Vega

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Daneberheva mezinahiya Vega û Rojê

Vega yan Nesrelwaqî (yan tenê Waqî) yan jî Alfaya Lîrê (α Lyrae), geştirîn stêra komstêra Kemançeyê ye. Navê wê ji erebî ji gotina bi erebî: النسر الواقع‎, lat. en-nesr el-waqîʿ "Eyloya li nêçîra xwe dipiçike") tê.

Ew bi stêrên Teyr a di komstêra Eylo û Deneb a di komstêra ve Sêgoşeya Havînî pêk tîne. Ew pêncemîn stêra herî geş a di ezmana şevê de û ji nêrevanê Bakur şûnde jî duyemîn stêra herî geş a li nîvqada bakura ezmên e. Ew 25,3 sala roniyê dûra rojê ye û ligor dûrahiya stêran, stêreka nêzik e.

14.000 sal berî niha stêra bakur, ya ku qutba ezmana bakur nîşandidayî, stêra Wega bû. Lê ji ber liva tewereya dinê ew pêdepêde nêzika ekwatora ezmên bû. 12.000 sal şûnde ew ê dîsa nêzika qutba bakura ezmên xwiya bibe.

Mezinahiya Vegayê qasî ducar ya rojê ye û giraniya wê jî 37 carî ya dinê ye.

Ditîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sêgoşeya Havînê

Nesrelwaqî di havînan de, bi roçûnan re, li serserê merîv (zenith), xwiya dibe. Ber ve payîzê ew li ser asoya bakur re dertê. Ew ji paralel 51° jêrtir ne dîtbar e. Loma li Antarktîka û Amerîkaya Başûr xwiya nabe.

Ew bi stêrên Teyr a di komstêra Eylo û Deneb a di komstêra ve Sêgoşeya Havînî pêk tîne û Vega jî goşeyê jorê vê sêgoşeyê ye.