Rojavaya Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B Bot: 2 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1: | Rêz 1: | ||
{{Gotara bê çavkanî}} |
{{Gotara bê çavkanî}} |
||
[[Wêne: |
[[Wêne:Kurdistana Rojava.jpg|thumb|250px|Nexşeya Başûrê Rojavaya Kurdistanê]] |
||
'''Başûrê Rojavaya Kurdistanê''' ('''Binxetê''' an '''Başûrê Bîçûk''') navê perçeya [[Kurdistan|Kurdistanê]] ye ku dikeve nav sînorên [[Sûriyê]]. |
'''Başûrê Rojavaya Kurdistanê''' ('''Binxetê''' an '''Başûrê Bîçûk''') navê perçeya [[Kurdistan|Kurdistanê]] ye ku dikeve nav sînorên [[Sûriyê]]. |
||
Guhartoya 17:48, 26 adar 2013
Başûrê Rojavaya Kurdistanê (Binxetê an Başûrê Bîçûk) navê perçeya Kurdistanê ye ku dikeve nav sînorên Sûriyê.
Rûerd
Başûrê Rojavayê Kurdistanê perçeya Kurdistanê ya herî biçûk e. 23.000 km² ye[çavkanî hewce ye]. Ew Îro di bin desthilatdariya Sûriyê de ye. Taybetiyeke herêma Başûrê Rojavayê Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ve ber bi rojhilat zirav û dirêj e. Ji rojava ve ber bi rojhilat her ku diçe qad û çarçova we ber fireh dibe.
Mirov dikare avhewaya başûrê Rojava bike du beş. Beşê yekem li rojava herêma Efrînê ye. Avhewaya herêma Efrînê, nezîkî avhewaya deryaya Spî ye. Havînan germ e û carnan baran dibare; zivistanan jî zêde ne sar e. Ji ber vê avhewaye herêma Efrînê, şîn e. Bi dar û ber e. Her cureyên daran hene[çavkanî hewce ye]. Lê piranî zeytûn in.
Beşê duyem ku Serê Kaniyê, Hesîçe, Amûde, Qamişlo û Dêrik dikevine vê herême berrî û deşt e. Çiya û daristan nînin. Zivistan kin in. Hema hema berf nabare. Carnan baran dibare. Di meha çile de, li Qamişloyê 7, li Dêrik û Amûde ji germahî 6 pile ye. Havîn dirêj in. Germahî pirr e. Ziwayî heye. Hawînan ji çolên Erabistan û Sûriyê bayên germ tên û tesîr li avhewaya herêmê dikin. Havînan germahî digihêje 40 pileyî.
Di rojava de ji Çiyayê Gewr ve dest pê dike. Û pê re heta herêma Efrînê û Çiyayê Kurmênc tê. Çiyayê Kurmanc 1200 m bilind e. Herêma bajarê Efrînê rûerd gir û banî ye. Dar û daristan e. Avhewaya he rêma Efrînê nêzîkî ya deryaya Spî ye. Her cureyên dar, heşînahî ûmêweyan hene. Darên zeytûnan pirr in. Ji çiyaye Kurmanc heta rojavayê Kobanê, axa Kurdistanê teng e û Ereb li vê deverê dijîn. Li herêma bajarê Kobanê axa Kurdistanê dîsa fireh dibe û Kurd li ser axa xwe dijîn Ii rojhilatê Kobanê heta Serê Kaniyê ax di destê ereban de ye. Li ve herêmê kurd kêm in.
Qamişlo û Nisêbîn yek bajar in. Lê, Tirkiyeyê û Sûrî di nav xwe de beş kirine. Qamişlo di desthilatdariya Sûriyê û Nisêbîn jî di bin destê Tirkiyeyê de maye. Hûn di wêneyê de li Nisêbînê ala tirkan û li Qamişlokê jî ala Sûriyê dibînin.
Ol
Musulman 95%[çavkanî hewce ye] Êzdî 4%[çavkanî hewce ye] Xiristiyan 1%[çavkanî hewce ye]
Bajarên Başûrê Rojava
Bajarên herême Efrîn, Kobanê, Serê Kaniyê, Amûde, Qamişlo, Tirbespî, Hesîçe, Êndîwer û Dêrika Hemko in. Li Başûrê Rojava Hesîçe bi tenê wîlayet e. Yên din qeza û nehiye ne. Qamişlo qezaya Hesîçeyê ye, lê ew ji Hesîçe û hemû bajarên din mezintir e. Qamişlo wekî navend û paytextê herêma Başûrê Rojava tê qebûl kirin. Li navenda Qamişlo nêzî 150.000 kes dijîn[çavkanî hewce ye]. Li bajarên Sûriyê, li Heleb, Reqa û Şamê jî gelek taxên kurdan hene[çavkanî hewce ye].
Partiyên kurdî
- Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê
- Partiya Yekîtiya Demokrat
- Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê
- Yekîneyên Parastina Gel
Binêre jî
Girêdanê derve