Tîmus

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
2206 The Location Structure and Histology of the Thymus ku.jpg

Rijênê tîmus an jî tîmus endama koendama lîmfê ye û alikariya bergiriya laş dike. Ji bilî vî, tîmus hormon jî berhem dike, loma tîmus wek endamekî koendama korrijên (hormon) jî tê hesîbandin. Şiklê tîmusê dişibe pelên zembûrê(awîşen) loma navê xwe ji vî riwekê (Thymus vulgaris) girtiye[1].

Ciyê tîmusê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tîmus, li hêla jorê sîng, di navbera pişikan de cih digire. Li paşiya tîmusê kevanê şahxwînber (bi inglîzî: aortic arch) li pêşiya tîmusê jî hestiyê sîngê heye. Li jêrê tîmusê de dil heye. Beşa laş a tîmus tê de cih bûye, wekî “medîastînum” tê navkirin[2] .

Pêkhateya tîmusê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tîmus ji du beşên sereke pêk tê; pişka (lob) çepê û pişka rastê. Pişkên tîmusê bi xaşeye dorpêçî ne. Li binê xaşê de tûkil û kiroka tîmusê heye. Xaşe ji bestereşaneyê pêk tê û pişkên tîmusê diparêzê. Li hin beşên tîmusê de xaşe xwe dirêjî nav tîmusê dike ev niçikên xaşeyê yên di nav tîmusê, wekî trabekul (trabecula) tê navkirin. Trabekul pişkên tîmusê dabeş dike û pişkên hê hûriktir (lobul) çê dibin[3]. Endama tîmus bi serekî ji xaneyên epîtelî (rûkeşexane), lîmfosît( Xaneyên lîmfê) û şaneya çewrî pêk tê[4].

Di laşê dergûşan û zarokan de tîmus gewre ye, bi salên ciwantiyê hê gewretir dibe. Tîmusa mirovên pêgihîştî her diçe diquncise û biçûk dibe[3].Tîmusa dergûşan bi qasî 10-15 gram e. Di salên ciwaniyê de giraniya timusê dibe 30-40 gram, lê di salên paş de giraniya tîmusa mirovê pêgihîşti kêm dibe û dibe 10-15 gram[2]. Tîmus herî zêde di salên zarokatiyê û ciwaniyê de çalak e.

Erka tîmusê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her wekî mîna hemû xaneyên xwînê, lîmfexane (lîmfosît) jî di moxê sor a hestî de tên berhemkirin[2]. Lîmfexaneyên li moxê hestî de berhembûyî bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin tîmusê. Peresîn û geşebûna lîmfexaneyan li tîmusê pêk tê. Gava di nav tîmusê de peresîna lîmfexaneyan diqede, êdî lîmfexane wekî lîmfexaneya T an jî xaneya T tê navkirin. Hinek ji lîmfexaneyan jî di nav moxê hestî de peresîna xwe diqedînin, ev lîmfosîtan jî wekî lîmfexaneya B an jî xaneya B tên navkirin. Lîmfexaneyên pêgihîştî ji tîmusê dubare derbasî nav xwînê dibin. Hinek ji wan di nav şaneya lîmfê de dimînin, hinek jî di nav lûleyên xwînê de belavê laş dibin[2]. Lîmfosîtên T, şane û xaneyên laş nas dikin, lê li hember xaneyên biyanî û dijepeydakeran bertek nîşan didin. Li ser rûyê lîmfexaneyên B û T yê de wergirên proteînî heye. Wergir, proteînên curbecur lixwe digirin. Bi alîkariya van wergiran, xaneyên T û B, xaneyên asayî yên laş dinase. Eger Lîmfexaneyên T di nav laş de rastê xaneyên bi nexweşiya şêrpence, xaneyên ziyangirtî, xaneyên biyanî, an jî dijepeydakeran were, wan nas nake, loma li hember wan êrîş dike û wan bêbandor dike.

Peresîn û geşebûna tîmusê û şaneya lîmfê ji hêla hormona tîmozînê ve tê rêkxistin.[3][2] Tîmozîn li xaneyên epîtelî yên tîmusê de tê berhemkirin û derdan. Ji ber derdana hormona tîmozînê, endama tîmus hin caran wekî rijênê tîmus (tîmosarijên) jî tê binavkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [1]Thymus
  2. a b c d e Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  3. a b c OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]
  4. Canadian cancer society,Thymus cancer[3]