Wanî (devok)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Wanî
Kurmancî
Welatên lê tê axaftin  Tirkiye
Herêm Dîlok, Riha
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3

Wanî an Wehnî devokek kurmancî ye.

Agahiyên gelemperî[biguherîne]

Gorî kal û pîrên waniyan, wextekê malbatek di bin serokatiya Welqutik (Weloyê Qutîk) ji aliyê Wanê ji nav malbata Brûkîyan veqetîye û hatiyê gundekî Ruhayê yî li dîyarî çemî Ferat. Hew gunda bi navî Wan ya jî Wehn tê zanîn. Malbata Welqutik û malbatek Beraziyan li wir teva hev dibin û wî gundî cih digrin. Ji koka mala Welqutik Terpûş tê. Zarên Terpûş derbasa aliyê Dilokê dibin û li wir cih digrin. hin diherin Şêxdêwid hin derin Sirgûcê hin jî diherin Lordînê. li wir devokekî kurdî çêdibe jê re dibêjin Wanî. Ev devoka ji devokê kurdên Dilokê hindik cûda ye. Lê kurdên Kelê ji kurdên bi devokî dengdikin re dibêjin Wanî. Gundên Waniyan Sirgûc, Qotel, Dîng, Lordîn, Şêxdawid û Kemberlî ye. Li aliyê Ruhayê jî gundê Wanê ye.

Devokê Waniyan[biguherîne]

Di navber devoka waniyan û devokên din yên Dilokê hindik cûdatî heye. Gelek kurdên Dîlokê bi devokê Mereşê û Semsûrê deng dikin. Çend cûdatiyên giring, Mereşiyan pir caran dengê 'd' dikin 't'; di peyvên da pir dibêjin 'ma'; dengê ku di jêr qirikê da çê dibin hîn nerm dibêjin pir caran jî hin dengan dadiqurtînin.

Wanî: 'di'= Direvim. Meraşî: 'ti'= Tirevim.

Wanî: Binêre. Meraşî: mêzke.

Wanî: Tu çi dikî? Meraşî: ma tu çing/çir tikî?

Wanî: Wehnî. Meraşî: Wanî.

Wanî: wê lomê Meraşî: Wê sewê