Dergûşa şaristaniyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pîramîdên Gîzayê. Misira kevnare di nav dergûşên şaristaniyê yên cihêreng de ye.

Dergûşa şaristaniyê cih û kultûrek e ku şaristanî ji aliyê mirovan ve bi awayekî serbixwe ji şaristaniyên din ên li cihên din hatiye afirandin. Çêbûna jîngehên bajarî taybetmendiya sereke ye ji bo civakekê ku wekî "şaristanî" were binavkirin. Di nav taybetmendiyên din ên şaristaniyê de hebûna nifûseke nekoçer, mîmariya miezzem, hebûna sinifên civakî û newekheviyê, û afirandina pergaleke nivîsînê ji bo ragihandinê hene. Derbasbûna ji civakên sade ber bi civaka tevlihev a şaristaniyekê gav bi gav pêk tê.

Zanyar bi gelemperî şeş dergûşên şaristaniyê qebûl dikin. Tê bawerkirin ku Mezopotamya, Misira kevnare, Hindistana kevnare û Çîna kevnare di Cîhana kevnare de şaristaniyên herî kevn in.[1][2][3] Şaristaniya Caral-Supeyê ya herêmên berav ya Perûyê û şaristaniya Olmecê ya Meksîkayê dergûşên şaristaniyê yên li Cîhana nû (li Amerîkayan) ne.

Hemû dergûşên şaristaniyê debara xwe bi çandiniyê kirine (belkî ji bilî Caral-Supeyê ku dibe bi kereseyên deryayî di destpêkê de debara xwe kiribin).

Gotina "dergûşa şaristaniyê" bi gelemperî ji bo şaristaniyên tarîxî yên din jî tê bikaranîn, bi taybetî ji bo Yewnanîstanê ku jê re "dergûşa şaristaniya rojavayî" tê gotin.

Yek an zêdetir dergûş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zanyar berê digotin şaristanî ji Hîvika biadan derketiye û ji ber bandorê ji wir belav bûye.[4] Lêbelê, niha bawer dikin şaristanî bi awayekî serbixwe li çend cihên cuda li her du nîvkadên erdê de derketine holê. Wan dît ku pêşveçûnên civakî û çandî di demên cuda de rû dane. Civatên "rûniştî" û "koçer" bi awayekî berbiçav bi hev re têkilî dianîn; di navbera komên çandî de cudahiyekî mezin tinebû. Têgiha dergûşa şaristaniyê bala xwe dide cihê ku niştecihan bajar ava kirin, pergalên nivîsîne çêkirin, teknîkên çêkirina cerran û bikaranîna metalan ceribandine, heywan kedî kirin û pêkhateyên civakî yên tevlihev wekî pergalên sinifan çêkirin.[5]

Zanyar bi gelemperî şeş deverên ku şaristanî ji hev serbixwe derketiye destnîşan dikin:[6][7][8][9][10][11][12]

  • Geliyê Nîlê
  • Deşta Hind û Gangetîk
  • Deşta Bakurê Çînê
  • Peravên Andê
  • Berava Kendava Mezoamerîkî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Charles Keith Maisels (1993). The Near East: Archaeology in the "Cradle of Civilization. Routledge. ISBN 978-0-415-04742-5.
  2. ^ Singh, Upinder (2008). A History of Ancient and Early medieval India : from the Stone Age to the 12th century. New Delhi: Pearson Education. r. 137. ISBN 9788131711200.
  3. ^ Cradles of Civilization-China: Ancient Culture, Modern Land, Robert E. Murowchick, gen. ed. Norman: University of Oklahoma Press, 1994
  4. ^ "The Rise of Civilization in the Middle East And Africa". History-world.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 adar 2009. Roja gihiştinê 18 nîsan 2009.{{cite web}}: CS1 maint: unfit URL (lînk)
  5. ^ Mann, Charles C. (2005). 1491. New York: Knopf. ISBN 9781400040063.
  6. ^ Wright, Henry T. (1990). "Rise of Civilizations: Mesopotamia to Mesoamerica". Archaeology. 42 (1): 46–48, 96–100.
  7. ^ "AP World History". College Board. Ji orîjînalê di 22 nîsan 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 tîrmeh 2008.
  8. ^ "World History Course Description" (PDF). College Board. Ji orîjînalê (PDF) di 3 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 tîrmeh 2008.
  9. ^ "Civilization". The Columbia Encyclopedia. Ji orîjînalê di 8 tîrmeh 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 tîrmeh 2008.
  10. ^ Edwin, Eric (27 sibat 2015). "city". Britannica.com. Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2016.
  11. ^ "Africanafrican.com" (PDF). Africanafrican.com. Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2016.
  12. ^ The Ancient Hawaiian State: Origins of a Political Society, Hommon, Robert J., Oxford University Press, 2013