Çiyayê Bêllî
Çiyayê Bêlî | |
---|---|
Bilindayî | 2150 m |
Cih | Kolik, Semsûr, Bakurê Kurdistanê |
Zincîreçiya | Rêzeçiyayên Torosan |
Koordînat | 37°58′51″Bk 38°44′27″Rh / 37.9807°Bk 38.7408°Rh |
Nexşeya cihan Adiyeman
| |
Cure | Zincîreçiya |
Çiyayê Bêlî yan jî navê ku îro pê tê zanîn Çiyayê Nemrûdê yek ji çiyayên Bakurê Kurdistanê ye. Ev çiyayekî sîstema Rêzeçiyayên Torosan e û dikeve nava sînorê parêzgeha Adiyemanê. Bilindahiya çiyayê ku 86 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarê Semsûrê ye, digihêje 2,134 metre û rûerda wî 11 hektar erd e. Di sala 1987an de çiyayê Bêlî ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanê hatiye diyarkirin.
Di nîvî lûtkeya çiyayê de parêzgeh û gora keyên Komagênêyê hêne. Ev karpêk ji aliyê keyê Komagênêyê Antîoxos I Theos (69–36 b.z.) û bavê wî Mîtradates I Kallinikos ve (109–69 b.z.) hatine çêkirin. Tê diyarkirin ev peykerên li vir ji bo wek nîşana aşitiya xwedawend ên yewnan û persan hatine avakirin. Antîoxos ji pê li textê rûnişt re navlêka "Theos" (yewnanî: xwedê) li xwe kir. Di sala 1881ê de ji aliyê endazeyarekî alman Karl Sester ve hate lêkolîn kirin û kolînên wê yên arkeolojîk heta 1953an dewam kir. Li bilindahiya parêzgerê 50 m û firahiye wê 150 m ye. Li ser çiyayê Bêllî sê banokeyan rojhilat, rojava û bakur hene. Li rojava peykerên mezin û rolyef hene.
Dîroka kevnar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Perestgeha dînî ya ku li Çiyayê Belî hatibû avakirin ji bo vejandina kevneşopên persiyên yên komageneyê beşek ji bernameya siyasî ya Antiochus bû. Ji bo çêkirina van peykeran kevneşopiyên siyasî û dînî yên Kapadokya, Pontus û Ermeniyan li hev kir û çêkirina peykeran temam kir. Antîochos bi adetên mîrên Mîthrîdatîk ên Pontusê layîn dike, eslê ji Axamenîsiyan û Selûkiyan bibîr dixe. Yek ji beşên bingehîn ên vê nasnameyê jî pantheona Yewnanî-Îranî ya ku nû hatiye avakirin û li perestgehên taybetî yên li Komageneyê dihatin perizîn.[1]
Banokeya bakur
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Banokeya bakur cihê ku serdanên parêzgehê lê kom dibûn.
Banokeya rojava
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li banokeya rojava pênc peykerên runiştî yên bi bilindahiya 9 m hene. Ew banoke cihiye herî pîroza parêzgehê bû. Peykerên wir û bi rojhelat ve yek hev in, lê karkeriyên wan hîn pir in. Li wir peykerên Antîoxos I û êzidok Tîke; Zeus-Ahûra Mezda; Apollon-Mîtra-Hêlios-Hermês; û Artagnês-Hêraklês-Arês hene.
Banokeya rojhilat
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li vê banokê pênc peykerên êzidokan hene. Ewna ji çepê de berve rastê bi navê xwe yên yewnanî û farisî wiha ne:
- Apollon-Mîtra-Hêlios-Hermês (bi yewnaniya kevn: Μίθρος Ἀπόλλων Ἥλιος Ἑρμῆς, lat. Míthros Apóllōn Hḗlios Hermês)
- Xwedawane Komagênê (Hêra)
- Zeus-Ahûra Mezda (bi yewnaniya kevn: Διός Ὠρομάσδης, lat. Diós Ōromásdēs)
- Ezidok û key Antîoxos I Theos
- Artagnês-Hêraklês-Arês (bi yewnaniya kevn: Ἀρτάγνης Ἡρακλῆς Ἄρης, lat. Artágnēs Hēraklês Árēs)
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Çiyayê Nemrûdê Kelepora Cîhanê ya UNESCO di 1987an de
-
Çiyayê Bêllî li zivistanê
-
Banokeya bakur
-
Banokeya rojava
-
Banokeya rojhilat
-
Çiyayê Bêllî
-
Mithras
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (inglîzî) Malpera Mezreka Nevnetewiya Nemrûd, bi tirkî, îngîlîzî, almanî, holandî Girêdana arşîvê 2006-07-27 li ser Wayback Machine
- (fransî) Les sculptures du Nemrud Dagh
- (tirkî) Malpera Parastina Nemrud
- "IGLSyr 1 1 - PHI Greek Inscriptions". epigraphy.packhum.org.