Acrux

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Acrux di komstêra Xaçê de xwiya dibe

Acrux stêra tewrî geş a di komstêra Xaçê (Crux) de ye û stêra 12'emîn geştirîn a di ezmana şev de ye [1]. Çima ku ew pirr li başûra ezmên dimîne tu navên wê yên kevnare tune û navê wê kurtkirina Alpha Crux e. Herwiha navên çar stêrên din ên geş ên di komstêrê de jî bi vî hatine bi nav kirin: Becrux û Gacrux û Decrux.

Qedra wê ya zahîrî 0,77 mag. e. Sîstema stêran a ji gelek stêran pêk tê ye û nêzî 320 salên roniyê dûra dinê ye [2]. Du endamên wê yên optîkî ji hev cuda dibin α¹ Crucis û α² Crucis, goşeyekî 4,29" pêk tînin. Qedra wê ya zahîrî ya α¹ Cru 1,33 mag e û ya α² Cru 1,71 mag. e[3].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]