Here naverokê

Paleolîtîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Neçîra Glyptodonekê. Resm ji aliyê Heinrich Harder ve nêz. 1920.

Paleolîtîk (bi yewnanî: παλαιός, lat. palaios "kevn" û λίθος, lithos, "kevir") an jî Serdema kevirî ya kevn beşa herî kevn a çaxa kevirî ye ku bi bikaranîna amûrên kevirî yên ewilî nêz. 3,3 milyon sal berê dest pê dike û heta Pleîstosenê, nêz. 11.650 sal beriya dema niha dewam dike.[1]

Li seranserê Paleolîtîkê, mirov bi gelemperî wekî neçîrvan-komkerên koçer dijiyan. Civakên neçîrvan-komker pir piçûk û wekhevîxwaz bûn,[2] her çend civakên neçîrvan-komker, ên ku xwedan gelek kereseyan an jî teknîkên depokirina xwarinan ên pêşketî, carinan şêweyekî jiyanê yê nekoçer afirandine, ku tê de pêkhateyên civakî yên kompleks mîna serokêşîran[3] û tebeqeyên civakî jî hebûn.

Paleolîtîka jêrîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji beşa destpêkê ya Paleolîtîkê re Paleolîtîka jêrîn tê gotin, ku ji Homo sapiens kevntir e. Paleolîtîka jêrîn nêzîkî 2,5 mîlyon sal berê bi Homo habilis (û cinsên têkildar) û amûrên kevirî yên herî kevn dest pê dike.[4] Delîlên li ser kontrolkirina agir ji aliyê mirovên kevn ve di çaxa Paleolîtîka jêrîn de ne diyar in an jî çavkaniyên wan ên ilmî gelek kêm in.[5] Çavkaniyên herî nû piştgirî didin ku bi qasî heta niha tê zanîn bikaranîna agir a herî kevn li Şikefta Wonderwerk, Afrîkaya Başûr, berî 1 mîlyon salan pêk hatiye.[5][6] Herwiha tê qebûlkirin ku Homo erectus an Homo ergaster di navbera 790.000 û 690.000 berî dema niha de li Pira Bnot Ya'akov, Îsraêlê agir çêkirine.[7] Bikaranîna agir îmkanê daye mirovên kevn da ku xwarinê çêkin, germahiyê peyda bikin, û bi şevan ronahiya wan hebe.

Paleolîtîka navîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Homo sapiensên kevn bi qasî 200.000 sal berê peyda bûne, pê re Palaeolîtîka navîn dest pê kiriye. Guherînên anatomiyê nîşan didin ku kapasîteya zimên a nûjen jî di dema Paleolîtîka navîn de derketiye.[8] Di çaxa paleolîtîka navîn de, delîlên pêşîn ên teqez ên bikaranîna agir ji aliyê mirovan ve hene. Hestî û darên şewitandî yên ku wek 61.000 berî dema niha re hatine tarîxkirin li şûnwarên Zambiyayê hene. Binaxkirina miriyan a sîstematîk, muzîk, hunerên kevn, û bikaranîna amûrên sofîstîke yên bi gelek parçeyan hedîseyên giring ên Paleolîtîka navîn in.

Paleolîtîka jorîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Toth, Nicholas; Schick, Kathy (2007). "Overview of Paleolithic Archaeology". Bi Henke, H. C. Winfried; Hardt, Thorolf; Tatersall, Ian (edîtor). Handbook of Paleoanthropology. Cild 3. Berlin; Heidelberg; New York: Springer. rr. 1943–1963. doi:10.1007/978-3-540-33761-4_64. ISBN 978-3-540-32474-4.
  2. ^ Vanishing Voices : The Extinction of the World's Languages. By Daniel Nettle, Suzanne Romaine Merton Professor of English Language University of Oxford. pp. 102–103.
  3. ^ Earle, Timothy (1989). "Chiefdoms". Current Anthropology (bi îngilîzî). 30 (1): 84–88. doi:10.1086/203717. JSTOR 2743311.
  4. ^ The Essence of Anthropology 3rd ed. By William A. Haviland, Harald E. L. Prins, Dana Walrath, Bunny McBrid. Pg 83.
  5. ^ a b Berna, Francesco; Goldberg, Paul; Horwitz, Liora Kolska; Brink, James; Holt, Sharon; Bamford, Marion; Chazan, Michael (15 gulan 2012). "Microstratigraphic evidence of in situ fire in the Acheulean strata of Wonderwerk Cave, Northern Cape province, South Africa". Proceedings of the National Academy of Sciences (bi îngilîzî). 109 (20): E1215–20. doi:10.1073/pnas.1117620109. ISSN 0027-8424. PMC 3356665. PMID 22474385.
  6. ^ Gowlett, J. A. J. (23 gulan 2016). "The discovery of fire by humans: a long and convoluted process". Philosophical Transactions of the Royal Society B: Biological Sciences (bi îngilîzî). 371 (1696): 20150164. doi:10.1098/rstb.2015.0164. PMC 4874402. PMID 27216521.
  7. ^ Rincon, Paul (29 nîsan 2004). "Early human fire skills revealed". BBC News. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2007.
  8. ^ Race and Human Evolution. By Milford H. Wolpoff. p. 348.