Yekîneyên Parastina Gel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Yekîneyên Parastina Gel (YPG)
People's Protection Units Flag.svg
Ala YPG'ê ya Fermî (2011)
Dîrok 2011 – Dema Îro
Serok
Armanc Parastina Rojavayê Kurdistanê
Herêmên lê çalak

Kantona Cizîrê ya Rojavaya Kurdistanê
Kantona Kobaniyê ya Rojavaya Kurdistanê
Kantona Efrînê ya Rojavaya Kurdistanê

Îdeolojî Sosyalîzm
Êrîşên girîng
Mezinahî 50.000 - 65.000[1]

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêza parastinê ya Rojavayê Kurdistanê ku piştî destpêka sorêşa Rojavayê Kurdistanê damezirandina xwe ragihandin 2011 ye. YPG, hêza leşkerî ya Rojavaya Kurdistanê ye. Li herêmên weke Qamişlo, Kobanê, Efrîn, Dirbêsî, Hesîçe û hwd, di destpêka dameziradina xwe de gurdanên xwe yên leşkerî bi fermandargehên xwe re avakirin. Hin bi hin weke artêşeke Kurdistanê pêşketina xwe çê dike. Zêdetirî 600 km. sînorê Kurdistana Sûriyê diparêze.

     Rojavê Kurdistanê
hersî Kantonên demî yê Rojavayê Kurdisanê, Feb.2014
     CIZÎRÊ     KOBANÊ:Şerê geran dinavbera YPGê û ISIS     EFRÎN

Hejmara hêzên şervanên YPGê 50.000 heta 65.000 in[çavkanî pêwîst e]. Di 2014an de fermandarê giştî yê YPGê Sîpan Hemo ye.

rewşa leşkerî di Rojava de, Oct.2014
     ji Kurdan ve kontroll keryê     ji ISIS-Daiş ve kontroll keryê     ji Oppositionê ve kontroll keryê     ji Rêjîma Suryê ve kontroll keryê

YPG wekî hêza parastina gelênli Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin dike. Navê birêxistina leşkerî wekî YPG (Yekîneyên Parastina Gel) tê binavkirin.

Amblema YPG’ê[biguherîne]

Li ser zemîna zer stêrka sor, di beşa jêr de, bi tîpên mezin û kesk “YPG” bi şeklekî kevane ber bi jor ve tê nivîsandin. Li beşa jor jî bi rengê kesk, ber bi jêr ve bi şeklê kevaneyê, “Yekîneyên Parastina Gel” tê nivîsandin. Li herdû aliyên flamayê 4 santin rengê kesk cîh digire.

Damezrandin[biguherîne]

Armanc[biguherîne]

  • Di çarçoveya Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Zayendî de bi armaca parastina civaka polîtîk û exlaqî ya ku li Kurdistanê tê avakirin, xwebirêxistinkirinê esas digire. Di serî de gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê, bêyî ku cudahiya ol, ziman, netew, zayend û partiyan bike di çarçoveya berjewendiyên demokratîk û netewî de, bi armanca azadiya hemû netewên Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin dike, li dijî her cure êrîşên derve û hundir parastina rewa wekî erkekê dibîne. Lewre jî YPG hêzek parastinê ya netewî ye, girêdayî tu hêzek siyasî nîn e û di çarçoveya parastina berjewendiyên netewî de li gorî biryarên Desteya Bilind tevdigere.
  • PG xwe wekî Fermandariya Giştî û fermandariyên jêrîn birêxistin dike. Li gorî vê yekê, Biryargeha Giştî di serî de li herêma Cizîrê, xwe li her qadekê birêxistin dike. Biryargeha Giştî li ser 3 navendan tê birêxistinkirin. Navenda yekemîn Biryargeha Cizîrê, ya duyemîn Biryargeha Kobanê, ya siyemîn jî Biryargeha Efrînê ye.
  • Saziya herî jor a YPG’ê, Civîna Meclîsa Leşkerî ye. Salê carekê civîna xwe li dar dixe.
  • Biryargeha Giştî; ji bo ku kar baş bêne birêvebirin, saziyên wekî “Lojîstîk, Arşîva Sicîlan, Cebilxane, Maliye û Kurye) ava dike.

