Ricel
Xuyakirin
Ricel an Rîgel an Beta Orionis geştirîn stêra komstêra Oryonê ye û bi bi qedra zahîrî ya 0,18 ve şeşem geştirîn stêra ezmana şevê ye. Ligor binavkirina Bayer ew wek Beta Orionis tê binavkirin û ji Betelcewza geştir e.
Taybetmendî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gorî hesaban dûrahiya wê navbera 700 û 900 salên ronahîyê ne. Giraniya wê wekheva 17 car giraniya rojê ye û roniya wê wekhev 85.000 car roniya rojê ye. Ew stêra tewrî roniya pergela Kadizê ye.
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê stêrê ji cihê wê yê li nigê çepê yê Oryon, nêçîrvan, de tê. Di erebî de ew wek bi erebî: رجل الجبار, lat. Ricel el-Cebar "nigê cebar" tê zanîn û ji wir de li zimanên din jî belav bûye.