Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/16ê kanûna paşîn
Xuyakirin
Bûyer
- 1795 – Fransa, bajarê Holendayê ya bi navê Utrecht dagir kir.
- 1925 – Li Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, Lev Trotskî ji peywira komîseriya şer hate dûrxistin.
- 1979 – Mihemed Reza Pehlevî, tevî malbata xwe ji Îranê derket û çû li Misirê bi cih bû.
- 1983 – Balafira Tirkiyeyê ya Afyonkarahisarê li Enqereyê kete xwar. Di encamê de 47 kes mirin.
- 1991 – Şerê Kendavê; DYAyê li dijî Iraqê dest bi şer kir.
- 1992 – Parlementerên DEPê Hatip Dicle û Leyla Zana, ji Partiya Sosyal Demokrat a Gelperwer (SHP) îstifa kirin.
- 1992 – Li El Salvadorê piştî şerê navxweyî yê 12 salan de hikûmet û serhildêran peymaneke aştiyê girêdan. Berî ku ev peyman li Meksîkoyê were îmzekirin, di encama tevahiya şer de 75.000 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
- 1995 – Rêveberê partiya kurdên Kurdistana Bakur a fermî HADEP a şaxa Êlihê M. Zeki Aldığ ji aliyê kontrayan ve hate kuştin.
- 1998 – Dadgeha Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê partiya oldar a bi navê Refah Partisi girt.
- 2001 – Serokê Komara Demokratîk a Kongoyê Laurent-Désiré Kabila, ji aliyê parêzkarekî wî ve li mala wî ya li Kînşasayê hate kuştin.
Jidayikbûn
- 1901 – Fulgencio Batista, dîktatorê Kûbayê
Mirin
- 2004 – Kalevi Sorsa, serokwezîrê Fînlendayê