Here naverokê

Partiya Yekîtiya Demokrat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji PYD hat beralîkirin)
Partiya Yekîtiya Demokrat
KurtePYD
SerokPerwîn Yûsif, Xerîb Hiso
Damezrandin30ê îlonê 2003(2003-09-30)
ÎdeolojîKonfederalîzma demokratîk,

Sosyalîzma azadîxwaz,

Komunalîzm, Jîneolojî
Alîgirên navneteweyîEnternasyonala Sosyalîst
Reng     Sor
Meclîsa Gel
0 / 250
Meclîsa Demokratîk
3 / 43
Alaya partiyê
Malper
www.pydrojava.com

Partiya Yekîtiya Demokrat bi kurtasî PYD partiyeke siyasî ya çepgir a kurd e ku di 20 îlona sala 2003an de li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin.[1] Li gel endam û siyasetmedarên ji gelên cûda herî zêde endam û siyasetmedarên PYDê ji kurdan pêk tê. Partiya Yekîtiya Demokrat endamê damezrîner ê Komîteya Koordînasyona Neteweyî ya ji bo Guhertina Demokratîk e. Hevserokên niha yê Partiya Yekîtiya Demokrat Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso ye.

Endamên koordînasyona Partiya Yekîtiya Demokrat Meysa Bakî (Şîlan Kobanê) û Hîkmet Tokmak (Fuad) di sala 2004an de li Mûsilê hatin qetilkirin.

Berevajiyê hevrikên xwe yê li herêmê (hikûmetên Tirkiye û Iraqê) serokê berê yê Sûriyê Hafiz el-Esed piştgirî dide aliyên kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê. Di sala 1975an de Esed ji bo damezrandina partiya ya nû yê kurd Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) cihekî ewle li Şamê pêşkêşî serokê kurdên Başûrê Kurdistanê Celal Talebanî dike. Ji salên 1980an heya dawiya salên 1990î, Hafiz Esed bi Partiya Karkerên Kurdistanê re li dijî hevrikê xwe yê herêmî Tirkiyê têkiliyên baş birêve dibir ku bi heman awayî penageheke ewleh ji bo rêberê PKKê û siyasetmedarên kurd Abdullah Öcalan re peyda kiribû ku di wî demê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojavayê Kurdistanê karên xwe yên dîplomatîk û xebatên rêxistinkirinê birêve dibir.

Di sala 1998an de ji ber gefên dewleta tirk hikûmeta Sûriyê partî û rêxistinên siyasî yên kurdî qedexe dike ku YNK û PKK jî di nav de bûn piştgiriya xwe paşve kişandin û neçar kirin ku partiyên kurd ji Sûriyê derkevin. Abdullah Öcalan di meha cotmeha sala 1998an de di civînekê de li Kobanê hewl da ku bingehên partiyeke nû dayne lê ev yek ji aliyê Servîsa Veşartî ya Sûriyê ve hatiye astengkirin.[2] Di sala 2003an de hewldana duyem a kurdan dine sedema damezrandina PYDê ku ji aliyê kurdên Sûriyê ve tê damezrandin.[2] Di heman salê de Salih Muslim ji Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) derdikeve ku PDK-S partîyeke girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê ye û tevlî PYDê ya nû hatiye damezrandin dibe.[3]

Xebatên nehênî yên PYDê û zextên hikûmeta surî 2004-2010

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Endamên PYDê bi salan rastî zordestiya tundê rayedarên hikûmeta Sûriyê hatin. Tevî ku hêzên ewlekariya sûrî bi sal endamên partî û rêxistinên siyasî yên kurdî dikirin armanc lê siyasetmedarên PYDê piştî Serhildanên Qamişlo yên sala 2004an rastî zordariyeke tundîtir hatin. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan hikûmeta sûrî partiyê wekî metirsiyeke taybetî dibîne ku ji ber "kapasîteya partiyê ya komkirina girseyên mezin" û îdîa kiriye ku PYDê gelek xwepêşandanan organîze bike. Ji ber vê yekê gelek aktivîstên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) piştî Serhildana Qamişloyê têne zîndanîkirin.[4]

