Sıdıka Avar
Sıdıka Avar (jdb 1901, Cihangir, Stenbol, mrn 1979, Stenbol) mamosteyeka mîsyoner a tirk e. Di asîmîlekirina zarokên kurd de cih girtiye. Bi eslê xwe Balkanî bû. Ango devşîrme bû. Di 12 saliya xwe de sêwî dimîne û li baregehên eskerî yên Stenbolê tê xwedîkirin û perwerdekirin.
Perwerdeya sîxurî, operasyonên civakî dibîne. Bi nasnameya mamostetiyê li Kurdistanê, bi taybetî li Dêrsimê sîxuriyê dike. Tevlî Komkujiya Dersimê dibe. Piştî komkujiyê di asîmîlekirina Dêrsimiyan de cihê xwe digire.
Avar jî wekî jina serfermendarê artêşa Romê Ayhan Akkoyunlu, di êşkencekirina keçikên revandî yên Dêrsimiyan de kar dike. Organîzasyona wan keçikan direvand, êşkence dikir û bo destdirêjiyê li serbaz û payebilindên dewletê belavdikirin. Bi vî awayî bi hezaran keçikên Dêrsimî winda bûn, kes aqûbeta wan nizane.
Ataturk jê re li Elezîzê enstîtuyekê çêdike (Elazig Kiz Yatili Enstitüsü). Ev enstîtu bo asîmîlekirin, berhevkirina zarokên Kurd tê bikaranîn. Gelek kes şahîdî kirin ku li vir destdirêjiya zarokan dihatibûye kirin û Siddika Avar jî tevlî wê dibûye. Avarê cure cure êşkence dikiriye, bo mînak zarokan birçî dihîştiye piştre jî cezayên zayendî didabûye.
Li Tirkiyeyê wekî qehremanekî kemalîst, nûjen, mamoste, îdealîst tê nasandin lê di eslê xwe de sîxureka sadîst û kujer bû.
Xizmên wê piştre wê rexne dikin. Di dawiya temenê xwe de her bi dizî jiyana xwe birêvedibir. Di pirtûka xwe ya bi navê "Dağ Çiçeklerim - Kulîlkên min ên çiyayî", Dêrsimî wekî paşverû, nîv-mirov teswîr dikir û çiqas bixwasta jî nedikarî sadîzma xwe veşêre. Bo mînak di pirtûkê de hin caran dibêje "wekî ajalan bûn", "rûyê zarokan ên masûm min tehrîk dikir" hwd.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |