Becrux

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Becrux di komstêra Xaçê de

Becrux an Mîmoza duyemîn geştirîn stêra di komstêra Xaçê de ye û 19'emîn stêra geştirîn a di ezmana şev de ye. Ew nêzî 300 salên roniyê dûra dinê ye [1]. Qedra wê ya zahîrî 1.25 e [2].

Charaktaristika[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Becrux stêrcêwiyeka ku hevalcêwiyên wê encax bi teleskopê tên ji hev cuda kirin e. Ew 5 salan carê li mesafeyeka 8 YE de di dor hev re dizivirin.[3]

Çima ku Becrux pirr li başûr dikeve tu navên wê yên gelerî tune ne. Tê gotin ku navê wê yê mîmoza cara siftê ji hêla John Bayer ve hatibû dayîn[2]. Lêbelê baweriyeka ku navê wê yê "Mîmoza" bona rengê wê yê spî-hêşin tê bikaranîn jî heye[2].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Becrux auf domeofthesky.com, ji orîjînalê di 15 îlon 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 tebax 2012
  2. ^ a b c http://earthsky.org/brightest-stars/southern-mimosa-is-the-19th-brightest-star
  3. ^ Chandra spectroscopy of the hot star beta Crucis