Teyr (stêr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qiyaskirina Teyr (li çepê) û rojê ve

Teyr an Elteyr an jî Alfaya Eylo (α Aquilae) geştirîn stêra di komstêra Qertelê de ye û ew 12'emîn geştirîn stêra ezmana şev e. Qedra wê ya zahîrî 0.77 ye ew sergoşeyê sêgoşeya havînê ye û bi Deneb û Vega ve vê asterîzmê pêk tîne.

Teyr 16,7 salên roniyê (5,13 parsecan) dûra dinê ye û yek ji stêrên herî nêzika dinê ya ku bi çavên rût tên dîtin e. Giraniya teyr 1.8 carî, û geşiyê wê jî 11 carî ya rojê ye. Ew pirr bi lez di dor xwe re dizivire û leza wê ya li ekwator nêzî 286 km/s û ew zivirîna xwe ya di dor xwe re 9 saetan careke temam dike. Bona qiyasê: Roj di dor xwe re encax 25 rojan de dizivire. Bona leziya vê zivirînê ew ji qutban de pehn e.

Navê el Teyr ji serdema navîn virve tê bikaranîn. Navê wê ji kurtkirina navê erebî النسر الطائر, en-nesr eṭ-ṭayr ("Firîna Eylo") de tê.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]