Di 2ê mijdara sala 2007an de PYD xwepêşandanên mezin li bajarên wekê Qamîşlo û Kobanê organîze dike ku bi sedan kurd ji bo protestokirina gefên Tirkiyê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û piştgiriya Sûriyê ya ji Tirkiyê protesto kirin. Hêzên ewlekariya Sûriyê ku di nav de yekîneyên ku ji Şamê tînin bi gazên rondikrêj êrîşê xwepêşandan kirin. Piştî ku hinek xwepêşandvana kevir avêtin polîsan bi guleyên rastî girseyê gulebaran dikin û di encamê de kesek hat kuştin û herî kêm 2 kes jî birîndar dibin. Di êrîşa polîsan de bi dehan kes ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn hatin binçavkirin. Piraniya wan kesên binçavkirî hatin berdan lê 15 xwepêşandvan ku sê ji wan berpirsên PYDê girtî dimînin û bi hincetên cûda li dadgeha leşkerî hatine darizandin.[4]

Ji sala 2006an heta 14ê nîsana sala 2009an herî 20 xwepêşandanên PYDê bi awayekî fermî li dadgeheke ewlekarî ya taybet hatine dadgehkirin ku hinek ji wan ji pênc salan bigire heya heft salan bi tawanên endametiya "rêxistineke nehênî" û xwestina "qutkirina beşekî ji axa Sûriyê qut bike û tevlî welatekî din bike" hatine cezakirin. Gelek kesên din ên ku gelek caran di bin şert û mercên giran de û bêyî mafên bingehîn ên qanûnî hatin binçavkirin ku hinek ji kesên ku hatibûn berdan ragihandine ku demên dirêj di xaneyên yekkesî hatine ragirtin û ji îşkenceya laşî bigire û haya îşkenceya derûnî bi tunditûjiyê re rûbirû mane. Hêzên ewlekariya Sûriyê piştî berdana wan gelek caran şopandina li hemberî malbatên wan berdewam kiriye. Di dema girtin û zextên bi vê rengî ku li dijî gelek siyasetmedar û aktivîstên Kurd li Sûriyê hatine bikar anîn, Rêxistina Çavdêrî ya Mafê Mirovan ragihandiye ku hêzên ewlehiyê ya hikûmeta Suriyê li hemberê endamên PYDê û aktivîstên kurd di nav meyl ên tunditûjiyê de ne.[4]

Pevçûnên li Sûriyê 2011–niha

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sekna di qonaxên destpêkê yên pevçûnê de (Adar 2011 – Tîrmeh 2012)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi destpêkirina xwepêşandanên li dijî hikûmetê ku li seranserê Sûriyê di destpêka sala 2011an de despêdike PYD di meha gulanê de beşdarê Tevgera Niştimaniya Kurd dibe ku di tîrmehê de dibe endamê damezrîner ê Desteya Hevrêziya Niştimanî ya Guhertina Demokratîk û endamê Konseya Gel a Rojavayê Kurdistanê ya girêdayî KCKê. Berevajiyê piraniya partiyên din ên kurdî yên li Suriyê, dema ku di meha cotmeha sala 2011an de hatiye damezrandin tevlî Konseya Niştîmanî ya Kurdî nebû lê li ser hevkarîkirina Konseya Niştimanî ya Kurdî li hev kir û di encamê de Komîteya Bilind a Kurd hatiye damezrandin.

