neteweperwerê kurd, serbaz û paşayeke osmanîyan bû. Ji Malbata Babaniyan bû.
Bavê wî Seîd Paşayê Babanî (an wekî osmaniyan bilêvkirine Seîd Paşa) du caran bûye wezîrê derve yê osmaniyan. Mihemed Şerîf di dibistana keyaniyê (Mekteb-î Sultanî, îro kirine Dibistana amadeyî ya Galatasarayê) de perwerde dibe. Di dibistana leşkerî ya fransî Dibistana leşkerî Saint Cyr de perwerdeya leşkerî dibîne.
Ew jî dibe wezîrê derve yê osmaniyan. Li Berlîn û Parîsê ataşetiya leşkerî dike. 1898 û 1908 balyozê Swêdê ye. Demekê dirêj di meclîsa desteya birêveber a osmaniyan (Şûrayî Devlet) de cih digire. Gelek madalyayên navdewletî wergirtiye.
Demekê tevlî nava refên Ittihat ve Terakki Cemiyeti dibe. Lê dibîne ku ew reforman û azadiyê tenê ji bo tirkan dixwazin, ji wan vediqete. Dîsa jî ji xezeba wezîrê merin Mehmud Şewket Paşa nafilite. di 12ê hezîrana 1913an de bi cezayê îdamê tê cezakirin. Di 14ê kanûna paşîn a 1914an de li Parîsê rastî êrîşekê tê. Cezayê wî sala 1918an de tê rakirin.
Xwe dide xebatên kurdewariyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dibe endamê Cemiyeta Tealiya Kurd ku birayê wî Fûad Paşayê Babanî (Fûad Paşa) jî endam bû. Li Ewropayê doza kurdan dide nasandin, bi malbata Bedirxaniyan re têkiliyê datîne. Ji ber ku li Kurdistanê pirr nemaye û malbata wî di palasên osmaniyan de navdar bû, bi kurdî baş nedizanî, heya dibêjin hîç nedizanî.
Peymana Sevrê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şerîf Paşa li ser navê kurdan tevlî morkirina vê peymanê dibe. Di vê peymanê de dewletek ji bo kurdan dihate plankirin. Di heman peymanê de dewletek jî ji bo ermeniyan dihate xwestin ku parekê wê diket ser axa Kurdistanê.
Şandeya kurd û ermeniyan bihev dikin û di 20ê çiriya paşîn a 1919an de peyman tê morkirin. Lê êlên kurdan ên dê bikevin bin hukmê dewleta ermenî nerazîbûnên xwe nîşan didin. Şerîf Paşa mecbûr dimîne xwe ji hevdîtinan bikişîne.
Bi avabûna Komara Tirkiyeyê rem li Kahîreyê bicih dibe. Gora wî hêj jî li wir e. Du caran marî dibe (dizewice). Xanima wî Emîne Xanim ji malbateke misirî bû. Xûşka wezîrê osmaniyan Sait Halim Paşa bû. Wê jî berevaniya kurdewariyê dikir.
Wêje
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Rohat Alakom: Şerif Paşa–Bir. Kürt Diplomatının Fırtınalı Yılları. 2. baskı. Avesta, Beyoğlu – İstanbul 1998, ISBN 975-7112-56-9 (Şerif Paşa. Jiyana wekî bagerê ya dîplomatekî kurd).
Têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Hakan Özoğlu: Kurdish Notables and the Ottoman State. Evolving Identities, competing Loyalties, and shifting Boundaries. State University of New York Press, Albany NY 2004, ISBN 0-7914-5993-4 (SUNY series in Middle Eastern studies).