Pollux (stêr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Danaberheva Pollux û rojê ve

Pollux an jî Betaya Cêwiyan (β Gem, β Geminorum, Beta Geminorum) stêreke di komstêra Cêwiyan de ye. Pollux stêreke dêwane ya tirincî ye. Bi qedra zahirî ya 1,1 ve ew li pêş Castor geştirîn stêra di komstêrê de ye. Ew 33,78 salên roniyê dûrî dinê ye. Di sala 2006'an de hat kifşkirin ku ew xweyî peykekê ye ku li dor dizivire. Pollux bi giraniyê duqatî, bi nîvêşkela xwe nehqatî rojê ye.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê Pollux ji mîtolojiya yewnanî de tê. Castor û Pollux, du lawên Ledaya di mîtolojîya yewnanî de ye. Ew bi wergera navê wê yê erebî er-Ras et-Tûam el-Mûexer (الرأس التؤام المؤخر), ango 'Seriyê Cêwiyê Paşîn' jî derbasa hin zimanan bûye. Castor û Pollux navê xwe dane komstêra Cêwiyan a ku ew têde ne jî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • (inglîzî) Wîkîpediyaya îngilîzî