Hêza Leşkerî[biguherîne]

YPG; ji 3 beşên esasî pêk tê. Ev beş jî ev in:

  • Hêzên profesyonel
  • Yekîneyên berxwedanê yên veşartî
  • Hêzên herêmî

wekî din, hêzên Milîs, hêzên Sînora hene. Herwiha Hêzên Taybet ku bi navê The Lions of ROJAVA (wata wê: Şêrên Rojava) tên naskrin. Ev Hêz di Sala 2014 de hatye Damezrandin.

Hêzên profesyonel[biguherîne]

Ev yekîne ji yekîneyên pispor ên YPG’ê pêk tên. Ji kesên ku 24 saeten tevlî xebatên YPG’ê dibin, di perwerdeyên siyasî û leşkerî re hatine derbaskirin û di stratejiya parastina rewa de pispor bûne pêk tên.
Fermandariyên eleqedar, ji bo endamên ku di nava yekîneyên profesyonel de cîh digirin di demên ku şert û merc hebin de, dikarin destûrê bidin. (Mehê hefteyekê destur dikare bê dayîn.)

Yekîneyên berxwedanê yên veşartî[biguherîne]

Hêzên herêmî[biguherîne]

Yekîneyên Herêmî, hêzên parastina cewherî yên gel in. Parastina rewa ji bo demokratîkbûna gel pêk tînin. Bi armanca pêşvebirin û parastina wekhevî û azadiyê;birêxistinkirin û birêvebirinê esas digirin. Endamên Yekîneyên Herêmî hêzên şerker ên gel in. Di nava girseya gel de, bêyî ku ji jiyana civakî veqetin, tevlî xebatên leşkerî dibin. 1- Bêyî ku ji jiyana sivîl û civakî qut bibin, xwedî hêzên leşkerî yên welatparêz in û girêdayî madiyatê nîn in, xwedî hişmendiyek diyar in.

2- Xwedî her cure fedakariyê ne û berjewendiyên gel diparêzin.

3- Bi riya perwerdeyan di warê taktîk û teknîka leşkerî de têgihiştî ne.

4- Di warê parastina cewherî de pispor in û li gorî armancên siyasî tevdigerin.

5- Endamên yekîneyên herêmî, ji bilî xebatên xwe di nava xebatek din de cîh nagirin.

6- Peywîra xwe ji bo hedefek din bikar naînin û bi peywîra xwe ve girêdayî ne.

7- Ji bo ku jiyana xwe ya civakî jî bidomînin, kar dikin. Li hemberî malbatên xwe berpirsyar in, bi tu awayî jiyana civakî û xebatên yekîneyê tevlîhev nakin. Zemîna neweyî ku hinek kes bikar bînin çênakin.

8- Ji bo ku peywîrên xwe yên welatparêziyê bicîh bînin, bi awayekî dildarî tevlî xebatên yekîneyan dibin. Endamên yekîneyan bi awayekî keyfî nikarin dest ji peywîra xwe berdin.

Hêzên milîs[biguherîne]

Li gorî bajar û gundan li gorî pêwîstiyan dikare hêzên milîs jî werin avakirin

Yekîneyên Sînoran[biguherîne]

1- Di bingeha qereqolên li ser sînor de, li gorî sîstema bolukan xwe birêxistin dikin.

2- Sîstema bolukan ji 3 qereqolan pêk tê. Li her qereqolekê taximek heye.

3- Yekîneyên sînoran, bi nobet, dewriye û pusuyan hatin û çûna li ser sînor kontrol dike.

4- Di yekîneyên sînoran de, ji bilî fermandarên qereqolan telefon nayên bikaranîn, danustendin bi cîhazan çêdibe.

5- Li ser sînor, ji bilî cihên hatine diyarkirin, hatin û çûn qedexe ye. Rayeya kesan a ku destûrê bidin nîn e.

6- Ger ku hatin û çûna bêyî destur çêbibe, lêpirsîna pêwîst tê kirin, amur têne desteserkirin. Kesên têne binçavkirin bi tiştên li gel wan re radestî cihên têkildar (eleqedar) têne kirin.

