Deberan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Danaberheva mezinahiya Deberanê û bi rojê ve

Deberan an α Tauri (Alpha Tauri) stêreka pirrmezin a 65 salên roniyê dûr di komstêra Ga (komstêr) de, ya di çembera bircan de, ye. Bi qedra zahirîya 0,87 stêra herî geş a komstêrê ye û yek ji geştirîn stêrên esmên e. Ew di komstêrê de çavê ga yê sor pêk tîne. Navê wê, Deberan yan Aldeberan الدبران, ji zimanê erebî tê û ew tê mehneya şopîner. Ji ber ku ew wek Komika Sêwiyan teqîb dike xwiya dibe, hana binav bûye. Ew di pirtûka Avesta de wek Sedwîs derbas dibe.

Dîtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîtîna Deberana di esmanê şevê de pirr hêsan e. Ew him yek ji stêrên herì geş e, him jî bi rênîşandana kemera oryonê ya di komstêra oryonê ew ew bi hêsanî tê dîtin. Dema merîv stêrên kemera oryonê bi hêla çep de ber ve hêla rastê (li nîvqada bakur, li nîvqada başûr berevajî) dewam bike, stêrka gêşa siftê ya merîv rast lê tê, deberan e.