Protestanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Protestanî an jî protestanîzm, yek ji sê mezhebên mezin ên xiristiyaniyê ye ku di sedsala şazdehem de li dijî serwerî ya Papa û katolîkan bi rêberiya Martin Luther û Jean Calvin mîna nûbûnekê derketiye. Ji ber ku bê alîkariya keşeyan protestanan karîbû Pirtûka Pîroz (Mizgînî) bixwînin ewan wekî Dêra Mizgîniyê jî tên binavkirin. Li gorî protestanan ji Mizgîniyê pê ve bo xiristiyaniyê çavkanî tune ye. Piştî reform ê pêkhatinên olî bûn sê şaxên sereke: luterî û kalvînî.

Protestanî xwedî cûdahiya ye ji mezhebên/zavên din ê xiristiyaniyê. Ne xwedî serekên ruhanî ne mîna katolîk û ortodoksan. Di dêrên protestanên kalvînî de wêne û peyker tunin, ji ber ku di Tewratê (Peymana Kevin) de tê gotin: Ji xwe re qet pûtekî çênekin, ne di şiklê tiştekî li jor li ezmanan an li jêr li ser erdê, an jî di bin erdê de di deryayê de! Li ber wan xwe netewînin û xizmetê ji wan re nekin! (Derketin 20:4.5) Lê yên lutherî bi bandora mezheba katolîk dêrên xwe dixemilînin.

Bawerên luterîzmê li Bakurê Ewropayê bêhtir in. Li Elmanyayê di bin navê Evangelische Kirche, li welatên mîna Norwêc Swêd, Fînlenda û Danîmarka wek dêra/ola neteweyî hatiye pejirandin. Di katolîkiyê de keşe nazewicin, lê di Protestaniyê de keşe dikarin bizewicin û pîrek jî dikarin bibin keşe. Bawerên protestaniyê Mizgîniyê bi zimanên xwe yên zikmakî dixwînin. Lê katolîk û ortodoks Mizgîniyê tenê bi zimanê latînî û yewnanî karin bixwînin. Anglîkanî di veqetandina rêbazên olî de sîstema metranî ya katolîkan di nava xwede diparêze. Bawerên anglîkaniyê mîna katolîk û ortadoksan xwe berdewamên Hewariyan di hesibênin. Bo wan ciyawaziyan anglîkanî li derveyî protestaniyê hatiye nûsazkirin û mirov karê mîna Dêrek Rojavayî binav bike.

Li cîhanê civakên herî mezin li Elmanya, Nîjerya, Kanada, Danîmarka, Swêd, DYA, Îndonezya û Fînlendayê ne.

Bi temamî li cîhanê nêzîkî 590 milyon bawermendên protestaniyê hene. Ji wan 170 milyon li Bakurê Amerîka, 160 milyon li Afrîka, 120 milyon li Ewropa, 70 milyon li Amerîkaya Latînî, 60 milyon li Asya û nêzîkî 10 milyonan jî li Awistralya dijîn[çavkanî hewce ye].

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]