7- Li qereqolên sînor, xebatên pêwîst ên binesaziyê têne meşandin.

8- Hêzên sînoran, talîmnameya jiyanî û xebatê derdixînin.

The Lions of ROJAVA[biguherîne]

Di Sala 2014 de hatye Damezrandin, eu hemu endamê wê ji Welatên dervî Rojava bitaybetî weku Amerika, Europa û Australia.

Birêxistinkirina YPG’ê[biguherîne]

Rêxistinkirina Jin[biguherîne]

1- Di nava hêza YPG'ê de jin birêxistinkirina xwe bi awayek xweser(özgün) çêdike.

2- Di nava YPG'ê de li her qadê jin ji sedî 40 xwe rêxistin dike.

3- Hêza jinan a ku di nava YPG'ê de cih digre hêza parastina hemû jinên Rojavayê Kurdistanê ye.

4- Hêza jin ê ku di nava YPG'ê de cih digre, di pêkanîna armanca YPG'ê de pêşengiyê dike.

5- Paye (tayîn) û diyarkirina (terfi) hêza jinên ku di nava YPG'ê de cih digre ji aliyê fermandariya jin ve tê pêkanîn.

YPJ Yekîneyên Parastina Jin[biguherîne]

•Navê Rexistinê: YPJ (Yekîneyên Parastina Jin)

•Amblema YPJ: Li ser zemîne kesk stêrka sor, bi rengê zer jî li derudora stêrkê navê rêxistinê were nivisandin.

•Armanç: Di çarcovaya Paradîgmaya Civaka Demokratîk,Ekolojîk û Azadiya Zayendî di xeta parastina Rewa de têkoşînkirin di serî de li hemberî hemû êrişên li ser civak, jin û nîrxen gelê me ji bo derbaskirina pergala 5 hezar sal ya baviksalarî, dewletperestî, ji bo avakirina Suriyeke demokratîk û Kurdistaneke azad li hemberî pergala serdestiya artêşa zilam, cinsîyetperestî, olperestî, netewperestî û zanistperestî hêza yekîneyên xweser avadike. Hêza parastina rawa ya jin û têkoşîna azadiya jin digire bin ewlehiyê.

Fermandariya Akademiyan[biguherîne]

1-Fermandariya YPG’ê: Li gorî rêziknameyê tê diyarkirin û bi riya şaxên leşkerî ji bo perwerdekerina namzetên YPG’ê, Fermandariya Akademiyan ava dike.
2-Fermandariya Akademiyan, girêdayî Fermandariya YPG’ê bi riya şaxên jêrîn xwe birêxistin dike. Navên akademiyan wekî; “Akademiyên Leşkerî Yên Şehîd Xebat” têne diyarkirin.
3-Di perwerdeyan bi riya bernameyên siyasî û leşkerî, avakirina hişmendiya demokratîk, netewî û jiyana azad, qezenkirina terz û pîvanan esas tê girtin.
4-Di akademiyan de di bingeha stratejiya modern û xeta parastina rewa de, bi perwerdeyên taktîk, teknîk û bîrdozî leşkerîbûnê pêk tîne.
5-Akademiyên Leşkerî Yên Şehîd Xebat; bi perwerdeyên bingehîn hem namzetên YPG’ê perwerde dike, ji bo ku hêzên YPG’ê profesyonel bibin dewreyên pisporiyê vedike, hem jî ji bo pêşwazîkirina pêdiviya fermandaran, dewreyan vedike.
6-Akademiyên Leşkerî Yên Şehîd Xebat; wekî Fermandariya Akademiyên Leşkerî, ji jor heta jêr li gorî pêdiviyan xwe birêxistin dike û şaxên xwe vedike.
7-Fermandariya Akademiyan materyalên perwerdeyê û broşuran amade dike, bernameyên wekî semînaren lidar dixe.
8-Di bin banê akademiyan de; dewreyên pisporbûn û branşbûnê (çekên giran, sabotaj, suîkast û hwd) têne vekirin.

