Here naverokê

Zara (Neşe Yılmaz)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zara
Navê rastî
Neşe Yılmaz Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn15ê kanûna paşîn a 1976an (50 salî)
Stembol, Tirkiye
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zara, nasnavê hunerî yê Neşe Zara Yılmaz e (jdb. 15ê kanûna paşîn 1976, Stembol) stranbêjeke tirk e.

Li zanîngeha teknîkî ya Stembolê perwerde dîtiye. Sala 1996ê dikeve TRTyê. Sala 1997ê di muzîkala bi navê "Yunus Emre Müzikali" de cih digire. Yekem albûma xwe sala 1998ê dertîne (Avuntu). Sala 2003 dikeve cîhana TVê. Di rêzefîlm û bernameyên dewletê de dilîze.

Hunermendiya asîmîlator

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dibêjin Zara dikeve nava şêwaza refên asîmîlatoran wek Muzaffer Sarısözen, İbrahim Tatlıses, Mahsun Kırmızıgül, Selda Bağcan, Yavuz Bingöl, Edip Akbayram, Belkıs Akkale, İzzet Altınmeşe, Sabahat Akkiraz, Uğur Işılak, Alişan, Emrah İpek, Özcan Deniz, Burhan Çaçan, Muzaffer Akgün û bi dehan stranbêjên din, ên ku muzîka kurdî didizin, bi peyvên tirkî ji nû ve pêşkêş dikin..[çavkanî hewce ye]

Gelek stran û awazên kurdî, dab û nêrît, çîrok, lîstikên zarokan, metelok ûêd ên kurdî birêkûpêk hatine tirkîzêkirin. Dewleta Romê ev wekî politîkayeke sereke ya komarê meşandiye.

Di rêzefîlma Ipsiz Recep, a ku dijminiya yewnan, laz û rojavayiyan dike de, wê jî lîstiye. Medyaya tirkan wê wekî kurd didin pêşkêşkirin. Zarayê heya niha xwe ji kurdan û hunermendên kurdan dûr girtiye. Jiyana xwe de kurdî bikarneaniye.[çavkanî hewce ye]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]