Partiya Yekîtiya Demokrat partiyeke siyasî ye ku ji "wekheviya civakî, dadmendî û azadiya baweriyê" û herwiha "pirdengî û azadiya partiyên siyasî" bawer dike. Di heman demê de PYD xwe wekî partiyeke siyasiyê ku ji bo “çareseriyeke demokratîk ku mafên çandî, netewî û siyasî nas bike, têkoşîna xwe ya aştiyane geş bike û mezin bike ku bikaribin bi civakeke pir-çandî û demokratîk xwe birêve bibin” têkoşîn dike, dide naskirin.[1] PYD endamê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ye û di heman demê de endamê şêwirmendiya Enternasyonala Sosyalîst e.[5] PYDê konfederalîzma demokratîk wekê îdeolojiya xwe ya sereke qebûl kiriye ku fikrên Murray Bookchin û Abdullah Öcalan di AANESê de ku bi sedan komunên taxan li hemî herêmên Rojavayê Kurdistanê û li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirine pêk aniye.[5]

Berevajî armancên neteweyî yên Kurd ên Konseya Niştimanî ya Kurd, PYD jî wek rêxistinên endam ên di bin sîwana KCKê de neteweperestiyê rexne dike ku neteweperestiya kurd jî di nav de ye.[6][7]

Têkiliyên navneteweyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dewletên Yekbûyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji 16ê îlonê sala 2014an ve ku kurdên Rojavayê Kurdistanê di Berxwedana Kobaniyê de li hemberê DAÎŞê şerekî dijwar dabû destpêkirin têkiliyên PYDê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di warê hevkariya leşkerî de bi awayeke serkevtî birêve diçe.[8] Dewletên Yekbûyî milê leşkerî ya PYDê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku piştre navê yekîneyê wekê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatiye guhertin wekê hevkarê herî bibandor dibîne ku HSD hêza leşkerî ya herî bi bandor bû ku li hemberê DAÎŞê şerekî serkevtî birêvebiriye û DAÎŞê têk biriye.[8]

Swêd ji bo PYDê aktoreke bibandor e. Amineh Kakabaveh ku parlementera serbixweyê Parlamena Swêdê de y bi Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê re peymanek çêkiriye ku tê de hinek piştgirî ji bo Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tê de heye.

Yek ji têkiliyên baş ên Partiya Yekîtiya Demokrat bi Fransayê re heye. Fransa yek ji welatên ewropî ye ku bi Rojavayê Kurdistanê re têkiliyên baş birêve dibe. Heya niha bi caran rayedarên Partiya Yekîtiya Demokrat ji bo rewşa pêşeroja kurdan bi rayedarên Fransayê re hev dîtinan pêk anîne.[9]

  1. ^ a b "The Democratic Union Party". web.archive.org. 19 kanûna paşîn 2013. Roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2024.
  2. ^ a b Ünver, H. Akın (2016). "Schrödinger's Kurds: Transnational Kurdish Geopolitics in the Age of Shifting Borders". Journal of International Affairs. 69 (2): 65–100. ISSN 0022-197X.
  3. ^ Gunter, Michael M.; Yavuz, M. Hakan (2020). "The October 2019 Turkish Incursion into Kurdish Syria: Its Background & Broader Implications". Middle East Policy (bi îngilîzî). 27 (1): 86–101. doi:10.1111/mepo.12476. ISSN 1061-1924.
  4. ^ a b c ""Koma Înkar: Tepeserkirina Mafên Siyasî û Çandî yên Kurd li Sûriyê"" (PDF).
  5. ^ a b "A Dream of Secular Utopia in ISIS' Backyard".
  6. ^ "Syrian Kurdish leader: We will respect outcome of independence referendum - ARA News". web.archive.org. 19 çiriya pêşîn 2017. Roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2024.
  7. ^ "Kurdish National Council announces plan for setting up 'Syrian Kurdistan Region' - ARA News". web.archive.org. 6 kanûna pêşîn 2017. Roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2024.
  8. ^ a b "Têkiliyên YPGê bi DYA û Rûsyayê re". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2024.
  9. ^ "Macron bi rayedarên PYDê re civîn pêk anî". dw.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2024.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]