Akademiyen Leşkerî[biguherîne]

  • Akademiya Ş.Agiri li Kobanê
  • Akademiya Ş.Devrim li Qamişlo
  • Akademiya Ş.Dilovan li Dêrikê
  • Akademiya Ş.Dilbrîn li Hesekê
  • Akademiya Ş.Çekjîn
  • Akademiya Ş.Jiyan li herêma dêrıkê
  • Akademiya Ş.Nejbîr li Qamişlo
  • Akademiya Ş.Sadiq
  • Akademiya Ş.Salana li Hesekê
  • Akademiya Ş.Şervîn li Dêrikê
  • Akademiya Ş.Silava û Bêrîvan Dibistana Leşkerî
  • Akademiya Ş.Şîlan li Dêrikê
  • Akademiya Ş.Şîlan li Serêkaniyê
  • Akademiya Ş.Warşîn
  • Akademiya Ş.Xebat li Dêrikê
  • Akademiya Ş.Xebat li Serêkaniyê
  • Akademiya Ş.Xebat li Efrîn ê

Taburên Leşkerî[biguherîne]

  • Tabura Ş.Arîn Mîrkan li Til Koçer (YPJ)
  • Tabura Ş.Hêvîda ji bo bîr anîna berxwedana Kobanê hat avakirin(YPJ)
  • Tabura Ş.Lorens li Tıl meerûf, ji kurd û ereban pêk tê (YPG)
  • Tabura Ş.Mizgîn şehîd mizgîn ji dirbêsiyê


çekên YPG/YPJ[biguherîne]

...

Şerên YPG/YPJ[biguherîne]

Sazî[biguherîne]

Saziya Lojîstîkê[biguherîne]

1- Di nava Fermandariya YPG’ê de, bi armanca pêşwazkirina pêwistiyan Fermandariya Lojîstîkê tê avakirin. 2- Peywîra vê fermandariyê ew e ku pêdiviyên fermandariyên leşkerî û yekîneyan pêşwazî bike. 3- Saziya Lojîstîkê li qadek navendî tê avakirin û belavkirina giştî li gorî vê tê kirin. 4- Saziya Lojîstikê, li gorî butçeya ku ji wê re hatiye veqetandin mesrefan dike. Stendinên li derveyî butçeya xerçkirinê, bi erêkirina rêxistina jor pêk tê. 5- Amur û tiştên hatine stendin, bi rêkûpêk têne belavkirin, pêşiya ferasetên madî tê girtin û li ser derfetan xerçkirin nayê kirin. 6- Nirxên komînal û demokratîk esas tên girtin. Kollektifî, hişmendî û birêxistinî esas tê girtin. 7- Pêdiviyên 6 mehan têne depokirin

Saziya Arşiva Sicîlan[biguherîne]

1- Saziya Arşîva Sicîlan girêdayî Fermandariya YPG’ê, sicîlên hêzên parastinê bi awayekî birêkûpêk arşîv dike.
2- Li her biryargehekê xebatên arşîvê tên meşandin û bi awayekî birêkûpêk agahî ji yekîneya navendî ya sicîlê ya li Biryargeha Navendî re têne şandin.
3- Saziya Arşîva Sicîlan, agahiyên nasnemeya her endamekî/ê li dosyaya wî/ê bicîh dike.
4- Di bin banê vê saziyê de xebatên çapemeniyê têne birêxistinkirin.
5- Agahiyên arşîvê veşartî têne girtin û bi baldarî têne parastin.

Saziya Cebilxaneyê[biguherîne]

1- Hem li Biryargeha Navendî hem jî li biryargehên girêdayî navendê cebilxane têne çêkirin.

2- Ev sazî di warê parastina cebilxaneya heye de berpirsyar e. Cebilxaneyê bi awayekî birêkûpêk qeyd û depo dike.

3- Cebilxaneya îhtiyat û ya zêde li cihên pêwîst belav dike û di parastina wê de berpirsyar e.

4- Rewşa şerekî pêkan her tim li ber çavan digire û li gorî wê cebilxaneyan depo dike û vala vala cebilxaneyan bikar naîne.

5- Stendina cebilxane ji aliyê navendên diyar ve tê kirin, Saziya Cebilxaneyê jî bi van navendan re di nava têkiliyê de ye.

6- Ji cebilxaneya ku li gorî hêzan tê belavkirin, fermandariyên têkildar berpirsyar in.

