Xirabê Tûyan

(Ji Xirabê Tûya hat beralîkirin)
Xirabê Tûwan
Xirabê Tûyan
Özen
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex
Navçe Hezex
Nahiye Hezex (navend)
Demografî
Gelhe (2011) 1.590[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°15′48″Bk 41°58′44″Rh / 37.26333°Bk 41.97889°Rh / 37.26333; 41.97889
Bilindayî 685 m
Koda postayê 73300
Koda telefonê (+90) 486
Xirabê Tûwan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xirabê Tûwan
Xirabê Tûwan
Xirabê Tûwan (Tirkiye)
Map

Xirabê Tûwa, anku Xirabê Tûwan an Xirabê Tûyan (1928: خراب تويان / Kherab touyan; bi tirkî: Özen), gundekî ser navçeya Hezexa Şirnexê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin.

Li gor çavkaniyan Xirabê Tuwa di salên 1800 pê de hatiye avakirin carek dî. Berî bê avakirin wêranbajarek bû, navê vî bajarî Harbiltutik e, lê çiqas rast e û çiqas xelet e ne diyare û ji hêla kîve ev çihjiyan kengî hatiye avakirin û wêrankirin, çi çavkaniyên dirust berdest tune ne. Di dawiya 1700'î serê salên 1800'î de cardî kesekî bi navê Micad ve hatiye avakirin. Micad bi xwe kurê Silêmanê kurê Kencoyê kurê Xencerê kurê Akûp; Akûp bi xwe ji begê serhedê li gorî çavkaniyan begê eşîra aliyan (alike, alîke). Xirabê Tuwa ser Hezex parêzgeha Şirnexê, bakûrê Kurdistanê herêma deştê. Li bakûrê çiyayên Sipî, başûrê wê jî deşt e, mezra wê pir e cografiya wê ber kevir xwesiya wê vikî, mazî, dexil, rez û warz. ji bo heywan û lawir xweza ye. Hesaba sed û sîh mal û heftsed şînî têde dijê.

Gundên aqarên Xirabê Tuwa Xirabê Neriya, Barim, Kovex, Deştadarê, Dikî, Kavilêsefo, Pelîsî, Sivik, Zergûs û Mijmijok. Rêya Xirabêtûwa sisê rê ên taybet navgînan (tirombêl) jê diçin. Roava Hezex, rohilat Cizîr, başûr Îpek. Ava Xirabê Tuwa ji bîra têtin bikaranîn.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe
2009 1.473
2000 949[2]
1990 783

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2011, ji orîjînalê di 7 kanûna pêşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 2 sibat 2012
  2. ^ Yerelnet, Sulak, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2010