Maliye[biguherîne]

1- Ev beş girêdayî Fermandariya Giştî xwe birêxistin dike. Ji çêkirina polîtîkayên malî berpirsyar e.

2- Hemû dahatû û lêçûnan kontrol dike.

3- Ji afirandin û çêkirina çavkaniyan berpirsyar e.

4- Bi awayekî birêkûpêk ji her qadekê raporên malî digire û rapora xwe pêşkêşî rêxistina jor dike.

5- Di warê malî de, ji Saziya Lojîstikê berpirsyar e.

6- Ji pêdiviyên hevpar û stendinên (kirîn) mezin berpirsyar e.

Sîstem YPG[biguherîne]

Di birêxistinkirina YPG’ê de, sîstema ku li ser 3 lêngan tê avakirin esas e. Li gorî vê yekê;

  • Tîmek ji 3 an jî 5 kesan pêk tê.
  • Ji 2 tîman taximek tê avakirin.
  • Ji 3 taximan boluk tê avakirin.
  • Ji 3 bolukan tabur tê avakirin.
  • Biryargeha eyaletan di heman demê wekî biryargeha tugayan tê birêxistinkirin.

Sûnda Endamtiya YPG’ê[biguherîne]

Di bingeha Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Zayendî de, li ser esasê ku ezê civaka exlaqî û polîtîk bi parêzim, bêyî ku cudahiya ol, ziman, netew, mezhep, zayend û partiyan bikim, li dijî hemû êrîşên derve û hundir parastina rewa esas bigirim, li ser bingeha rêziknameya YPG’ê, bêyî ku li pey berjewendiyên takekesî bigerim, ezê bi cesaret, disîplîn û bibiryarî tevlî bibim, li hemberî her cure zehmetiyan bi îrade û hêzek mezin serkeftinê esas bigirim. Di vê çarçoveyê de.


Moralên leşkeran[biguherîne]

Endamên YPG’ê di çarçoveya dildarî û parastina berjewendiyên netewî yên gelê kurd û bingeha welatparêziyê de, bi awayekî exlaqî û wijdanî, ji bo avakirin û parastina civakek demokratîk û azad tevlî dibin.

Sûc û Ceza[biguherîne]

YPG, ji ber ku birêxistinkirinek leşkerî ye, her wiha ji ber ku di bin siya xwe de hêza profesyonel, yekîneyên herêmî û yekîneyên berxwedanê dihewîne, di warê hinek mijarên hevpar de sûc û ceza di bin 2 beşan de tê nirxandin. a- Sûcên Şer (Sûcên di rêza yekemîn de) b- Sûcên binpêkirina disîplînê Sûcên şer li dadgehên leşkerî, binpêkirinên disîplinê jî di platformên rêxistinî de têne nirxandin û encam tên girtin. Sûcên ku dê li dadgehên leşkerî di rêza yekemîn de bêne nirxandin;

a- Sîxuriya (ajantiya) ji bo dijmin. b- Îxaneta li dijî nirxên şoreş û têkoşînê c- Li dijî xeta Şaristaniya Demokratîk û têkoşîna azadiyê ya gel xetabên xirabkirin û hilweşandinê, li dijî hêzên azadiyê xebata xirabkirin û hilweşandinê. d- Di dema serdeçûna hedefê de, valaderxistina çalakiyê û sabotekirina wê. e- Raye û peywîrê ji bo tiştên xirab bikaranîn. f- Ji bilî xeta parastina rewa, bikaranîna şîdetê ya ne dicîh û dema xwe de. g- Bûna sedema şehade rêhevalê xwe. h- Zirardayîna nirxên têkoşîn û gel. i- Li hemberî pergala yekîneyê xirabkirina disîplînê. j- Li dijî yekîneya xwe û gel helwest û tevgerên li dijî exlaq. Kes û kesên ji aliyê Dadgeha Leşkerî ve wekî sûcdar têne tespîtkirin, ji xebatên leşkerî têne derxistin û biyarên Dadgeha Leşkerî têne bicîhanîn.

Pakrewan[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)
  1. "Will the Islamic State last through 2015?". Today's Zaman. Retrieved 4 January 2015.